Eger hat û peymana aştiyê di navbera Tirkiyeyê û Pkk de pêk hat, dê bandora xwe li welatên cîran jî bike, wê Tirkî zextê bide ser welatên cîran daku baskên Pkk li ba xwe basko bikin, jixwe yekser li Sûriyeyê wiha dibe, ji ber xuyaye hikûmeta piştî rêjîma Beşar wê piştgira Tirkiyeyê be.
Diyar e Tirkiye naxwaze, û wê bi xurtî hewl bide ku tecrubeya başûrê Kurdistanê li Rojava dubare nebe, li Serê Kanyê diranên xwe yên jahrkirî derxistin û bi şandina komên çekdar ji kurdan re dibêje: agahdar bin, bê wê çi bê serê we, lê kurdan dikarîbûn quloçên Tirkiyeyê bişkînin. Jixwe ku ji bo duyemîn car peyman di navbera Pyd(wek hêza çekdar) û terorîstan de hat imze kirin, wê ji bo me kurdan têkçûn be û ji bo Tirkiyeyê serkeftin be, ji ber ew peyman çilo û çawa be dê Tirkiye hin şert û mercan bi riya çeteyên ku Serê Kanyê wêran kirin li ser kurdan ferz bike.
Bi tenha Pyd li herêmên kurdan bi hêz û çekdar e, ew li cihê metirsiyê ye, nahêle hêzek din bi çek bibe, mirov wiha fam dike ku piroje û pilanên veşartî li dûv in, êdî çi li herêmên kurdan biqewime ew di ber de berpirsyar e. Eger Pyd herêmên kurdan rizgar bikra û rêjîm biqewitanda, û bigota ezê herêmê biparêzim, bila artêşa azad jî biçe Heleb û Şamê rizgar bike, ne li Serê Kanyê û ne jî li herêmên kurdan şer û pevçûn dernediket.
Ji roja şoreşa gelêrî ya Sûrî destpêkiriye, ji Dêrka Hemko, Girkê Legê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kanyê, Koban û Efrînê gilî û gazin ji kiryarên Pyd tên kirin: sê rojan Bana Şikeftê dorpêç kir, îro pyd êrîşî xwepêşandanekê kir, îro ala kurdî daxist, îro pyd mirovek kuşt, pyd bi rêjîmê re têkildare, pyd jinek revand û pyd singê golik rakir. Her wiha dijbera ereb û Artêşa Azad jî eynî wan gilî û gazinan ji Pyd dikin, êdî em vê pirsê radestî aqilmendên Pyd dikin: çima ewqas gilî û gazin tenê ji Pyd û ne ji hêzeke din tên kirin? Gelo em hemû bêbext û bêwijdan in, ewqasî em derewan dikin û tenê Pyd rast e?. Eger yekîtiyek kurdan a rast û dirust li ser xakê heba ewqas gilî û gazin nedibûn.
Gelek kes dibêjin ku Pyd bi tivinga xwe Desteya Bilind dorpêç kiriye û wê li gor piroja xwe dimeşîne, û ji ber wê gelek caran pirgirêk û tawan di navbera partiyên Desteyê de derikevin.
Bi texmîna min, eger hat û rêjîma Beşar rûxiya, dê du hêz şerê Pyd bikin, Artêşa Azad(Artêşa dewletê) û komên terrorist, yanî wê aramî neyê herêma kurdan. Ji kiryarên Pyd ên berdewam diyar e ku ev ne di bîr û bala wê de ye, ji ber xuyaye siberojê naxwîne. Di derheqê kurdan de jî, gelek caran pyd şaş çûye, û eger di wexta piştî rûxandina rêjîmê de wek wexta berî rûxandinê be, û bi devê tivingê metirsiyê belav bike û biryar û çarenûsa kurdan zem bike, ne dûre birakujî derkeve, wê xelk bêjin em bi zorê ji diktatoriya rêjîmê azad bûn, hûn tên bi devê tivingê sistemek din a diktator li ser me ferz dikin. Pyd çekdar e û nahêle hêzek din bi çek bibe, dibêje ku ew kurdan diparêze(Serê Kaniyê wek nimûne), ji ber wê ew ê bi hesanî dev ji wan çekan bernede daku siberoja kurdan jî di dest xwe de bihêle. Ji ber wê gelek kurd ji wexta piştî rûxandina rêjîmê bitirsin. Kî xurt û bihêz be, biryar di destê wî deye.
Eger Pyd ji asmanan daketa, yan jî em ji rêjîmê rizgar bikirna, û yekîtiya gelê kurd ne bi helwestan, belê li ser xakê biparasta, meyê koletî jêre bikra, lê bi devê tivingê xwe kiriye desthilat û nûnera gelê kurd(kesî ew maf nedayê) û ta ana Mihemed Mensûre li Qamişlo desthilatdar e, fermana girtina jinên kurd dide(wek di daxwiyaniya Hevgirtina Rojnamevanên Kurd de hatiye), hîna pûtê diktatorê berê Hafiz Esed di dilê Qamişlo de çikandî ye, jixwe filimê Girzîro jî xelat negirt. Hîna nûçeyek belav nebûye ku pyd êrîşî qereqolek rêjîmê kiriye û wêneyên Beşar qetandiye, vîdyoyek wiha belav nebûye.
Kurdan ji berê ve gotine: ‘’Giya di bin keviran de namîne’’. Pyd, Encûmena kurd û Desteya Bilind çi kiribin, çi nekiribin, wê rojekê ji rojan ji her kesî re eşkere bibe, ew di ber her tiştî de berpirsyar in.
Encûmena Niştimanî ya Kurd bê biryar e, bê kesayetî ye, tenê hin caran daxwiyanî û şiroveyan belav dike. Gelek kes sedema pûçbûna Encûmenê wiha şirove dikin: yan ji ber tivinga Pyd ye daku birakujî derneke û yan jî ji ber terriya partiyên Encûmenê di destê rêjîmê deye.
Ji ber ku li ser xakê yekîtiyek rast û durust di navbera kurdan de tune, ewqase pirgirêk û alozî derdikevin.
Li wê navê xelkên bê alî reşbîniya xwe ji siberojê diyar dikin, û dibêjin: em nizanin wê siberoja me çilo û çawa be, ji ber wê gelek kurd mişext û koçber bûne û bûne penaber, li gel ku rêjîmê bi firokeyan li gund û bajarên kurdan wek Şam, Dareya, Himus, Heleb, Idlib…., nedaye. Êdî çima kurd reşbîn û mişext dibin? Em vê pirsê radestî tevgera siyasî ya kurd dikin.
05/02/2013