Yekanekê Dabistane Azîzanê Gula çepo Çep hilmijo Xana gujo Gul hine ye Bîst pere ye Bîsta te ye. HOPANÊ Hopanê, hopanê Kejiya min a panê Avêt gola hanê Gola han qamî? e Marî fîşe-fîş e Kekê min çawîş e Çawîşê biçûk e Min jê´r anî bûk e Bûka Hesen Begê Sêva ser kulegê Wê sêvê hiltinîm Gulekê datînim Gul gula hedadan Derî li min radan Çûm quncikê tarî Teyrek tê´de dinalî Çi teyrekî sil e Tasa bi zengil e Kuta binê dile Deng diçû Mûsile Mûsila helak e Dest û pê ?ibak e Şibaka zêrîn e Pêçîka zîvîn e Heft qor digerrîne Qorek temam nîne. Min got: ‚‚ Teyro çi hewalê te ye? Got: ‚‚ Perr û baskê min ?ikestiye. Kirasê Fatma Nebî ye Avêt ser derîye Dizan ji xwe re biriye. ‚‚ Dizo, dizo bi ku de? ‚‚ Bi rêka deştê de. şûr û mertal di ber pi?tê de. Leg û leg Leg û leg Teyrê belek Zaza bilbil Dermanê dil Bavê Fato Çû welato Heya hato Leg hilato Ro Vêket Ro vêket Mizgîn daket Pisika xalo Çortan dizî Kir hebanê Bir meydanê Kevirê mermer Xoce li ser Elahû Ekber Maka esker. (Gundê Şêxuliyê /Sêrek)
Yê berhev kir: Mustafa Gazi Yek û yek Yek û yek Teyrikê belek Zaza bilbil Dermanê dil şekir û şemal Wê li ber çema Çemê beqê Av tê nema Ez kuncî Tu kuncî Ser textikê Birincî. (Kerboran) Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Endilko Endilko bavê Beko Yek a min yek a keko A keko tol bû çalê A min ma heya salê. (Têrka/Diyarbekir). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Gumbla Gumbil Yêkanekê Davistanê Xana xizê Dotileynê Malê min e Malê te ye Heba ce ye Xulxule ye Bîst li te ye. (Di vê beşa 1-ê a jorîn de zarok pişk davêjin. Di beşa 2-yê de hem dilîzin û hem jî van gotinan dibêjin.)
Gumbla gumbil Axçî kunis(Axçîk û nis ? M.C.) Gûwa beraz Încikdas Destekî ser destan e. Lice/Diyarbekir). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Wîl didim Wîl wîl wîl didim Herdu çava kil didim Kilê j' kilê buharê Ava j' ava çinarê Çinarîka qirşika Kumê hirçê zêrîn e Hirç elimye ser texta Qeytana devê rex ta Yê xwestî B' dergistî. (Kerboran). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Cihok Celalok Cihok celalok Tirmisîn hevalok Çû ku birî Sa biçirî Çû ku mîz ke Bûbû gîske Çû axirê Dizê qantirê Çû kadînê Dizê mihînê Çû nadirê Dizê kerê. (Silîva/Diyarbekir. Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Sulêmanê du nukil Sulêmanê du nukil Çû ser darê tirek kir Hat bin darê fisek kir Çû mehkemê deng nekir Hat malê fedî kir. (Devera Sultan ?êxmûs). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Silo du nikilo Silo silo du nikilo Çû ser darê tirek kiro Hat bin darê fisek kiro Çû qereqolê gilî kiro Hatî malê fedî kiro (Gundê Quzîcaxkê/Diyarbekir). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Şeqlo Beqlo Şeqlo beqlo Bi arê teqlo Arê vingo Peqê vingo Ji ser mêwê pilqya. (Erqenîn/Diyarbekir). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Sat Axa Sat axa satil axa Qûn axa qantir axa Hillivî millivî Çaq livî çaqil livî Ar tûtik berwar tûtik Şêx Gêlani devrûtik. (Devera Siltan ?êxmûs). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Hêkekê Hêcirekê (Sat Axa)
Hêkekê hêcirekê Tixba?î bêlugba?î Ar tûtik berwar tûtik Şêx Geylani guhrûtik. (Gundê Quzîcaxkê/Diyarbekir). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Hêkil Mêkil Hêkil mêkil Can û cêkil Estiyê kewê Li bin mêwê Mêw qetiya Ji hacika Ji macika Ev hêlin e Ev paçika. Silîva/Diyarbekir. Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Yek bi yek Yek bi yek Dudu b' dudu Sisê b' sisê Çeqla fisê Mamê dinê Bi kevirê sînê Di ber ra çûm û Di ber ra hatim Elahû Ekber. (Têrka/Diyarbekir), Yê berhev kir: Mustafa Gaz