Gotar

Isma’îl Umer çû, ma?

Qado Şêrîn

Sê roj mîna sê sedsalan derbas bûn, hîna jî hewl didim ku hest û hezkirina xwe eşkere bikim, mixabin min nikarîbî. Mîna çûkê serjêkirî li nameya xwe digeriyam
Dema min ew nûçeya xemgîn û kambax bihîst, min xwest derew be, min xwest xwe bixapînim û ji jiyanê dûr bikevim, min bi destê ADAROyê xwe yê biçûk girt û me berê xwe da stêrkan. Nizanim em çiqasî li derve, li ber bêhna pelên daran ên weşyayî man, lê ez zanim em gelekî mabûn, ji ber ADARO westiya bû.
Gotin û peyv di ku de asê bûne, gelo pênûsa min a qambostî li hember qama te ya bilind ji kîjan darê weşiyaye, gelo peyv û gotin jî di dema payîzê de mîna pelê daran diweşin û xwe ji ser riya pênûsan didin alî, yan gotin û peyv jî deyndarên bejna te ne û xwe ji roja din re, roja ku emê hemû bi şoreşa te rabin, xwe amade dikin. De ta wê rojê bila serê xwe li ser dilê min deynin.
Min tim guman dikir ku bejnên bilind giyanên pêxemberên bi hezarên salan di zelalbûna ava û bexçeyên hêvî û ramanan de, diparêzin. Û giyan ne giyanê wan e, ramanên wan dibin çûk û li ser pencer û darên di tabloyên gêncên me de bi cih dibin.
Isma’îl Umer, te ew dilê nazik û zimanê nermik li ser çi refikî danîn?, gelo te ew jî liyaqî giyanê kesî nedît û diyarî bêhna axê kirin?.
Isma’îl Umer; em ê bi çi rûyî dîroka te li ser eynî riyê dubare bikin, mane me li ser hezkirina te li hev nekiribû, tê hîn jî rê û xaçirêkan li pêşiya me bi raman an bi gulên xwe bixemlînî?, de bila dilê te yê nazik fanosa di destên me de be û em tiştekî din ji te naxwazin.
Ah, aaah, heçê mirin di bîr û bala wî de be gunehan nake. Mirin xeyd û cudahiya di navbera giyan û giyan de ye û ne xeyd û cudahiya di navbera laş û giyan de ye. Îca kîjan mirinê tu talan kiribû, tu li ber kîjan lehiyê biribû, bayê kîjan mirinê giyanê te bi jor û ber bi asmanan de bir?, jixwe mirin tenê dikare hezkirina me ji bejnên bilind re nû bike.
Û ji bo te Isma’îl Umer, dostê nemir mirin jiyan e.
Gelo piştî rijandina çend stêran emê di bin barê hezkirina te de, li ber ba û bahoza hezkirina te, li xwe haydar bibin û li xwe mikur bên: em hîna jî ji te hez dikin.
20/10/2010