Berî du salan min ew li mehrecana Amedê dît, vê carê pirtûkên ji bo firotinê di bin çengê wî de tunebûn. Berê dema li welêt bûm, çi cara ji Şamê bihata Qamişlo riya xwe bi min jî dixist û pirtûkên sûkû sûkû li ber min radixist, ji nav wan kovarek radikir û digot;
-hîna wisa kovar di nav kurdan de derneketiye.
-çima wek wê derneketiye?, min pirsî
-ji ber ko rengînîye, wî got,
Dema min piştî yazdeh salan ew li Amedê dît, bi qasî serê derziyê nehatibû guhertin, hîna ew cil lê bûn, ew têkilî, ew bîr û bawerî, ew dîtin û bîr û boçûnên, hîna diranekî wî beş û zêrkirîbû, min di nava xwe de got; yahoo ev kevir e ev çi ye.
Li dawiya mehrecanê û berî ko her yek ji me bi riya xwe de here, û wek noka tu li kevir bixî ji hev belawela bibin, min ew vexwendî vexwarina fincaneke qehwe li çayxana Hotelmerkezî kir.
Ji bo ko gelekî dirêj nekim, di ber vexwarina qehwe û dew re, ev gift û goya li jêr di nav me de çêbû.
-kuro Silîvo tu hîna wek berêyî, tu qet nehatiyî guhertin?,
-ma ez gumgumok im her ji du rojan bi rûyekî bim, du rû besin.
-tu ji berê de bikêrî xwe tê.
-ne wisa be ez û zarokên xwe emê ji birçîna bimrin û kes nanekî nade me.
-ev raste, lê ne ta vê redeye jî lo.
-ko ez ne wisa biwama, kê dê ez vexwendî vê mehrecanê kiribama.
-mexabin wisa bûye.
-çima mexabin, ko tu ne wisa bî, weleh û bileh û tileh kes silava xwedê li te nake.
-mexabin wisa bûye.
-divê tu hinekî şelaf bî, hinekî xwe şayîk bikî, yana tu nabî tiştek.
-lê gelek nivîskarên xurt û bilind piştguh dibin.
-ew ji dîrokê re dinivîsin
-û tu ji kêre dinivîsî?
-ji zik û zarokên xwe re.
-min ji rastiya te hez kir.
-ko ne wisa biwama nediçûm Kurdistana azad.
-ez agahdarim ko tu her ji demekê diçî wir.
-raste, piştî nivîsandina bîst û du gotaran dirim wir.
-ma tu geşta xwe li wir werdigrî.
-ew ne geşte, belê piştgirî û sûde ji hev wergirtine.
-ez di vê de negihaştim.
-rovî û sûk.
-dîsa têde negihaştim.
-soranî û latînî!
-cardî têde negihaştim.
-bi cehnima te kirî tu têde negihaşt
-bibore divê herim destavê.
26/10/2006