Eger pêdiviya mirovan bi partiyan tune ba, ewqas partî li cîhanê nedihatin damezirandin. Dîroka yekemîn partiya siyasî vedigere Emerîka, Tomas Jeferson û Cîmis Madîson di sala 1792an de partiya Demuqratî damezirandin û ji wê rojê ve li gel partiya Komarî Emerîka mezin birêve dibe. Xweda di Qurana pîroz de dibêje “her partî bi yên li ba xwe kêfxweşe“ (كل حزب بما لديهم فرحون ).
Wek nimûne li Hollenda Partiya Ajalan heye, nûnerên wê dighên parleman û doza mafê ajalan dike.
Li Rojavayê Kurdistanê yekemîn partî di 14/06/1957an de hate damezirandin, piştî pênc salan perçe bû, li gor agahdariyên ku belav bûne ana 43 partî hene.
Ez tecrubeya xwe ya kesane bêjim, min li dora 15 salan endametiya partiyan kiriye, ji Dêrka Hemko ta bi Koban û Efrînê têkiliyên min ên kesane hene, min bi sedan ku ne bi hezaran be xelk dîne, hemû bêhêviyên xwe ji partiyan re diyar dikin.
Piştî hevdîtinên Hewlêr 2 min telefona dostekî li Qamişlo vekir, ji min re got: ev ne partî ne, ev xazoq in û ketine me, dîsa got: partiyên ku li ser berjewendiyên bilind ên gelê kurd li hev nekin, ew nûnertiya gel nakin.
Derfetên dîrokî ji gelan re tim dubare nabin, şoreşa gelêrî ya Sûrî jî yek ji wan derfetan e ku balkû carek din dubare nebe, êdî çi partiya ne di asta zeftkirina wê derfetê de be, belkû bêtir dibe asteng li ser riya bidestxistina mafan, xiyanetê li gelê me dike.
Partî li Rojavayê Kurdistanê bûne du beş, beşê lawaz ku ji helwestfirotinê pêve tiştekî din nake, û beşê din ê di dawa rêjîmê de, bi riya rijandina xwîna bêgunehan di cengên têkçû û faşil de hêz û siloganên xwe bilindtir dike.