Hebû tunebû, carekê ji caran, sofiyek hebû. Rojekê sofî sewîlê xwe girt çû serê kaniyê, da ku destmêj bigire. Sewîlê xwe danî bin latekê û çû ko destê xwe biþo. Vegeriya cem sewîlê xwe, dît ku lat bi ser sewîlê wî de ketiye, sewîl þikestiye.
Sofîyî gote latê:
– Çima te sewîlê min þikand?
Latê got:
– Nexwe çima giya di bin min de þîn dibe?
Sofiyî gote giyê:
– Ji bo çi tu di bin latê de þîn dibî?
Giyê got:
– Nexwe ji bo çi pez min dixwin?
Sofiyî gote pezan:
– Ji bo çi hûn giyê dixwin?
Pezan got:
– Nexwe ji bo çi gur têne me?
Sofiyî gote guran:
– Çima hûn têne pezan?
Guran got:
– Nexwe çima se têne me?
Sofiyî gote seyan:
– Çima hûn têne guran?
Seyan got:
-Nexwe çima kebanî me têr nan nakin?
Sofiyî gote kebaniyan:
– Çima hûn seyan têr nan nakin?
Kebaniyan got:
– Nexwe çima miþk hebanên me qul dikin?
Sofiyî gote miþkan:
– Çima hûn hebanên kebaniyan qul dikin?
Miþkan got:
– Nexwe çima kitik me dikujin?
Sofiyî gote kitikan:
– Çima hûn miþkan dikujin?
Kitikan gotin:
– Em birçî ne, em miþkan dikujin û li dora mala xwe çivan didin xwe.
Sofî dîna xwe dayê ku dawiya van pirs û bersîvên bi bahane nayên. Her kes li hev li bahanan digere. Dev ji wan berda û perçeyên sewîlê xwe dan hev û vegeriya mala xwe.
Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.