Nivîsa Bûbê Eser a di bin navê “” Eger min zanîba?”” bala min kişand, nivîs di gelek malperan de belav bû, û hin malperan jî helwesta xwe pê vekirin û belav kirin, ji wan malperan Nefel e.”Bûbê Eser çû başûrê Kurdistanê lê belê niho ew pîs-pîs poşman bûye””.
Helwesta min nêzîkî ya xwedî û berpirsyarê Nefelê ye, lê bê alî û sedem e, helwesta Nefelê bêhna tolhildan û kînê jê tê, çimkî, ji nivîsa wî ya di bin navê “”Ez li kurdekî digerim ko bihesidimê”” diyar dibe ku ji Kurdistanê hatiye qewitandin, an jî eynî wek Bûbê Eser bi serê wî hatiye û nema kes du qirûşan pê dide, radibe ji Kurdistanê vedigere Swede û wê helwesta dijwar û bê rêz di derbarê serokê Kurdistanê de dide.
Ji helwesta Bûbê Eser û Arif Zêrevan diyar e ku nivîskar û rojnamevan li Kurdistanê bê nirxin, wek hikûmet jî piştgiriya wan nake û guh nade wan, bi taybetî ku ne ji başûrê Kurdistanê bin.
Bûbê Eser ê ku ji Swedê bar dike û diçe li bajarokê Bilê bi cih dibe, di nivîsa xwe de diyar dike ku ew li ser pêşniyara desthilat û rêvebirekî başûrê Kurdistanê ku ew bi xwe jî ji malbata barzaniyan e, ji bona ku bikaribe romanekê li ser wê trajediya 8 000 enfalên barzaniyan biafirîne di roja 23.04.2007an ji welatê Swêd li başûrê welatê xwe dibe mêvan. Li devera barzan û li bajarokê Bilê bi cih dibe, lê piştî çend mehan polî poşman vedigere Swedê û wê nivîsê belav dike.
Bûbê Eser li dawiya nivîsa xwe, sedemên vegera ji Kurdistanê diyar dike û wisa dinivîse; Eger min zanîba ko wê rewş weha ba; hûn bawer bikin qet nedihatim. Lê hatime di şertên nexweş de dijîm, lê ji bona wê rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir ko pê bawerim, berxwe didim da ko karê xwe biqedînim. Ji rêveber û desthilatên me yên vir kesek ne halê min dipirse, ne jî dizane ko ez bi karekî weha ve rabûme. Di eslê xwe de dizanin lê naxwazin bizanibin. Tenê wezerata şehîd û enfalan Çinar Se´d Ebdula xwest ko mehê 200 dolaran bide min, min jî ew qebûl nekir. Ji ber ko 200 dolar tu birînan derman neke. Ez li vir têgihiştim ko ji bona berpirs û rêvebiran karê nivîsandinê ne girîng e, heta zerar e jî””.
Dema min nivîsa Bûbê Eser ê nivîskar xwend, yekser Selah Bedredîn ê siyasetvan hate bîra min, û min rewşa her duwan a li başûrê Kurdistanê li ber hev danî, û min bîst û du caran got: wax wax, em têkçûn, ji ber ku diyare li Kurdistanê nivîskar bê nirxin û bi taybetî ew ên bê xirecir û serêşandin, xuyaye merovên mîna Selah Bedredîn ji wan re baş in, Selah Bedredîn ê ku ta 1979an şerê Berzaniyê nemir û şoreşên wî dikir, ana jî bi du nîv diktatoran re Eniya Felata Niştimanî(Sûriyê) damezirandiye da ku wan li ser serê me li Sûriyê bike du diktatorên mezin.
Ji hikûmeta Kurdistanê dipirsim; gelo Selah Bedredîn çî baş di dîroka xwe ya siyasî de ji kurdan re kiriye, ji bilî şikestin, têkçûn, serêşandin û perçêbûna partî û tevgera kurdî li Sûriyê, tiştekî wî tune?, taku we li Kurdistana azad her tişt dayê?, azadiya ku encama xwîna şehîdan e, we keda şehîdan daye wî?, jixwe wek we daye Selah Bedredîn we nedaye gelek malbatên şehîdan, ew şehîdên ku di şoreşên Berzaniyê nemir de ketin û Selah Bedredîn şerê şoreşa wan dikir.
Ma îca ev ne têkçûne, merovek nivîskar mîna Bûbê Eser ku xwe ji Berzaniyan dibîne, diçe kurdistanê ku romanekê li ser Berzaniyên anfalkirî binivîse, wisa bi serê wî bê, û merovek mîna Selah Bedredîn ku ta ana tiştekî baş ji kurdan re nekiriye ewqas qedir û qîmet didin wî.
Li gelek devaran xerab û xêrnexwaz bi ser ketine û ji ber vê yekê rewşa me kurdan li her çar perçeyan di rewşek aloz û têkçûyî de ye.
Dîrok her tiştî dinvîse, tiştekî ji bîra nake, lê şikestina herî mezin ku em ne ji dîrokê ditirsin û ne jî sûdeyê jê werdigrin.
07.10.2007