Qilçix

Min diya xwe bê ziman dît.

Berî mirinekê min diya xwe dît, de îca çi dibe bila bibe, bila ez bi bapêş a berazan bimrim. Ta bi kêlîka me hevûdu têde hembêz jî kir, min bawer nedikir wê bibînim û biçim dest û rûyên wê. Tim di nava min de mijûliya koçkirina dawî hebû, tim min ji xwe re digot; ez an ew ê bimre û emê hev nebînin. Mirin mêvana bê soz e, wek telefona destaye, li kur be bê şerm dikare lê bide.

Min diya ko ji çardeh salan de nedîbû, bê ziman li rawestgeha  tirênan a Osnabrück (Elmanya) dît, û li ser baskên çavan ew ber bi Holenda ve bir. Me Adaro yê ko nû fêrî peyvên mîna pênûs, mase û spas bibû, bi xwe re nebirbû, diya min gelekî pirsa wî dikir û digot çima we ew jî bi xwe re neanî. Jixwe diya min ji bo dîtina wî hatibû van welatên sarogermo.

Rojên destpêkê diya min û Adaro ne gelekî dost bûn, lê di dûvre Adaro yê du salî ji bo dîtina wê ji xewê şiyar dibû û ji jor mîna çûkekî qefilî xwe diavêt odeya wê, eger diya min razayîba li ber deriyê odeya wê dirawestiya ta ko şiyar dibû û ta êvarê bi hev şa dibûn û dilîstin. Ji diya min fêrî gelek lîskên zarokan ên berê bû, her wisa fêrî gelek gotinên şaş jî bû, zarok ecêbin, me bi zor û heft belan ew fêrî gotina pênûs kir, dema diya min got ‘’qelem’’ yekser wî jî got ‘’qelem’’, min xwe kir bi qurbana diya xwe dako bêje ‘’pênûs’’ digot: wele yabo ez wilo. Diya min ji civak û derûdora xwe fêrî wan gotinan bibû, çimkî ew tevli civaka ereb nebûye û ji wan hez jî nake. Berê kurdiya diya min bi gelekî ji ana baştir bû. Berê kurdayetî jî ji ana baştirbû, ana xerabxwaz ji başan bêtir dikin dako xwe berz bikin û her tiştî wêran bikin

Me bi zor û heft belan Adaro yê du salî fêrî gotina ‘’pênûs’’ û tiştin din kiribû, diya min hat û ew gotina nazik bi ‘’qelem’’ guhert û ket devê Adaro, ana îca em dikin û nakin ko em karibin gotina ‘’pênûs’’ vegerînin ser zimanê wî yê biçûk em nikarin.

Min tim ji diya xwe re digot û ew agahdar dikir ko, wê baştire be eger gotinên kurdî li şûna yên erebî bikar bîne, wê digot: em wisa fêr bûne, li gel ko berê ne wisa bû. Berê me ji şûşeyan re nedigot’’qenîne’’, me ji masê re nedigot ‘’tawle’’, me ji çêlekê re nedigot’’beqere’’. Ana gelek gelek gotinên erebî ketine nav ziman û axaftina bi kurdî, û bê şerm tên bi kar anîn. Mexabin carinan ko bi kurdiya petî û paqij bi hinan re diaxivim bi min dikenin, wek ko ne zimanê wan be, wek ko şerm be.

Mexabin diya min gelek peyv û gotinên erebî li şûna yên kurdî bikartanî, bê guman ne ew tenê wisa diaxive, min jî gelek caran axaftina wê dibirî û gotina kurdî dianî bîra wê, lê her wek xwe dikir, ne ji qest û mebesta şikestina ziman wisa diaxivî, diyarbû civaka salên dawî bandora xwe li diya min jî kirbû. Jixwe siyasetvanên me ziman lewitandine, merov ji ber axaftina wan a bi kurdî şerm dike, lê diyare ew şerm nakin.

Eger sedemên şêrînkirina ziman peyda bûn, mîna tv, civak, çalakî û partiyan. Partî dikarin ziman bi merov şêrîn bikin, eger serok û rêberên wan bi kurdiya ne wek ya diya min axivîn û şerm ji wî kesê bi kurdiya qels biaxive re dîtin, belavokên xwe bi kurdî ne bi erebî derxînin, êdî kes nema gotinên erebî dixe nav kurdiya şêrîn. Civaka nezan a ko şerm neke zimanê nezanan diafirîne. Eger hestê netewî bilind be, asta ziman jî bilind e.

Îca dema diya min gotinên erebî di nav kurdiya şêrîn de bikar dianî, bi vê yekê wê agir bera nava min dida, min ji xwe re digot: diya min bê zimane.

Ziman nasname û pasport, hebûn û giyanê miletan e, eger zimanê miletekî têkçû ew milet nema milet e, ne hêjayî jiyanê ye. Ew milet sersar e, û girîngiyê nade tiştekî û bila xwe nexîne rêza miletan. Milet bê zimanekî taybet nînin. Ji erkên netewîye ko her nijadek zimanê xwe biparêze.

22.04.2009