Xwendin nebî kes naçî pêş
Peyda dibin pir derd û êş
Mebesta Cigerxwînê nemir ew e ku em hewceyî xwendinê ne, daku ew ên dixwînin bighên asta rewşenbîran, aqilmend û zana, çimkî wî dizanîbû û her wiha agahdar bû jî bê rewşenbîrên miletên blindest dikarin çi rola sereke û bingehîn di cenga rizgarkirinê de bilîzin, wî dizanîbû rola rewşenbîran di civaka miletên li pêş de sereke ye. Jiber wê em jî bi bawerî dikarin bibêjin: miletê qedrê rewşenbîrên xwe negre, li wan guhdarî neke afata xwe tîne.
Bi texmîna min, du beş, du celebên me yên rewşenbîran peyda bûne, nemaze piştî damezirandina yekemîn partiya kurdî yan jî Kurdistanî, ta wexta Xoybûnê jî mirov nikarîbû bêje ku rewşenbîrên kurd bûne du beş an du celeb, çimkî ta wê wextê hemû rewşenbîran bi hevûdu re, bi yek şêweyî û di bin yek sîwaneyê de simbol û berjewendiyên giştî yên gelê kurd diparastin. Wiha mirov dikare texmîn bike ku pirsa ku hemû kurd li ser ne yek bin, dikare bibe pirsgirêk, belkû rewşenbîran jî nikarîbûn wê pirsê baş veguhêzin û bikin pirsa gelê kurd.
Di wê wextê de, di wexta berî damezirandina partiyan de rewşenbîrên kurd di bin yek sîwanê de berjewendiyên gelê kurd diparastin, lê ana û piştî damezirandina partiyan mirov dikare bêje ku rewşenbîrên kurd bûne du beş, beşê serbixwe û beşê di bin sîwana partiyan de, her du beş jî texmîn dikin ku yek ji yê din bêtir li pêş e û ji yê din bêtir xwedî li berjewendiyên gelê kurd derdikeve. Beşê partiyan texmîn dikin ku ne bi riya partiyan be gel birêxistin nabin û maf nayên standin, her wiha beşê rewşenbîrên serbixwe jî texmîn dikin ku ew bêtir di fikir û helwestên xwe de azad in û berjewendiyên giştî bêtir ji partiyan didin pêş û parastin, li gor wan eger mirov di fikir û gotara xwe de ne azad be, nikare doza azadiyê bike, berevajî rewşenbîrên partiyan ku mirov gelek caran guman dike ku bêtir ji parastina berjewendiyên gelê kurd, berjewendiyên partiyan tên parastin. Gelek caran jî pirsgirêkên partiyan wek pirsgirêkên gelê kurd diyar dikin, mînak kongireyê Netewî û deryê Sêmalka.
Mixabin gelek caran her du beş bi hev dikevin û aliyek aliyê din wek asteng li pêşya bidestxistina mafan tawanbar dike, û hev du bi asta ketî di rewşenbîriyê de tawanbar dikin.
Rewşenbîr bûne egera pêşketina civakan, eger li wan bê guhdarî kirin û rola xwe ya ku pêdivî pê heye, serbest û azad bilîzin.
Gelek rewşenbîran nav di partî û serokan dan, gelekî dan taku westiyan, guman kirin ku wê bi ser kevin, û eger ne li ser destê serok û partiya wan be Kurdistan rizgar nabe, lê wê gumanê dirêj kir, gelekî dirêj kir, taku bê hêvî bûn, êdî mecbûr man ji partiyan veqetin û xwe bi peyva: ez serbixwe, me mezin bikin. Gelekên din jî hewldan guhertinan di partiyên xwe de bikin û wê ber bi nûjenî û standina mafan de bajon, lê nikarîbûn, li wan nehat guhdarî kirin, biryar û gotar ne ya wan bû, şêwra wan di biryaran de, di danîna rêbaz û rêçikan de nehat standin, belê tim endam û siyasetvanên keysebaz di rûyê wan de derdiketin, û deriyên giştî û zanistî di rûyê wan de dihatin girtin, êdî ew jî mecbûr man dev ji partiyan berdin û wek nifşê berê bêjin: ez serbixwe me, baştire kole û dûvikê serok û keysebazan bim.
Hin rewşenbîr li ser rêbazên kevn û hezkirina serokan man endam û piştgir, belê bûn mîna parêzerên rêbaza serok û berpirsyarên partiyê, û hin jî ji bo parastina kesayetiyê serok û rêbaza wî ya nimûneyî man kole û dûvik di partiyê de. Hin ji wan rewşenbîran ji bo parastina berjewendiyên kesane bûn nandoz, hin jî ji partiyekê veqetiyan û ketin a din de bê ku tiştekî buguherînin, tenê ji bo berjewendiyên kesane, hin jî mîna nandozan ji wî perçeyê Kurdistanê xwe çeng kirin dawa perçeyê din dîsa ji bo durûtî û berjewendiyên kesane.
Êdî rewşenbîr bûn du beş, lê dîsa jî em nikarin bêjin ku rewşenbîrên serbixwe bûn xwedî yek helwest û gotarê, na, belê qet na, her wiha rewşenbîrên partiyan jî man bê hêz û bê rol, belkî bûn perçe-werçe li gor jimara partiyan. Gelek caran jî li dijî hev derketine, dijîtiya wan giha wê astê ku li çalakiyên hevûdu yên çandî û wêjeyî jî beşdar nebin. Çi ji vî beşî yan ji wî beşî derbê beşê din tune û piştguh dike, nimûne gelek in, lê ji bo nivîsa me bimîne nivîseke giştî, emê nimûneyek giştî bînin, ew çi rewşenbîr e ew ê ku berjewendiyê giştî neparêze, her wiha ew çi rewşenbîre ew ê ku serokê partiya wî çi bêje bike helwest û daxwiyanî û berevaniyê di ber de bike û jêre li çepkan bide, belkû ew reşeqîr in ne rewşenbîr in.
Rewşenbîr di ber rewşa kurdan a ana de berpirsyar in, çimkî wan nikarîbûn ji bo xwe û li dûrî rêbaz û pirsgirêkên partiyan ên navxweyî kesayetiya xwe ya azad û serbest, gotara xwe ya serbixwe, û fikra xwe ya serbixwe ava bikin, nikarîbûn cemaweran perwerde bikin û fikra netewî li dijî hestên partayetî biparêzin û bi hêz bikin, belkû ji ber alavên wan ji yên partiyan kêmtirbûn, lê belê tim fikir û gotara xwe bi ya partiyan ve girêdan, man dûvik û tawanbar, gotin partî rê nadin me ku em çareseriyan ji pirsgirêkan re peyda bikin, ji bo ji rola xwe ya sereke û bingehîn birevin.
Wê çi halê wî gelî be, eger rewşenbîrên wî bibin asteng li pêşiya pêşveçûna wî?!
Di pêncî salên dawî de, me dikarîbû bi riya partî, ol, zarav, sînor,… û serhişkiya xwe gelek perçebûn û dîwarên navxweyî ava bikin, êdî aniyên şer ên bi dijminan re sar û bêdeng man, çimkî em xwe bi xwe bi hev ketin. Ji ber wê divê li rewşenbîrên giştî yên ji her kesî ve eşkere û zelal in bê guhdarî kirin, ew ên ku ji bo parastina berjewendiyên giştî pêl li berjewendiyên xwe yên kesane û partayetî dikin, belkû erkê me hemiyan e ku em wan bînin ba hev û ji wan re bêjin: fermo çareseriyekê ji şikestin û têkçûnên me re bibînin.
Nimûneya dîrokî jî ev e, gelo wê Iskenderê Mezin bikarîba ewqas serkeftin bi dest xwe ve bîne, eger ne ji Arstotalîsê rewşenbîr û feylesûf bûya, ew ê ku mamoste, rêber û şêwirmendê Iskenderê Mezin bû. Êdî pirs ev e: gelo serok û rêberên partiyên me, şêwra rewşenbîran di standina biryar û danîna gotaran de dikin? Yan tenê bi serhişkayî her tişt tê meşandin, û ji ber wê ewqas perçebûn di partiyan de çê bûne.
Li dawî, me rewşenbîr û rewşenbîrî kir mijara xwe, lê gelo rewşenbîrên me hene?
11/11/2013
Hollenda