K24 – Navenda Nûçeyan
Derbarê Rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ya niha de, çi ser asta navdewletî û naxweyî de û beşdarbûna Kurd di kongir û danûstandinên navdewletî yên taybet bi krîz û çawaniya çareseriya Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî. Herwiha li asta kar û xebata partiyên Kurdî û yekrêzî û yekhelwestiya wê de û gavên pêwîst ji bo gihêştin baştirîn çareserî li Rojavayê Kurdistanê re.
Hevpeyvîna K24ê ligel nivîskar Qado Şêrîn:
Kurdistan24: Amadehiyên Destûra Nû ya Sûriye tên rojeva Platformên Navneteweyî. Wekî aliyê Kurd, we di vê proseyê de cîh girtiye? Amadehiyên we hene?
Qado Şêrîn: Na, me di wê piroseyê de cih negirtiye, û emê negrin jî, ew yek bêtir karê pispor, mafnas û zanayên nivîsandina destûran e. Bi vê bihaneyê pêşniyara me ji bo aliyên kurdî yên berpirsyar ew e ku pispor û zanayên Kurd, ne ku serok û endamên partiyên xwe ji bo nivîsandina destûra nû bidin pêş.
Kurdistan24: Beşdariya Kurd di Platformên Navneteweyî de çima wekî aliyekî serbixwe pêk nehatiye? Gavên erênî ji vê pirsê hene?
Qado Şêrîn: ji bo Ceneva 8an, hema hema hemû alî û platformên dijberiya Sûrî li Riyadê civiyan, ENKS jî wek beşekî ji Itîlafê amade bû, ne wek nûner yan jî platforma giştî ya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê. Bi texmîna me, eger yekrêziya kurdan heba, û kurd bi platformeke serbixwe amade bibûna wê di berjewendiya gelê kurd de ba, wê kurdan bêtir bikarîbana şert û mercên xwe ferz bikin, û mafan bi dest bixin, jixwe wê nûnerên wan jî nekêmî yên platforma Mosko û Qahîre bûna.
Bi vê bihaneyê dixwazim bêjim ku, ne yekrêziya kurdan di vê qonaxa ku wê careke din dubare nebe, winda kirina mafan e. Ez deshilata heyî ya ku PYD û TEV-Demê berpirsyar dibînim, ew bûn egera ku hemû rêkeftinên Hewlêr û Duhokê cîbicî nebin û yekrêziya kurdan pêk neyê, daku qaşo serkeftinên xwe ji dest nedin, belkû jî biryar ne ya wan e, yan jî yên ku deshilata boyî wan radest kirin, erê nekirin ku kurdên Umeta demuqrat bi kurdên neteweyî re yekrêziyê ava bikin.
Kurdistan24: Planên navneteweyî / herêmî yên taybetî li dijî Efrînê (ku bi taybetî Tirkiye digre dest) tên kirin, çi kar û projeyên we yên hemberî vê planê bireve çûne?
Qado Şêrîn: Wexta êrîş yan metirsî tê ser welatekî, deshilata heyî berevaniyê dike.
Li Efrînê çi dibe, Tirkiye radighîne ku wê êrîş bike, PYD meselê mezin dike û hemû aliyên din yên ne di bin sîwana wê de bi sîxurî û revê tawanbar dike, lê ku hat û aliyên din berevanî kirin, helbet wê Pyd nehêle.
Em wek kes û wek ku dişopînin, şerê tê kirin hemû ji bo ragihandinê ye, û wê dernekeve derveyî wê, bi texmîna me wê Emerîka û Rûsiya nehêlin Tirkiye êrîşî Efrînê bike û dagîr neke, daku pirsgirêk bêtir dernekevin, û penaber zêdetir nebin.
Kurdistan24: Nêzîkahiya Rûsya û Amerîka ya girêdayî pêşeroja Rojavayê Kurdistanê hûn çawa dibînin?
Qado Şêrîn: Li ser xakê tiştekî wiha ji bo R.K tune, hebe jî ne ji bo R.K ye, Emerîka Û Rûsya xaka Sûriyê li hev dabeş kirine, rojvayê Feratê di bin sîwana Rûsya deye û jixwe rojhilat bi ser Emerîka ve ye, her du dewlet berjewendiyên xwe diparêzin, û li pişt perdeyan hev dibînin û pilanan datînin. Do bû Emerîka li Kerkûkê pişta xwe da kurdan û ew bi tenê hiştin. Texmîn heye li R.K wisa bike, daku deshilata Şamê (rêjîm yan jî deshilata veguhêz ya paşerojê) vegere ser hemû xaka Sûriyê, naxwe çima Emerîka rêkeftineke siyasî bi PYD yan bi HSD re imze nake, û li kongireyên navneteweyî amade nake, ji vê yekê tê fam kirin ku Emerîka ji bo berjewendiyên xwe HSD bi kar tîne, vêga çi wexta HSD nema lazim be, wê bavêje ser şopê û piştguh bike.
Kurdistan24: Baştirîn çareserî ji bo Rojavayê Kurdistanê hûn çi dibînin? Derfeta bidestxistina Federalizmê heye? Pejirandina vê çareseriyê li cem rêjîm û opozîsyona Sûriyê di çi astê de ye?
Qado Şêrîn: Baştirîn çareserî federalîzma neteweyî ya Kurdî ye, ji bilî wê, wê kurd neyên parastin û mafên xwe nestînin, belkû bêtir vegerin wek wexta berî şoreşê. Derfeta vê yekê jî di yekrêziya kurdan deye, mixabin yekrêziya kurdan ya siyasî tune, êdî biryar û çarenûsa me kurdan boyî li hev hatina rêjîm û dijberê hatiye radest kirin. jixwe biryar û çarenûsa gelê Sûrî hemû ketiye destê welatên zilhêz, wek Rûsya û Emerîka, gelê Sûriyê, ne rêjîm û ne jî dijber nema dikarin biryara paşeroja xwe bi xwe bidin. Lê ji bo ku careke din diktatorî neyê û nebe deshilat, baştirîn çareserî ew e ku Sûrî bibe welatekî federal.
Kurdistan24: Hêviya we ji bo yêkrêziya tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê çi ye? Heyama yekrêziyê heye? Çi asteng li pêş wê yekrêziyê hene?
Qado Şêrîn: Bi texmîna min yekrêzî zor e, vedigere kesayetî û zikêşiya durust û perwerdeyê, belkû vedigere destpêka salên şêstî û perçebûn û jimara zêde ya partiyan. Li R.K, belkû li Kurdistanê bi giştî, êdî cangorî bûye ji serok û partiyan re, neku ji serxwebûn û rizgar kirina Kurdistanê re, partî êdî li gor berjewendî û ecindeyên derve kar dikin, nakokiyên navxweyî yên partiyan bûne pirsgirêk li pêşya yekrêziyê, hemû partî texmîn dikin ku ew ya rast e û divê wek wê bibe, yana tev li yekrêziyê nabe.
ji bo R.K, baştirîn çareserî ji bo yekrêziyê ew e ku Enks û Tev-Demê vegerin rêkeftinên Hewlêr û Duhokê pêk bînin, û berjewendiyên gelê kurd di ser yên serok û partî û Qendîl û Hewlêrê re bigrin.
Kurdistan24: Astengiyên li pêş doza Kurd / Rojavayê Kurdistanê ku hûn ji aliyê Opozisyona Sûriye ve pê re berbiçav tên çi ne?
Qado Şêrîn: Opozisyon ji aliyê perwerde û zihniyetê ve, hema hema wek rêjîmê difikire, perwerde nebûye mafan bide, yan jî pişta mezlûman bigre, ew jî ji ber jiyana siyasî li serdema deshilata partiya Baas û malbata Esed qedexe bû, kurdan di vê wextê de nikarîbûn doza xwe bighînin aliyên têkildar û bi wan bidin qebûl kirin, êdî aniha bûye dereng ku xwe bi Opozisyonê bidin nasîn û qebûl kirin.
Dîsa jî, eger yekrêziya kurdan heba, wê hêza wan jî heba, êdî wê xwe ferz bikirna, wê welatên cîhanê pişta wan bigirtina, û wê li Cenev û kongireyên navdewletî amade bibûna û pirsa xwe ragihandina.
Qado Şêrîn
Hollenda, 18/12/2017