Folklor

Ji Folklora Kurdî Çîroka HECÎ ROVÎ

Carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran, ji xeynî mar û mişkên li qulên diwaran.

Carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran, ji xeynî mar û mişkên li qulên diwaran. Hebû tunebû, dibêjin hebû roviyekî pir xasûk û hebû dîkekî pir jîr. Rovî dikir û nedikir keys li Dîk nedianî ku wî bixwo. Îcar rojekê Rovî xwe bi xwe sêwirî û got: Eger ne bi dek û dolaban be, ez nikarim xwe bigehînime Dîk û goştê wî bixwim. Rovî ji bo ku Dîk bixapîne rojekê hema rabû şaşikeke sipî da serê xwe, hinek hirya sipî jî bi erçena xwe ve kir û rast çû ba Dîk. Gava Dîk çav bi Rovî ket, pêşî pir tirsiya, piştre xwe bi xwe got: Wa ye Rovî şaşik daye serê xwe û rih jî berdaye. Mîna ku wî ji fen û finazan tobe kiriye û xwe daye riya Xwedê, nema êdî xisarê dide kesî! Rovî rast çû ba Dîk û got: – Selamu Eleykum, ya birayê Dîk! Dîk jî got: – Rovî, xêr e ku te îro şaşik daye serê xwe û rih jî berdaye? Rovî gote Dîk: – Min êdî ji fêl û finazan tobe kiriye. Te dît, mirin jî heye. Ez niha li ser rê me û diçim Hecê, serdana Mala Xwedê dikim. Baweriya dîk bi gotina Rovî hat û gelek jî pê kêfxweş bû. Piştre got: – Birayê Rovî, ma tu min jî bi xwe re nabî Hecê? Rovî gote Dîk: – Bila be. Ji xwe tu mela yî. Eger tu bi min re werî, ez ê şert û şirûtên Hecê tev bi cih jî bînin. Rovî Dîk da pêşiya xwe û herdu çûn. * Kewekî ji dûr ve dît ku wa ye dîkek ji rê ve tê û roviyekî bi şaşik jî li pey wî ye. Hema Kew rabû firrekê da xwe û çû pêşiya wan, got: – Dîko, xêr e ku îro tu û Rovî gihane hevûdu? Dîk gote Kew: – Rovî ji fen û finazên xwe tobe kiriye û niha diçe Mala Xwedê. Îcar ew min jî bi xwe re dibe. Kew got: – Ma hûn min jî bi xwe re nabin Hecê? Gava Kew wisa got, Rovî di ber xwe de keniya û xwe bi xwe got: Dîk şîva min e û Kew jî bû taştiya min e! Lê belê ji bo ku Dîk nekeve gumanê, Rovî bi xeyd gote Kew: – Qey karwanî ye ku em te jî bi xwe re bibin Hecê? Dîk hêvî kir û gote Rovî: – Ma qey çi dibe ku Kew jî bi me re were Hecê. Rovî got: – Mele Dîk, de tu dizanî, nexwe bila bê. Kew jî giha Dîk û Rovî, hersê berê xwe dan rê û çûn herin Hecê. Dawudokekî ji dûr ve dît ku wa ye dîkek li pêşiya rovîyekî bi şaşik e, kewek jî li dû Rovî ye û hersê li rê diçin. Dawudok xwe bi xwe got: Rovî dîsa dest bi dekekê kiriye, lê Xwedê ya xêrê bike. Ez ê niha herim pêşiya wan û ji dîk bipirsim, ka mesele çi ye û ew bi kur ve diçin. Dawudok çû pêşiya wan û ji Dîk pirsî, got: – Dîko, hûn hersê dost wisa bi kur ve diçin? Dîk gote Dawudok: – Wele, Rovî ji fen û finazan tobe kiriye û diçe Mala Xwedê. Îcar camêr min û Kew jî bi xwe re dibe. Dawudok gote Dîk: – Ma hûn min jî bi xwe re nabin Hecê? Kêfa Rovî ji wê gotina Dawudok re jî pir hat û di dilê xwe de got: Dawudok jî ev e bû firavîna min! Lê ji bo ku Dîk û Kew li deka Rovî nevarqilin, Rovî bi xeyd gote Dawudok: – Naaa! Em nikarin te jî li xwe bikin bar û piştî. Ev rê, riya Mala Xwedê ye. Em nebûne karwanî! Dîk dîsa hêvî ji Rovî kir û got: – Hecî Rovî, bila Dawudok jî bi me re bê Hecê. Piştre Rovî razî bû ku Dawudok jî bi wan re here Hecê. Îcar Dawudok jî da pey wan û her çar berê xwe dan Mala Xwedê û lezandin, çûn… Dîk, Rovî, Kew û Dawudok qederekê çûn, Rovî gote Dîk: – Seyda, ji vir û şûn de êdî tu rê nas nakî, ez ê têkevim pêşîyê. Rovî kete pêşiya wan û ew birin li kaş û newalan gerandin, heta ku bû şev, piştre got: – Birano!. Niha va ye bû şev û em êdî nikarin herin. Mala min jî nêzê vir e. Îşev hûn mêvanên min in. Sibe tê, xêr jî pê re. Em ê sibehê zû rabin û bikevin rê herin Mala Xwedê. Rovî ew hersê rast birin ber devê qula xwe û gote wan: – De hûn bîstikekê li vir rawestin. Ez ê herim hindur û nava malê paqij bikim, şîv hazir bikim, piştre hûn jî werin. Rovî çû ku têkeve qula xwe. Dîk, Kew û Dawudok jî xwe li ber qurma zinêr melisandin, bi ser hev de ponijîn û ketin tavila rihê xwe, hem jî yekcaran teselî dan xwe û bi nihênî gotin hevûdu: De wa ye Rovî tobe kiriye, em jî li ser riya Hecê ne û diçin sersana Mala Xwedê. Ma qey wê Rovî dek li me bike! Gava Rovî ket qula xwe, şîret li têjikên xwe kir û gote wan: “Min Dîk, Kew û Dawudok xapandine û anîne virê. Ez ê niha gazî wan bikim, wê hersê bêne hindur. Çaxê ew hatin hindurû, hûn herin xwe bidin ber aliyê derî, da ew nikaribin birevin. Îcar ez ê îşev têr goşt bidim we.” Rovî ji paşiya qulê gazî Dîk kir, got: – Mela! Fermo, de tu û hevalên din werin hindur. Dîk li pêşîyê çû ket qula Rovî, Kew li pey Dîk çû û Dawudok jî li pey Kew çû. Rovî ew hersê birin li dawiya qulê dane rûniştandin. Piştre Rovî çav ji têjikên xwe re niqandin ku herin xwe bidin ber devê qulê da Kew, Dîk û Dawudok nerevin. Rovî berê xwe da Dîk û bi hêrs got: – Dîkooo! Hey malxerab! Ma te di kîjan olê de dîtiye ku gelek jin ji mêrekî re helal bin? Ne mirîşk tev mîna ku jinên te ne! Ez îşev te bi emrê Xwedê dikujim. Dîk bersiv neda Rovî. Çavên Dîk ji tirsa zer bûn, çokên wî lerizîn û ji bizavê daket. Rovî xwe avête ser Dîk û devê xwe xist qirika wî, ew li erdê xist û kuşt. Têjikên Rovî termê Dîk kişandin ba xwe û ketin serê, goştê wî xwarin. Piştî kuştina Dîk, Rovî îcar berê xwe da Kew û got: – Keeew! Çaxê roj davêje, xêr û bêr jî pê re tên. Lê tu di sewgirra sibê de gava ku ji xew şiyar dibî, hema tu dikî qebeqeb û şer dixwazî. Ma ev yeka te di kîjan olê de heye? Ez bi fermana Xwedê îşev te jî dikujim. Rovî devê xwe xist qirika Kew û ew bilind kir heta ku fetisî. Piştre termê wî jî bir û danî ber têjikên xwe. Dawudok xwe bi xwe got: Eheh! Vê carê dor hate ser min! Dawudok bi melûlî got Rovî: – Ha Hecî Rovî. Rovî pê re xeyidî û got: – Hişşş! Nebêje Hecî Rovî. Hecîtî li virê qediya û çû! Dawudok got: – Mam Rovî. Ji xwe ez tevde-mevde hemî pirrç im û goştê min kûriya diranên te jî tije nake. Îcar tu min nekuje, lê ez ê hêlîna bettekê bi çar têjikan ve nîşanê te bidim. Rovî xwe bi xwe sêwirî û got: Rast e ku goşt di Dawudok de tune, goştê çar têjikên bettê pir e. Bila ew were hêlînê nîşanê min bide. Lê eger ew min bixapîne, ez ê hema wî li wirê bikujim û werim. Rovî serê xwe hilda û ji Dawudok pirsî: – Ew hêlîna bettê li kur e? Dawudok got Rovî: – Hêlîn li ba şikêrekê ye. Were em zû herin, hêj ku têjik bi firrê neketine. Rovî Dawudok da pêşiya xwe û herdu çûn. Dem şev e, şevereş e, dinya ewr e, hîv jî di binê ewran de tê dîtin. Dawudok li pêşiya Rovî ye û bi lez di neqeba bi terîş û zinar re diçin * Tu nabêjî, Dawudok hê ji zû ve dîtibû ku nêçîrvanekî qoç ji bo roviyan li keviya şikêrekê vedaye. Dawudok Rovî rast bir, heta ew çûn nêzê şikêrê. Li wirê Dawudok bi serê perrê xwe hêlîna bettê nîşanê Rovî da û gotê: – Hecî Rovî, ha ew devera ku reş dike, hêlîna bettê ye. De îcar heke tu mêrekî çê yî, çê be û çê bixebite, here xwe bavêje serê û têjikan bigire. Rovî herdu guhên xwe mûç kirin, ji kêfa goştê têjikên bettê re avşûtik bi devê wî ket. Dilê Rovî ariya, ji kêfa goşt kamkojiya û bi lez û bez çû, hema xwe bi çargopalkî avête ser qoç û bi her çar nigan tê de asê ma. Îcar keysa Dawudok li Rovî hat, hema firr da xwe, çû derkete ser pişta Rovî û bi nikulan lê xist, lê xist heta ku postê wî di ser qorikê re şiqitand xwarê. Dawudok bê ku xwe bi Rovî û têjikên wî bide xwarin, tola xwe û ya hevalên xwe ji Rovî hilanî. Dawudok piştre rabû bi riya xwe ve çû. Termê Rovî jî li wê erdê ma heta ku li ber tavê genî bû. Çîroka min li virê çû nava dar û deviyan. Xêr û xweşî bibarin li mirî û zindiyan. * *

Amadekar Zeynelabidîn Zinar.