Partiya me, Partiya Azadî û Demuqratiyê(PAD) salane şahiya rojbûyîna kurê serokê dîrokî yê partiyê pîroz dike. Berî sê salan me şahiyek din pîroz dikir, şahiya damezirandin û derçûna yekemîn kovara bi zimanê dayikê bû, wê demê herkesî qala wê kovarê dikir û bûbû çîroka li ser zimanan. Berî sê salan endamên partiyê kongireyekî awarte li dar xistin û biryar standin ku êdî li şûna şahiya derçûna yekemîn kovarê, şahiya rojbûyîna kurê serok pîroz bikin, û şahiyê ji bo danasîn û hevdîtinan bikin bihane. Temenê serok aniha pêncî û şeş sal e û yekemîn kur jêre çêbûye, li gel ku bû sî û heft sal zewiciye, dema nû zewicî zarok ne di bala wî de bûn, bi tenê xebata siyasî û mezinkirina partiyê û rizgar kirina welat jiyan û dema wî biribûn. Jina wî tim, belkû rojane jêre digot:
-ez zarokekê ji te dixwazim, em mezin dibin, û ku bû dereng, û tirêna me derbas bû, êdî emê jê bimînin.
Serok gelek caran dilê wê xweş dikir û digot:
-ne bi destê min e, tiştê ji min tê dikim.
-li xwe bipirs.
-li ku li xwe bipirsim? Şerm e, wê endam, mirîd û piştgirên partiyê û xelk çi bêjin, serok nemêr e?
-ne bêtara min e, û serê min ji gotinên xelkê naêşe, xelk têr gotin nabin.
-piştî kongir, soz ezê tiştekî bikim.
Demekê mijara zarokan nema vedibû, taku kongir li dar nekeve. Kongir jî bi salan dereng û li paş ketibû. Jina serok a ku gelek caran wek dayika gel dihat bi nav kirin, dît ku wê kongir dereng bimîne, ji nû ve mijara zarokan vekir û guhê serok qulquland. Gelek caran serok ji bo wê mijarê nediçû malê, bi hefte û mehan li derve dima daku, neçe malê û jin qala anîna zarokan neke, wê diznîbû çi li paş heye.
Birayê jina serok yê navê yê ku kesekî hêvî jê nedikir ku rojekê ji rojan bibe bijîşk, tim ji xuşka xwe re digot:
-mêrê te şerm dike biçe ba textoran, bila li bende min bimîne.
Xuşka wî jî dilê xwe xweş dikir û ji birayê xwe re digot:
-bextê min reş e, dema min ew kir kêfxweş bûm, aniha hewqasî reşbîn û xemgîn im.
-hin mêr hene, dereng avika wan distewe, her wiha hêkên jinan jî.
-de ka zû bibe textor ji bo tu me derman bikî.
Di şahiya rojbûyîna îsal de, birayê jina serok tune bû, di herdu şahiyên borî de, belkû kêfxweştirîn mirov ew bû, lê îsal xuşka wî diya Azad xemgîntirîn mirov e di şahiya rojbûyîna kurê xwe de, ji ber birayê wê yê ku bûbû egera dana wî zarokî, berî heft mehan bi sebeba Covid-19 miribû.
Elî cîgirê serok, yê ku di kongireyê borî de ji bo dengekî nebibû serokê partiyê çû li ba jina serok rûnişt, û bi mebesta ber dilê wê bigre, jêre got:
-zimanê Azadê te gelekî xweş e, Xwedê wî biparêze.
-spas Elî can,
-do, dema te xwarin li metbexê amade dikir, zora min û bavê xwe di axaftinê de bir.
-ez çîrokan jêre dibêjim û dixwînim.
-bila bi kovara me bilîze ha, ji bo jê hez bike.
-oda wî tije pirtûk û lîstik in.
-bila gelek gato û şekiran nexwe ha, dikare pê qelew û biêşe.
Jina serok bi kurê xwe mijûl dibû, û xemgîniya xwe ji bîra dikir. Li ser maseya di sêngê de, gelek xwarin û vexwarin hebû. Mêvan jî ji her sal bêtir bûn. Vê carê li derveyî endamên partiyê, endamên sê çar partiyên din amade bibûn, bi hevûdu re aniya aştî û azadiyê damezirandibûn.
Li nêzîkî maseya jina serok, jin û mêrek rûniştibûn, jinê ji mêrê xwe re got:
-tu wî yê han dibînî?
-kîjan? Ew yê tasek selate di destan de ye û bêhişê xwe dixwe.
-na na, ew yê li ber legana kutilkan rawestiya ye û dixwe.
-belê, ew Mecîdê Xelo ye,
-par wek aniha ew rakirin nexweşxaneyê, hengî xwarin da ser hev.
-xuya ye îsal wê wî bibin goristanê.
Li ber deriyê tewalêtan dengê mirovekî dihat, digot:
-îsal xwarin bêtir e, lê vexwarin tune.
Mirovekî ew nas nedikir, bersiva wî da û got?
-par jî vexwarin ji xwarinê bêtir bû, sala bê wê wek hev bin.
Li şahiya îsal mûzîk nedirawestiya, lê ne tim ji bo dîlanê bû, eger mûzîka ji bo dîlanê rawestiya, mûzîkek kilasîk dihat guhdarî kirin, belkû ya Bethovin bû, di dûv re yekî ji min re got ku beşê sêyem ya Motzart bû. Dengê wê ne blind bû, lê dîsa jî dikarîbû qelebalixê bikuje.
Jinên serokên hersê partiyên bereya aştî û azadiyê bi hevûdu re çûn li ser maseya Nesrîn, diya Azad rûniştin, her yekê ji çenteyê xwe diyariyek piçûk derxist û pêşkêşî Nesrîn kirin, ya pêşî got:
-rojbûyîna Azad pîroz be, temen dirêj be.
Ya dyduyan got:
-bila li bavê xwe neyê ha. Bû tiqtiqa her çar jinan û keniyan.
Ya sisiyan got:
-xwezî çavê wî şîn bana, wê gelekî xweşik ba.
Nesrîn keniya û got:
-te qala çavên şîn kir, ezê ji we re çîroka birayê xwe yê li Fransa dijî bibêjim, ji bo hûn bikenin.
Hersê jinên din cê xwe xweş kirin û hema hema bi hevûdu re gotin, ka bêj Nesrîn xan, bi Xwedê axaftina te xweş e.
-birayê min jin li Hollenda nedî, çû li Elmanya bi keçeke ji Qamişlo re zewicî, navê wê Narîn e, belkû hûn nas dikin. Dema Xwedê kurê pêşî da wan, birayê min telefona diya min kir û jêre got:
-yadê, Xwedê kurek da me, çar kîlo ye, û porê wî gelek e.
Diya min negot pîroz be, çawa ye, diya wî çawa ye, her wiha negot tenduruste yan na, lê pirsî û got:
-ma çavê wî çawa ne, şîn in an na?
-na wele yadê çavê wî wek yê me reş in.
Piştî sê salan Xwedê kurekî din da wan, dîsa telefona diya min kir û mizgînî dayê û got:
-yadê Xwedê kurekî din da me, me navê wî kir Zaro, ne wek Daro qelew û bi por e lê tendurust e.
Diya min yekser pirsî û got?
-çavê wî jî ne şîn in?
Bibû tiqtiqa birayê min û got:
-bi Xwedê yadê, me vê carê jî mêrekî Elman çav şîn bera ser Narîn neda, êdî wê çawa çavê wî şîn derkevin.
Di dûv re diya min neçar bû bêje, ji xwe bê dilê xwe got:
-de Xwedê ji we re bihêle lawo, derdê çavê şîn li min ketiye.
Bû tiqtiqa herçar jinan taku, hersê jin rabûn ketin dîlanê, her yek çû ket detê mêrê xwe. Jina bi gulî û fîstanê belek devê xwe bir ber guhê mêrê xwe û got:
-ji gava em hatine ew yê han xwarinê dikşîne zikê xwe.
-kîjan? Ha ha ew ê han, ew ê kumek daye serê xwe.
-hestiyê wî vala bûne, navê wî derketiye, gelekî xure ye.
-Xwedê wî neke mêvanê me. Tu tucaran wî neynî malê ha.
-ne ji partiya me ye.
Kêfa jinê hat û ji dîlanê derket, çû bi destê jina serokê partiya din girt û bi dû xwe de circirand, bi xwe re bir odeya jinan, her yek ji wan li ber neynikekê rawestiya û porê xwe, mekyaja xwe dirust kir. Yekê devê xwe kir guhê ya din û jêre got:
-ev ya tije zêr û devê wê nakeve hev, jina kêye?
-ne jina kesî ye, hîn qîz e, bibore berdayî ye, mêrê wê yê pêşî di bûyerek trafîkê de hat kuştin.
-Xelîlê Mele, berpirsê ragihandina partiya Sosyalîstên Azad, tu wî nas dikî, berî çar rojan li mala we bû, yê ku hîn nezewiciye, ev xuşka wî ye, ji ber jin tune, xuşka xwe bi xwe re aniye, ji bo zêrê wê pêş me bike, û zikê xwe tije xwarin bike.
-dêmek gelekî çikûz in.
-gûyê xwe hişk dikin.
Pistepista wan, û awirên di bin çavan re, bala xuşka Xelîlê Mele kişand, hat li ba wan rûnişt. Destê xwe da diya Azad, piştî rojbûyîna kurê wê pîroz kir, got:
-fîstanê te gelekî xweşik e, te ji ku kiriye?
Herdu jinan li hevûdu nerîn, û hersê bi hevûdu re çûn serê dîlanê girtin. Xuşka Xelîlê Mele serê govendê girtibû, bala herkesî dikşnd, ji xwe mebesta wê ew bû. Ji xelkên li ser maseya li nêzîkî dengbêjê şahiyê deng hat, digot:
-wê çima kêf û dîlanê neke, zik têr e, belkû ji heft rojan de nexwaribû.
Ji nişkan ve mûzîk rawestiya, her kes li ser maseya xwe rûnişt, lê herçar jinên serokan çûn li ser maseya sereke ya li ber dika dengbêjan rûniştin. Nesrîn çavê xwe li mêrê xwe gerand, dît ku bi dizî li gel hersê serokên din daxêve. Serokê partiya Hevgirtina Neteweyî ji nav wan rabû çû tewalêtê, gelekî ma, bala hersê serokên din kişand, li dû çûn, dîtin ku va di tewalêtê de raza ye. Çengek av li ser çavê wî kirin, porê wî dirust kirin û yek ket bin çengê wî û bi xwe re derbasî holê kirin, li ser eynî maseyê rûniştin. Ez jî tev li wan bûm, serokê Partiya Sosyalîstên Azad ji serokê partiya me pirsî û got:
-kovara we nema derdikeve? Ez yek ji xwendevan û nivîskarê wê bûm.
Serokê partiya me matmayî pirsî:
-tu yek ji nivîskarê wê bû yî? Haaa, dêmek te bi navekî veşartî têde dinivîsand?
-belê, min bi navê Heftoyê Qelêç dinivîsand.
Dema navê Heftoyê Qelêç ket guhê serokê partiya me, bawer nekir, bilez çû microfon ji dengbêjê şahiyê xwest û dest bi axaftinê kir, û got:
-gelî mêvanan..gelî mêvanan, qurban xuleyek guhdarî bikin.
Wê demê te derzî bavêta wê dengê wê derketa, hemû bêdeng û ziq li serokê partiya me nerîn, cê xwe xweş kirin.
-me îro tiştekî mezin nas kir, me nivîskarekî mezin keşif kir, hûn dizanin kî li vir e? Nivîskar Heftoyê Qelêç e, kê ji we bawer dikir ku ewê li vir di nav me de be. Bi destûra we ez bang li nivîskar Heftoyê Qelêç dikim, bila bê ezê wî xelat bikim. Dema serokê Partiya Sosyalîstên Azad rabû û ber bi serokê partiya me ve çû, gelekan bawer nekirin, ji bo gelekan jî mesele hemû ne balkêş bû, bû pistepista gelekan, dengê mirovekî hat, digot:
-serok serokan mezin dikin.
Serokê partiya me ala bi sênga xwe ve rakir, û bi sênga Heftoyê Qelêç yê ku serokê Partiya Sosyalîstên Azad e vekir, ew hembêz kir û bi hevûdu re vegeriyan ser maseyê. Ew yê ku bi tenê kutilk dixwar, bû belqe-belqa wî, xwe bi zor û heft belan gihand tewalêtê, û verşiya, bi verşandinê re zikê wî piçûk bû. Ji tewalêtê telefona jina xwe vekir û jê xwest derkeve derve, êdî bes e wê biçin malê.
Heftoyê Qelêç ji serokê partiya me pirsî û got:
-xuya ye hûn nema kovarê çap dikin?
-mesrefa wê gelek e, êdî em nema dikarin çap bikin û derxînin.
Hîn serokê partiya me daxêvî, ax û nalîn bi jina li ser maseya li kêleka me ket, bû of ofa wê, mêrê wê telefon rakir, ji bo telefona nexweşxaneyê veke û Ambulansê bixwaze, wê telefon ji dest derxist, sûnd xwar û got:
-ezê li vir bizêm û zaroka xwe li vir deynim, daku zaroka min bibe tiştek.
Piştî jinê barê xwe danî, serokê partiya me navê kurê wê kir Xwema. Pênc şeş kes jî serxweş ketibûn, êdî dengê wan blind bibû û xeber û sixêf ji serokan re didan, herkes rabû çû mala xwe.
08/04/2021, Hollenda
*çîrokê di 05/07/2021an de, xelata 3mîn a mehrecana 7mîn a çîroka kurdî li Qamişlo, wergirt. Ji nav 47 çîrokan, ji her4 perçeyên Kurdistanê, ji Europa çîroknivîs beşdar bibûn. Komîta nirxandinê ji 4 nivîskar û lêkolîneran pêk hatibû, Ezîz Nemetî, Sebrî Silîvanî, Yaqûb Tilermenî û Helîm yûsif.
Têbînî: wêne diya min, dema xelatê ji dêvla min ve werdigire.