-dîroka xapandin û şikestinan berdewam e..
–“Tiştên ku Kurd di şer û cengan de bi dest dixînin, di rûniştinên xwe yên li ber masên danûstandinan de didin der”. Jonasan RANDIL.
-kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe.
-ereb dibêjin; merovê şerm neke dikare her tiştî bike. Kurd jî dibêjin: tirrek û du tirr li ba tirrekan wek hev e.
Berî ana bi demekê min di gotarek xwe de wek navnîşan nivîsandibû; “Selah Bedredîn xwe hetikand” (http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7053 ) dema şerê nivîskarê kurd Zinarê Xamo kirbû û gotinin bê rêz jêre kiribûn. Ana jî û piştî amadebûna wî di kongireya duyemîn a Aniya felata niştimanî di 16/09/2007an de li Berlin, xwe bêtir hetikand, vê carê ne şerê nivîskarekî kurd kir, belê bi doza miletekî lîst û qambostî kir û li ser bertevek zêrîn da destê du merovên ku qet bi hebûna miletê kurd li Sûriyê mikur nayên û mafê wî nas nakin, li gel ku her du kes baş dizanin ku S. Bedredîn ne nûnerê gelê kurde li Sûriyê, êdî çima tê bibe hevkarê pirojeya têkçûna me kurdan û carek din xwe û me jî bi xwe re bihetikîne. Her du kes jî Xedam û Beyanûnî ne, ev her du kes bi zimanê sor dikarin her tiştî bibêjin û serê S. Bedredîn dagirin û wî bixapînin, wek tu wî benc bike, an jî dibe ku S. Bedredîn ji bo bercewendiyên xwe yên kesane bi wan re hevkariyê dike û ne ji bo doza gelê xwe( dîroka wî vê yekê piştrast dike). Ma hêvî di Xedam de heye?, ma hêvî di Beyanûnî de heye?. Ku hêvî di wan de heba dê gotina kurd di gotara wan de beba.
Fermo gotinên her sê kesan, lê bi erebî ne, biborin ku min nikarîbû wergerînim kurdî.
http://www.efrin.net/cms/erebi/index.php?option=com_content&task=view&id=2428&Itemid=29 (gotina Xedam)
http://www.efrin.net/cms/erebi/index.php?option=com_content&task=view&id=2429&Itemid=29 (gotina S. Bedredîn)
http://www.thisissyria.net/2007/09/17/syriatoday/02.html (gotina Biyanûnî)
Ku hun gotarên her du kesan bixwînin hûn ê gotina kurdî qet di wan de nebînin.
Ku raste S. Bedredîn û peyên xwe ji bo kurdayetiyê dikin, bila zor dabana ser her du kesan daku nivîskî mafê gelê kurd li Sûriyê nas bikirna û yek ji dudyan bixwestana; 1-mafê çarenûs, 2-Fedralîzim. Û di medyaya cîhanî de bi imzeya wan belav biba.
Amadebûna Selah û peyên wî reklam bû ji Xedam û Beyanûnî re.
S. Bedredîn di dawiya gotara xwe de gotiye: “ji mafê gelê me ye gilî û gazinan bike û gotina xwe bi azadî bibêje, û xwestekên xwe yên rewa vekirî û rast ji hevpar û birayên xwe yê ereb re bibêje û di hemû helkeftinan de bi hevfamkirin û axaftinê re be”
Ji xwe S. Bedredîn di gotara xwe de qet naniye ziman bê ka mafê gelê kurd û xwestekên wî li rojava çi ne, îca li vir gerek em beşekî ji gotina Beyanûnî wergerînim, bê ka ew ji S. Bedredîn û tevaya kurdan re çi dibêje: em guman dikin ku gurkirina ecendeyên taybet, û xwestekên taybet, di destpêka vê qonaxê ji xebata niştimanî de, ew ê rasterast despêka gurkirina muxalefetê be, û ferzkirina pevketinan çi li ser bernamicên siyasî, civakî û çandî be””, ango Beyanûnî yê misulman( birayên misulman) vekirî ji S. Bedredîn û peyên wî re dibêje; binerin ha, hûn ana tiştekî nexwazin, tako em rêcîmê birûxînin û guhertinê çê bikin, jixwe wê demê bê guman dê lotikekê li me hemiyan bixîne. Dîsa wek gelek caran emê bên xapandin û S. Bedredîn û grûpa xwe dê nikaribin tiştekî bikin.
E. Xedam ê ko 40 salî piştgiriya diktatoran kiriye, ana demuqratiyê ji Sûriyê re dixwaze, û bi diktatorî pirojeya guhertina Sûriyê dimeşîne û mafê kurdan li ser pelan û ne pelan nas nake. Rojekê ji rojan E. Xedam ne gotiye mafê gelê kurd li Sûriyê heye, jixwe ana jî nabêje, li gor wî kurd dikarin wek insan bijîn û hew. Îca ji bo ku careke din vegere û bibe serokê Sûriyê dixwaze S. Bedredîn û kurdan ji bo bercewendiyên xwe bikar bîne, ew eşkere me dixapîne, lê S. Bedredîn di dîroka xwe ya siyasî de gelek caran şaş çûye, diyare dê vê carê şaşiya wî têkçûn û şikestin be. E. Xedam ê ko kuştina zarokan bi destê terorîstên El-qaîde li Iraqê berxwedan dibîne, piştî Hafiz Esed mir, û taku destûr hate guhertin û kurê Hafiz Esed ê biçûk Beşar kirin serok û lotikek li E. Xedam ê ku bi nav du sê rojan kiribûn serok xistin, ana dixwaze Beşar ê di temenê kurê wî yê biçûk de bixîne û bibe serok, jixwe xwesteka wî ev e. piştî ku revya û hate derve jî rojekê ji rojan wî negotiye mafê kurdan li Sûriyê heye û zulm li wan bûye.
Di daxuyaniya dawiyê de jî mafê gelê kurd nehatiye çesipandin, belê kurd mîna grûpek kes hatine pejirandin û ji mafê wan e bi zimanê xwe biaxivin, û helkeftên xwe pîroz bikin(ana jî kurd Newrozê pîroz dikin), de wer in û kirasê xwe neçirînin. Ku xwediyê gelê me ev kes bin, dê paşeroja me çilo be?.
Projeya Xedam ji bo guhertina Sûriyê, ne dûrî ya rêcîma ana ye, êdî ku S. Bedredîn bi rêcîma Beşar e li ser pirsa kurdî (eşkere)biaxive baştire ku bi diktatorekî şikestîre li ser pirojeyek vala biaxive.
Dîrok her tiştî dinivîse, lê diyare S. Bedredîn her du çavên xwe li dîroka xwe ya xwarmaro digre û nizane dê berebabên tên çi jê bikin.
Diyare ta û ta emê kurd bên xapandin, wek J. Randil gotî. Û bi du gotinên xweş ji ser hişê xwe herin. Lê ku bercewendiya gelê kurd di ser her tiştî re be, em ê zû bi zû neyên xapandin.
Li dawî, bi hêvî me ku S. Bedredîn û hevalbendên xwe E. Xedam û Beyanûnî karibin rêcîma diktator li sûriyê birûxînin, demuqratiyê bînin Sûriyê û gelê kurd li rojava mafê xwe bistîne, û ku di dema desthilatdariya wan de vegeriyam welêt, min(wek nimûne) tune nekin wek ku rêcîma ana merovan û nerîna azad tune dike.
20/09/2007