Çi hebûye çi tunebûye, maleke baxîkî xwe yê tirî hebûye. Di divarî bêx dajî qulik tê da hebûye. Rovî, herro ti vê qûlikê ra tikevê bêx. Têrî zikê xwe tirî tuxe. Rokê rovî yê me dîsa birçî tiwe, ti di qulikekêra tikeve hûndir, têrî xwe tirî tûxe. Mêze tike ku xudanê bêx têye, rovî tebê ez herim. Ji bo ku pir tirî xwarîye, zike wî perçiftî ye. Çir bike nake, di qûllê helne. Xudanê bêx jî nezik tibe. Xudan ku pegê yê wî bikûje. Li ba rovî lîstik pirin, xwe li mirnîyê tinê. Xudanê bêx te kû Rovî li erdê dirêj buye. Xudanê bêx bi xwe xwe tebi:
-Zedê xwarî ye û pê miriyê. Bi boça rovî tigrê, ti ser divarî hewlîyê ra çengê derva tike. Rovî bi kêf û ken tihere ba hevalên xwe. Ji hevalan ra;
-Hevalno! Baxikî tirî heye, verin ez we bibim wê derê, têrî xwe tirî bixwin. Rovîyên me gîştik li hev dicivin û terin. Di qûllê divarî bêx ra tikevin hûndir. Û tirî têrî xwe dixun. Lê va rovîyê me li ber lîstikiyê. Ji bo ve, bi xwe hendik tûxe. Rovîyên me yên din têrî xwe tûxin. Zikên van lê tiperçivin. Rovîyê me:
-Hevalno, xudanê bêx têye, êdî bes e, em herin. Rovîyên me gîştik yek bi yek xwe li qûllê ticerbînin. Yek jî ti qûllê helnê. Rovîyê me tenê ti qûllê ra derdikeve û tihere. Rovîyên me yên din jî xwe li mirnîye tenin. Xudane bêx:
-Ez careke têm xapandine. Rovîyan yek bi yek, giştka tukûjê. Rovî yê me pir tihere, hendik tihere raste pîrekê tê. Ti destên pîre da dû elb hebune. Yek ji vana tiji rûn bûye. Yek jî tijî axdê bûye. Rovî yê me dîsa li ber lîstikekê ye! Ji pîre ra:
-Ka barî te giran e. Yekê bi dest mi de. Pîrik elbê rûn tide rovî. Rovî elbê heytine, ti alî yê dinî kanî yê ra tihere. Li vêderê vetike û gîştikî tûxe. Bi pîrê va li alî dinî kanîyê dîsa tigên hevdû. Ji pîre ra:
-Ka va sivike, em bi hev bugerinîn, te gune ye. Vê elbê êxda jî bi vî ziravî tûxe. Li dawî re rovî elbê tide pîrê. Pîr jî ji rovî ra:
-Mala te avabe. Pîrik tihere mal. Bûka xwe nan lê texe, Ê birçî ye jî. Elbê rûn vetike û kevçî bi rûn texe kû rûn tê da tûne. Rovî pê da mîzê xwe kirî. Elbê êx da heytene rowî bi vê da jî gûwê xwe kirîye. Bi bûka xwe ra: -Te dî, rovî çi anî sere me? Eza heyfa xwe ji wî rovî heynim. Pîrek bi pirs pirs hutike kû rovî her êvara li ser zinarekî ruteniye. Pîrek ser vî zinarî qetran tike. Rovî êvarê tê li ser vî zinarî rutene. Li rabune, boça rovî bi zinêr va tûniske û tiqete. Rovî bê boç tihere ba hevalên xwe. Hevalên xwe pê tikenin. Jê ra:
-Rovîyê rindik boça xwe bi qolik, Rovîyê rindik boça xwe bi qolik… Rovîyê me suve tê ji wêderê tihere. Ji boça xwe ra çarekê tigere. Rovî bi morî yan ji xwera boçekê çêdike. Î car bi boç tihere ba hevalên xwe. Hevalên wî dîsa pê tikenin, je ra:
-Rovî rindik serî boçê bi şindik, Rovî rindik serî boçê bi şindik…
*-Memoste, bi devoke Hecilera (Kuşça-Cihanbeyli) nivisandiye.
Berhevkar: Memoste Îrfan Baysal*