Pirsgirêkên herêma rojhilata navîn bê jimar in û diyar e bi destê xelkên herêmê çareser nabin, belê rêjîmên herêmê bêtir û bêtir pirsgirêk û problêman ji pêşeroja herêmê re derdixînin, rêjîm û desthilatdarên herêmê nahêlin miletên herêmê bi aramî bijîn, di dema ko hemû desthilardarên dunyaê rewşa milet û welatê xwe xweş û rihet dikin, em dibînin Tirk, Firs û ereb herêmê ber bi wêrankirin û bê aramiyê de dibin.
Nimûne; Sedam Iraq û herêm wêran kir, ana îca divê Iraq bi keda miletê Iraqê ji nûve ava bibe, jixwe guhertina Sedam û Iraqê ne bi destê xelkên herêmê bû.
Turkiyê; bakurê Kurdistanê wêran kirye, pirsgirêkên Turkiyê jî gelek in, ew û hemû cîran ne li hev in, hêzên derveyî sînoran(USA, EU) Tirkiyê mecbûr dikin xwe biguherîne, lê Turkiyê wisa yek girtî namîne, her wisa Iran û Sûriyê jî pêşeroja xwe ber bi wêrankirinê de dajon. Hikûmeta milet û welatê xwe ber bi aştî, xweşî û aramiyê de nebe, naxwe wî ber bi wêrankirin û perçebûnê de dajo.
Ana rêjîma Sûriyê jî wisa dike, li şûna ko rewşa milet û welatê xwe xweş û baş bike, em dibînin roj bi roj bêhtir astengan li pêşiya pêşketina rewşa milet derdixîne, bi taybetî ji kurdan re, di dema ko hemû hikûmetên dunyayê bi hilbijartin tên û dibin desthilatdar dako rewşa miletê xwe bi tevayî baş û xweş bikin, em dibînin a Sûriyê bêtir zindanan vedike, bêtir milet birçî dike, welat wêran dike. Li şûna pirsgirêkan ji nifşên bên re çareser bike, dako di rewşeke baştir de bijîn, em dibînin bêtir problêman ji pêşerojê re dihêle û derdixîne.
Mexabin rêjîm û welatên herêmê jî tiştekî nakin, belê gelek caran piştgiriya wan rêjîmên diktator dikin, wek çilo piştgiriya Sedam dikirin. Îca diyare ko ne bi alîkariya derveyî sînoran be û ev jî dikare bi gelek şêweyan bibe, dê guhertin û pêşketin nebin.
Kurd dikarin li dujî wisa rêjîm a ko mafê kevir û merovan dixwe, helwesta xwe, hêza xwe bi yek in, an jî dê li ber lehiya hêrs û nerazîbûna milet winda û tune bibin. Ko hestê netewî di ser ê partî û serokan re neyê dîtin, berjewendiya milet û welat di ser a kesane, partî û serokan re neyê dîtin, bila nebêjin em tevger in û ji bo gelê xwe kar û xebatê dikin. Dema ko tevger ne li gor hêvî û daxwaza milet be, dema ko nikaribe armancên milet bi cih bîne, û dema ko milet jê nerazî be, êdî çima tevger e?, a baş xwe biguherîne an jî bê pişaftin.
Ana rêjîm dixwaze zinara erebî berfireh bike, a ko ji salên şêstî de berdewam e, û sed û pêncî malên ereb piştî qewitandina kurdan li şûna kurdan bi cih bike. Îca kurd li dujî vê projeya şoven û genî dikarin çi bikin?.
Wek ez dizanim bêtir ji sê helwestan ji tevgera kurdî diyar bû ye, û ev têkçûne, li şûna ko kurd hemû li dujî pirojeyeke wisa bi yek bin, em dibînin her partiyek bi tenha xwe zirtan dide û dibêje; em ê wisa û wisa bikin, em dixwazin wisa bikin, lê mexabin ên din naxwazin bi me re bikin. Li şûna ko kurd dokumenteke dîrokî ji hemû dezgehên navnetewî û cihanî re birê kin û bi yek helwestê li dujî vê projeyê derkevin, dako mîna Kerkûkê nebe, lê diyare ev yek dê neyê kirin ko xeber û sixêf ji serokan re neyên dan, wek di 12ê adarê de bû, her wisa wek ko partiya yekîtî gelek çalakî ji bo endamê xwe Şêx Alî di dema girtina wî de kir, îca diyare kurd ji bo projeyeke wisa bi 12ê adareke din ranabin ko xeber û sixêf ji serokên kurdan re neyên dan. Ji bo ko kurd hemû li dujî vê pirojeyê û hemû pirojeyên tên bi şêweyê 12ê adarê derkevin, wek pêşniyar; bila grûpek kurd cilên ereban li xwe bikin û xeber û sixêfan bikin hemû serokên kurdan ên zindî û mirî, ên çûyî û mayî eger kurd ranebûn ser piya û ew piroje têknebirin ez ê yazdeh pîvazan bi guhê xwe vekim.
26/07/2007