Folklor

DÎKIL AXA

Hebû tunebû, pîreka cadûkar û dîkekî wê hebû.
Rojekê pîrê gava mala xwe dimaliþt serîyekî çortan li erdê dît, danî ser kulekê. Dîko çû nikul li seriyê çortanî da. Gava pîrê ev yek bihîst çû, þûnikek li qorrika Dîko da. Dîko jî nikul li çavê pîrê da. Pîra cadûkar berra Dîko da. Dîko ji tirsa canê xwe bazda derva. Çû çû, rastî kerekê hat. Karê bang kir, got:
– Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Kerê got:
– Lê bêjim çi? Dîko got:
– Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Kerê got:
– Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
– Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min þikand
ji bo seriyekî çortan!
Kerê got:
– Ez jî bi te re werim?
Dîko got:
– Baþ e, were!
Dîk û ker bi rê ketin, çûn çûn rastî marekî hatin.
Marî bang kir, got:
– Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Marî got:
– Lê bjim çi? Dîko got:
– Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Marî got:
– Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
– Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min þikand
ji bo seriyekî çortan!
Marî got:
– Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
– Baþ e, were!
Dîk, ker û mar bi rê ketin, çûn çûn rastî sila rêxê hatin.
Sila rêxê bang kir, got:
– Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Marî got:
– Lê bjim çi? Dîko got:
– Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Sila rêxê got:
– Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
– Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min þikand
ji bo seriyekî çortan!
Sila rêxê got:
– Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
– Baþ e, were!
Dîk, ker, mar û sila rêxê bi rê ketin, çûn çûn rastî dûpiþkê hatin.
Dûpiþkê bang kir, got:
– Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Marî got:
– Lê bjim çi? Dîko got:
– Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Dûpiþkê got:
– Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
– Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min þikand
ji bo seriyekî çortan!
Dûpiþkê got:
– Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
– Baþ e, were!
Dîk, ker, mar, sila rêxê û dûpiþk bi rê ketin, çûn çûn rastî bangerranî hatin.
Bangerranî bang kir, got:
– Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Marî got:
– Lê bjim çi? Dîko got:
– Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Bangerranî got:
– Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
– Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min þikand
ji bo seriyekî çortan!
Bangerranî got:
– Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
– Baþ e, were!
Dîk, ker, mar, sila rêxê, dûpiþk û bangerran gîhaþtin hev, gotin de îcar em herin ser pîra du diran. Çûn çûn ber deriyê pîrê. Êvar bû tarî ketibû erdê.
Bangerran rabû çû ser banê xênî, mar çû hundur, xwe li stûna nava malê aland. Dûpiþk çû xwe di refikê de teland. Sila rêxê xwe di tifikê de melisand. Ker çû li ber deriyê derva xwe veþart.
Pîra cadûkar ji derva hat mala xwe ku karê xwe yê êvarê bike. Hundur tarî bû. Berê xwe da refikê ku çira xwe vêxe. Destê xwe avêt refikê, dûpiþkî bi pêçîka pîrê veda. Pêçîka pîrê jan da. Çû ber tifikê, ariya agirî veda ku agir dade, destê wê ket sila rêxê. Nezanî çi pê hat, bi tirs destê xwe avêt stûnê, marî bi destê wê veda. Pirê bi jana dest û tirsa dilê xwe bazda derva. Ku hat ber deriyê derva, kerê zîtikek li pîrê da. Pîra cadûkar pengizî derva ber dîwêr. Bangerran ji banî de xwe berra ser laþê pîrê da, gumînî ji laþê wê anî. Pîrê nema zanî ku çi bike, hema dawa xwe xist devê xwe û di wê tarîyê de berê xwe da çolê û baz da. Çû û çû û nema vegeriya. Mala pîrê bi Dîko ma. Kêfa Dîko hat. Wî sipasiya hemî hevalên xwe kir. Her kesî xatir ji hev xwest û çûn mala xwe. Dîko jî dî wê malê de bi kêf û xweþî jiya.
Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran!