Hebû nebû kes ji Xwedê mezintir nebû.
Tê gotin ku di çerxekî de li gundeke Kurdistanê hişkesalî di ser deverekê de hat, zelamên wê deverê neçar bûn ku derkevin û ji jin û zarokên xwe re li kedekî bigerin heta ku pariyeke nan peyda bikin. Piştî borîna çend mehan yek ji wan zelaman ku navê wî Malo bû kar dikir ku vegere mala xwe piştî ku bi buhayê sê zêran kar kiribû. Di riya vegerê de li kalemêrekî rast hat, silav dayê û jê pirsî:
-kalo tu ji kû tê, tê herê kû û ti çi karî dikî?
-ez kalê Şîretfiroş im, li dunyayê digerim û şîretan difroşim.
Malo bi herdû destan bi zikê xwe girt û bi dengek bilind kenî û got:
-Kalo ma ev kar e tu dikî, here ji xwe re Karek din bike ji te re baştir e ji vî karî!
-z zelamekî kal im û ti kar ji min nayê, lê jiyanê gelek wane nîşanî min dane, ew wane jî bûne şîret, eger tu şîretan ji min bikirî tê buhayê şîretê min bizanî.
Malo demekê mendehoş ma, û ji xwe re got “ka ez li şîretên vî kalî binêrim ev çi sosret e!”
-Kalo ka şîretekê bide min, ez dixwazim bextê xwe taqî bikim.
-ka zêrekî buhayê wê bide min berî bêjim.
Malo zêrek ji binê bêrîka xwe derxist û kir destê kalo.
-şîreta min li te tu caran li newalan nenivî.
Malo da hizra xwe û got:
-ma ezê çi mifayê ji vê şîretê bibînim, ev e min zêreka xwe ji dest da. Yan bila tiştek baş be yan bila nebe. Ezê şîretek din jî bikirim, dibe ya din baştir be.
-ka bayê vî zêrî jî Şîretek din bide min Kalo.
-şîreta min li te, bila ti caran bahweriya te bi zelamên çavşîn û diran ferq neyê.
Malo carek din bi hêrs got, Kalo ma ev çi şîretin tu li min dikî, ma ez ê çi mifayê ji wan bibînim, ev bû demek dirêj min zarokê xwe nedîtine û ez ji wan re çûbûm kedekî bikim, yek zêr bi min re ma bila ew jî ji te re be, ka şîretek din jî bide min dibe ya sêyemîn buhayek hebe.
-şîreta min li te ji berî her karekî bikî divê tu piçekî bi hêminî ji yekê heya dehê bihejmêrî.
Malo bi dilek melûl ji cem Kalo rabû û berê xwe da riya malê.
Bi rê de hizrên xwe dikir û hest bi bextreşiya xwe kir. Ew demek dirêj bû ji mala xwe, ji zarok û hevjîna xwe dûr ketibû, ew jin û zarokên birçî li hêviya bavê xwe û keda wî bûn.
Li newalekî li ser riya vegerê Malo rastî karwanekî hat, xwe nêzîk wan kir û bi wan re têkel bû. Heya şev di ser wan de hat, karwan biryar da ku wê şevê di wê newalê de bimîne. Malo da hizra xwe û ji xwe re got “Min zêrek bi vê şîretê dabû Kalê Şîretfiroş, ez ê li ser gir binivim.”
Bû sibe Malo ji xew rabû dît ku lehiyek hatibû û ew karwan ji nav biribû. Li cihê karwên sekinî, dît ku kîsek zêr li cih mabû, ji keyfan hilgirt û berê xwe da riya malê.
Hindek din rêva çû heta li zilamekî çav şîn û diran ferq rast hat, silav dane hev û li bin darekê bêhna xwe vedan heya dunya bû şev û bû dema xewê. Şîreta Kalo ya duyemîn hate bîra Malo dema jê re gotî “baweriya xwe bi zilamên çavşîn û diran ferq neyîne”, wî zelamî pişta xwe da Malo û kurkê xwe girte serê xwe, her wekî ku nivistî be. Lê Malo hêdî hindek cilik deynan cihê xwe û kurkê xwe girte ser û li pişta darekê nêzîk çavdêrî kir, heta dît piştî demekê ew zelamê çavşînê diranferq rabû ser xwe, xencera xwe derxist û nîva kurkê Malo da, lê Malo ji pişt darê derket û bi lez xencerek li wî zelamî da.
Roja paşê Malo rabû da rê heta ku nêzîk mala xwe bû dunya bibû berê sibê hîna tarî bû, nexwest deng bike û hevjîn û zarokên xwe ji xewê rake hêdî dergehê mala xwe vekir dît ku va yek di ber jina wî da nivistiye, xencera xwe derxist da ku wî kesî bikuje, lê Şîreta kalo ya şêyem hate bîra wî, bêhnek kişand û ji yekê heya dehê hejmart, ji nişkê ve jina Malo deng li kurê xwe yê di hembêza wê da razayî kir û got kurê min va roj derket rabe lavêjan ji Xwedê re bike.
Wisa jî Malo bi bextewerî û dewlemendî vegerya nav mal û zarokên xwe û buhayê şîretên Kalê şîretfiroş zanî.
…..
Rêwan Mîranî/ Kurdistan