Dibêjin jinek li gundekî hebû.
Ew jin herdem bi gilî û gazin bû, pir perîşan bû, radibû û rûdinişt digiriya, kê ji gundiyan wê didît jê re digotin çima wisan tu xemgînî herdem bi kul û derdî?
Bi keser li wan vedigerand û digot ez bextreş im, min xêr ji jiyana xwe ne dît!
Rojekê ji rojan, cîranek pêrgî wê hat li ber bîra avê û jê re got porkurê rewa di te de nemaye, tu mîna xezalekê bû, me digot wa gula buharê ji wir hat, ka ew bejin û bala te, çima tu roj bi roj mîna mûmê dadwerivî, ka ji min re bibêje çi bela te ye?
Jinkê bi dilekî şikestî û gewriya wê tije girî di ber xwe de diponije lê vegerand:
Ma wê çi bela min be cîranê!
wey te serê min xwarê, ma min jî mîna bûkan xêr ji mêrê xwe dîtiye, şev û roj xircir e, herdem şerê me ye, diyar e ko ew ji min hez nakî!
Dema wê wisan got, cîranê jê re got dermanê te li bal şêx e!
Wê hingê jinkê wek ko jê bawer nekir, hema bilez xwe avêt kirasê wê û jê re got: Ez di bextê te de, ka riya şêx nişî min bide!
Cîrana wê jê re got wê şêx devgirêdanekê ji mêrê te re çêke, wê bihêle mêrê te bibe mîna hunguliskekê di tiliyên te de.
Jinkê da dûv cîrana xwe, dibêje ez di bextê te de ka navê şêx bide min?
Cîrana wê got ji xwe re bipirse ji hinan tê bi ser riya wî vebe!
Vêca jink dibe wek miriyê ko nuh serê wî li kevir dikeve, li xwe hay hat û bû bi xwe re diaxive, dibêje gerek ez jî li bextê xwe bipirsim, divê zû xwe bighînim vî şêxî, çûna bal şêx jê re dibe derdek, nema dizane razê.
Radibe derdikeve ji malê diçe ji gundiyan dipirse kî mala şêx nas dike?
Xelk nizanin çi mersela wê ye, yek ji gundiyan jê re dibêje xanim mala şêx, li filan gundî ye! Jinik jî bi kêf jê re dibêje spas lawo de here Xwedê miradê te bi cih bîne.
Jinik diçe mala şêx dema derbas dibe, xwe davêje dawa şêx û digrî, jê re dibêje şêxê min ez di bextê te û ûcaxên te de bim, tê bihêle mêrê min ji min hez bike!
Rebenê şêx istexfariya xwe tîne, çiqasî jê re dibêje ez nikarim qîza min here Xwedê we bi hev şêrîn bike, jinik hey digrî û doza devgirêdanekê dike da ko zilamê wê jê hez bike.
Ew nizane ko ev şêx ji Xwedê ditirse û baweriya wî bi van hawa nayê!
Lê şêx xelasa xwe ji destên jinkê nabîne, ew jî şêxekî pir belengaz e.
Ji bo ko wê ji ser riwê xwe bide alî jê re dibêje keça min îşê te pir zahmet e gereke tu porekî ji şêrekî ji min re bînî ta ko ez karibin miradê te bicih bînin!
Jinik ji kêfa direve derve di hayê wê de wisan hêsan e porê şêr bidest bixîne.
Dema diçe derve şêx derî digre dibêje here Xwedê riya rast bide ber te.
Jink bi rê de li xwe hay hat, heylo ka wê ji kû porê şêr peyda bike û kî diwêre nêzîkî şêr bibe. Dîsan riwê jinkê zer dibe, xemgîn dibe, dest bi girî dike.
Pîrejinek ji wî alî de bal wê de tê, dilê wê xweş dike wê haş dike, jê dipirse: Keçko çi bela te ye?
Ew jî derdê xwe jê re dirêse û çîroka xwe bidawî kir û got pêdiviya wê bi porekî ji porên şêr heye û nizane wê çawa peyda bike.
Pîrê jê re got keça min rabe negrî, li wê daristanê şêrek heye, here ji xwe re porekî bîne.
Jinik dibêje şêr wê min bixwe, ez newêrim!
Pîrê jê re dibêje gêjê here, lê nêzîkî wî nebe, her roj jê re hêteke berx bibe, bavêje ber wî, ew were û ji destê te bixwe, tê karibî nêzîkî wî bibe.
Û dikarî porekî wî bibî.
Jinkê gotina pîrê xist serê xwe û berî da malê, berxek gurand û ji bo şêr amade kir.
Dema nîvroj bû, temûzê av di kûz de dikele, kes nikare serê xwe ji germa rokê derxîne.
Jinik dikevê kezeba rê de berê wê li daristanê ye, goşt dibe ji şêr re wek ko pîrê jê re got kir. Çend rojek bihurîn şêr nêzîk bû, bi çavên aramî li jinkê dinerî û goştê xwe dixwar û li tenişt wê mexel hat, zik têr e dunya germ e şêr ket xeweke giran de, jinik jî destê xwe di ser wî re dibe, wî dilorîne, hema bi dizî porekî ji porên şêr radike û bi lez xwe ji daristanê dişemitîne. Berê xwe dide mala şêx, ji kêfa lêvên wê naçin ser hev, dema dighê bal şêx dibêje şêxê min, va ye min porek şêr ji te re anî, de ka bihele mêrê min ji min hez bike!
Şêx jê dipirse jina delal tu pir zîrekî; ka ji min re bibêje te çawa karîbû vî porî ji wî şêrê har bîne?
Jinkê guliyên çîroka xwe jê re veçirand.
Wê hingê şêx lê nerî û jê re got: Xanima ciwan, min ji te re got tu zîrekî gelo zilamê te ji wî şêrî hartir e ko tu nikarî xwe têke kirasê wî de?
Here riya dilê wî nas bike, bizanîn birçîbûna wî têr bike.
29.04.2010
Ahîn Zozanî