Qilçix

Kenê miriyan

Ez vekirî û eşkere dibêjim, ez ji ber vê biryara xwe jî şerm nakim, min bi dehên caran gotiye; ez nayêm, ez nema têm şîna miriyan, ez nema dikarim ji wilo bêtir xwe bihetikînim, ez bûme qajik û ketime her devî. Dîsa jî li ku yek bimre yekser telefona min tê kirin dako bi wan re biçim şîna miriyan. Ji bo ko neçim her carê mehneyekê derdixim, hin caran xwe li mirnê datînim û xwe dixim nav livînan, hin caran hevjîna xwe li ser rojan û li ber deriyê nexweşxanê datînim, her carê tiştekî diafirînim, wek li mal bim jî dibêjim; ez hezarên kîlometran dûrî malê me, êdî sê rojan divê bersiva telefona malê nedim. Her carê mehneyekê derdixim lê diyare hemû vala diçin û dost bi fen û fûtên min agahdar bûne û zextê li min dikin dako bi wan re biçim û reva min ji ber wan tune.

Ez hunerên ko di şîna miriyan de hatine serê min tînim bîra wan, her carê ezê bînim bîra wan; ma nayê bîra we bê çi di şîna bavê Hesen de hat serê min, sêzde sal derbas bûn û hîna jî nav me xweş nebûye û xweş nabe jî eger wisa berdewam bike.

Berê ez ne wisa bûm, berê ko diçûm şîna miriyam, min jî madê xwe tirş û tahl dikir, ma ko min wisa nekirba min ê çawa diyar bikra ko kes wek min li ber ê mirî nakeve. Carekê li ser gora Simko yê hevalê xwe ji merovên wî bêtir digiriyam, min li xwe dixist, min xwîn ji xwe anî der, qêrîna min di asmanê heftan re derdiket, tako dê û bavê wî li ber min geriyan, ez bi germayî hemêz kirim û bi xwe re birim mal. Ana îca li ser miriyan dikenim, kî dibe bila bibe ko diçim şîna miriyan ken siya xwe digre ser min û min bernade, min dagîr dike, tako li wir bim dikenim, dev lêvên xwe dikim nakim vala ye, miriyên xwe tînim bîra xwe vala ye, Helbçe û Nagazakî tînim bîra xwe valaye, her û her dikenim. Gelek caran xwediyên mirî bera min dane, gelek caran ez dame xatirê bavê min, gelek caran bixeyd û girî vegeriyame malê, hema ko ji şîniyê derdiketim her tişt vedigere wek berê.

Berî du salan min sûndek giran xwar, belkî bi axa welêt bû, min soza mêrên berê da û dest danî ser simbêlan ko nema biçim şîna miriyan. Kî dimre bila bimre lê ez naçim, kî bixeyide jî bila bixeyide baştire ez bihetikim. Eger merovên min mirin bila ew jî neyên serdana min, yek bi yekê, serbiser.

Gelekî kêfxweş dibim dema merovek dimre û dibe nûçe û bi nûçeyê re xwediyên mirî E-mail û telefona xwe ji bo pêşkêşkirina sersaxiyan diweşînin, yekser radibim nameyek tije hestên xemgîn û germ dinivîsim û rê dikim, bi nivîsandina nameyê re jî dikenim, lê wisa baştire, kes min nabîne û li pêş sed mêrî min nahetikînin û ji mala xwe naqewitînin.

Du caram dostekî min ji dêvla min ve telefona malbata miriyan kir, carekê naskirin ko ne ez im, di wê carê de hevalê min ê ko dengê min û wî qaşo wek heve du sixêf û tifek xwaribû, dengê wî hat min jî digot; eger tu ne wek wî ba te ji ber wî ve telefon venedikir.

Cara dawî ko diçim şîna miriyan di hefteya borî debû. Diya dostekî miribû( xwedê wê bi dilovaniya xwe şa bike), diya wî hîna ciwan bû û ez hatim agahdarkirin ko gelekî li ber diya xwe dikeve, bîst û çar saetan digrî û li xwe dixe, îca nas û xerîb diçin serdana wî tako li ber dilê wî bigrin, min jî dixwest wek her kesî biçim, lê min nikarîbû. Dostekî bi xemgînî telefon vekir, kela girî di qirkê de, got: diya Azad miriye divê tu zû bê da em biçin ba wî, kenekî ez girtim û bernedam tako hêsran di çavên min re avêtin, min telefona wî vekirî danî û nema rakir. Piştî kêlîkekê yekî din telefon vekir û gazin kirin; yaho kes nema te li şîna miriyan dibîne, her kes pirsa te dike, diya Azad miriye, rê jê venagere, gerek tu bê em bi hev re biçin, hîna ez li ser telefona malê bûm bû girgira ya bêrîkan, mijar dîsa mirna diya Azad bû. Min derew kirin nekirin neketin serên wan, reva min nema.

Dema em ketin hindurê malê hîna Azad digiriya, bi rastî dilê min gelekî pê şewitî û kela girî ket qirka min, cara pêşî bû ko wisa bi min re çê dibe, her yekî ji me bi şêweyê xwe li ber dilê wî dida, min tenê du gotin jêre gotin; bê mirin nabe, mirin tune ba meyê hev bixwara, mirin jiyana veşartîye. Min zanîbû Azad di nava xwe de bersiva min dabû; ma gerek bû diya min ana bimra!.

Xemgîniya min gelekî berdewam nekir, min li kê dinerî kenê min dihat, ji bo ko kenê xwe bifetisînim min li Azad dinerî, wî baş alîkariya min dikir tako qerpînî ji ber derî hat, qerpîniya burxeyan li ser keviran. Mêrek derbas bû te fedî dikir lê binêre, bi taxim û girafêt, bi simbêl û berçavk, dema ket hindur û Azad hembêz kir çavên min çûn ser sola wî, sola fotbolê ya bi burxe di lingan debû, hîna wî Azad hembêz dikir pirqînî bi min ket, kenekî ne normal ez girtim û bernedam, û her çavên min li ser sola wî bûn, min di nava xwe de digot; yaho wele û bile hin kes meymûn in û şerm nakin, kî be û li ku be dê bi wan bikene. Her ko çavên min bi sola wî diketin dengê kenê min jî bilindtir dibû, tako du merov rabûn ser pêyan û ji min re gotin; bi rastî tu şerm nakî, eger tu nerawestî rabe derkeve, yekî din bi çeplên min girt û ez avêtim derve. Dîsa bi madekî tirş û tahl û bi dilekî xemgîn vegeriyam malê, û her min ji xwe re digot; tobe ko careke din biçim şîna miriyan.

11/11/2008