Gotar

Fatma, bû qurbana azadiya xwe

09.04.2002

Ev ne şeref ű naműse wek ku tęte gotin, belę şeref ű naműsa herî mezin ku mere li welatę xwe bijî di rewsa xerab de, lę vęca ku mere barkir ű bi çolan ket dibin siya kawdanin reş ű tarî de divę mere ligor kulturę wî welatî jî bijî, kuştina Fatîmayę di nerîna min de nebű şeref ű naműs ji bav re. Gelo ku Fatîma bi mirovekî Tutrk re zewicîba dę bavę wę ew kuştiba? Gelo Siwędî jî bűne dujminęn kurda.

Li gor musulmantiyę jî ev ne şerefek mezine çimkî wę ne bi dizî ev yek kiriye, belę jibo pękanîna azadiya xwe ev yek kiriye, helbet ev ji musulmantiya teng ű nezan tę, yę ku dîroka kurdî ji rojahatina musulmantiyę de xwendibe dizane çi bi serę kurda hatiye ji dű musulmantiyę, lę ez ji sedî sed bawerim ku kurd ne musulman bana anka welatę wan hebaya ű jin ű keçęn wek gula nedihatin kuştin. Gelo em kurd hęjane di vę dunyaya xweş de bijîn? Ta niha em evînę..hezkirinę…ken..azadiyę..xewnęn gulgulî..hęvî ű sozan dikujin.

Em kurd jibo azadiyę kar ű xebatę dikin lę di eynî çax de em hinek kes wek Fatîma dikujin çimkî ew jibo azadiya xwe dikin.

Gunehęn me di vę dunyaya xwe sde pirin, guneha herî mezin ku em kurd in ű em musulman in, lę ma çi gunehę me bű ku em kurdhatin dunyayę, çi gunehę mebű ku em musulman ű dibin destęn dęwan de wek Turk ű Ereb ű Eceman hatin dunyayę? Lę ligel bîrbirinę, ligel zanebűn ű rewşenbîriya me em xwe ji gunehęn xwe naşon, kî ji me dikare sűnda giran buxwe ku xuşkan qîza xwe dibin mirovekî de bibîne dę tuştekî neke, dę karibe xwe bigire ű kuştinę neke, lę ku tu kuştinę jî neke mane tu ji gotinęn xelkęxilas nabe, gotinęn xelkę dę te bikujin ű te ber bi kuştinę de bajon. Em miletekî rojhilatîne, em xęrę ji hevűdure naxwazin.

Ta ku kurd nebin wek Europiya ji hęla jinę de, ta ku jina kurd azadiya xwe ji męrę kurd nestîne bila kurd nebęjin dę welatekî me çębibe, nemaze ji hęla sęksî de. Çi çaxę me şeref ű naműsa xwe di welat de dît ne di laşę jina kurd de wę çaxę em dę ręzgar bibin ji her tuştî, çaxę ku kurda keça xwe an jî xuşka xwe bi tękiliyek evînî an jî sęksî bi xortekî re dîtin ű kuştin nekirin wę çaxę dę Kurdistan ręzgar bibe. Ez bi azadiya keça kurd re me ji hemű hęlan de bi teybetî hęla cinsî ű ev tenę dę me jiher tuştî ręzgar bike.

Jina kurd ji her hęlę de bindeste, ji hęla kirîn ű firotinę, ji hęla pismam ű heyirandinę. Jina kurd ta niha nikare hevalę jiyana xwe helbijęre. Ma ev ne nexweşî ye, ma ev ne rengek ji bindestiyę ye? Fatima ne ya pęşî ű ne jî ya dawî ye ku tęte kuştin, helbet dę gelek din bęne kuştin di ber azadiya xwe de ű li van welatan ango welatęn Ewropiyan, çimkî xort ű keçęn kurd yęn nű hatine van welatan ligel malbata xwe bi berebabęn Ewropiyan re mezindibin helbet dę wek wan bin, lę dę ű bav dę wek xwe li paş bi hiş ű ramanin paşketî bimînin da wę ji qîza xwe re nehęlin ku azadbe. Gelek keçęn kurda dę li van welatan bibin qurbana azadiya xwe wek serok wezîrę Siwędę Goera Persson li ser Fatimayę got: keçek cesűr ű ciwan ű bedew bű, ew bű qurbana azadiya xwe.

Ez careke din gotina xwe vedigerînim, kî ji me qîza xwe an xuşka xwe di rewşek sęksî de bibîne dikare kuştinę neke, ku neke jî dę kesę derdora wî wî ber bi kuştinę de bajon ű em kurd mixabin em vę yekę bi xurtî dikin, gelacî ű axaftina li ser hevdu, lę çi çaxę me keça xwe an jî xuşkaxwe di rewşek sęksî de dît ű me kuştin nekir bizanibin wę di eynî çax de Kurdistan ręzgar bibe.

Yę ku nikaribe mejiyę xwe li gor kultura van welatan biguherîne bila vegere welatę xwe kuştinę bike.

Bang :

Ez dengę xwe yę bi şewat bi xurtî bilind dikim ű digihînim hemű kesęn bi rűmet ű yęn ji azadiyę hesdikin ku roja 21-01ę ji her sal li EWROPA (mixabin) bibe roja azadiya jina kurd. Ez bi hęvî me ev banga min cihę baweriya hemű partî-hęz-komele-ręxistin-kovar-rojname-nivîskar ű rewsenbîran be.

Pirs: Ku tu di şűna bavę Fatîmayę de ba, xwendevano, te yę çi kiriba…?
Ez li hęvya bersiva we me…….