Folklor

Fitwa Mele

rojekê ji rojan rovîk hebo. Sê çêliyê rovî hebon û pîre jina rovî jêre got, “merev zarok mezin bune u hêjî te tiştek nekirye destê wan, te ne ew fêrî nêçîrê kirne û nejî fêrî xapa kirne. Pêwîste ku tu barê wan li milê wanke”

Sibehê zu roviyê nêr rabu û gazî li hersê çêlyên xwe kir û got “divê hun îro xwarina min û diya xwe bînin û hun herin nêçîre”

Hersê jî pir şad bun û ji qula xwe derketin berê xwe dane nava gund. Yekî mirişkek girt, ye din jî çukek girt û hatin qula xwe. li ber bavê xwe danîn û mane li benda yê sisêya. Demeke kurt ew jî hat ku mirîşkek sor kirî tevlî du nanê sêlê pêre û hat li ber bavê xwe danî. Bav jêre got “te ev merîşka birajtî ji kûve anîye?”

“Min ji camye anî. Gundiya ji melê re anîbu, dema mele çu destmêj bigre min revand. Bav got, “ma kurê min kesî ji gundiya te dît?” go,”erê zaroka ez dîtim” Bav got, “de zu rab û mirîşkê bibe deyn cihê wê”

Roviya mê got, “çima merev, ma kesî wilo kirye” mêr got, “xanim, wê mele bibhîze û sibê fitukê derxê wê bêje kuştina roviya helalê”