Dibêjin carekê sê ga hebûn. Yek zer bû. Yek reş bû û yek spû bû. Hersê heval û hogirên hev bûn. Bi hev re şîr xwaribûn. Û di xweşî û firehiyê de mezin bûbûn. Û heyiya xwe dabûn hev. Û ketibûn nav qamîşekî asê de. Ji bo paraztina xwe ji dehban. Çend caran gurî û hirç û piling li wan derketin, çûn ko wan bikujin. Dîtin ko hersê hev re hevalbend in û xurt û zexm in û har û hêç in. Newêran xwe li wan bidin î biqewimînin. Tu rê ji bo kuştina wan nedîtin. Zivirîn çûn nik şêrekî. Û jêre qise kirin û gotin: Sê gahê wisan li filanderê de hene. Em çûn wan bixwin me newêra xwe li wan biqewimînin û me tu rê ji kuştina wan re nedît.
Şêr got: rê û elac li nik min û ez dizanim. Şêr çû sehitiya wan kir, dît ko wisan e herwekî jê re hatiye gotin, newêre xwe rast rast li wan bide biqewimîne. Şêr rûnişt û melheza kuştina wan kir ka bi çi awayî têne xwarin. Rê dît û hêdî hêdî bi hendekî kiçik û çavên sist û nizim giha nik wan. Kêfxweşî li wan da û got: ma hûn nizanin ez çiqas ji we hiz dikim û heyran dimînim. Ez hatime da em tev de rabin û rûnin û bibin çar bira û hev re bijîn.
Hersê ga li hev şêwirîn û gotin: Em sê ne û ew yek bi tenê ye ew bi me nikare bila digel me be, û bi havaltiya wî qaîl bûn. Çend rojan vêkre borandin û li hev ewle bûn û zanîn ko bûne dostên rast. Rojekê şêr gayê spî û zer nependî kirin û pesnê wan da û got: Em hersê spî û zer in û nêzîkî hev in û ji yek rayî ne. Ma ev gayê reş û pîs digel me çi dike û ne ji ra û xwîna me ye û zêde ye. Û hevaltiya wî ji me re nabe û em hersê bi kêrî xwe tên.
Bûne yek û ê reş kuştin. Şêr bi çûna reşo şa bû û çavên xwe bel kirin. Heftîkî dî şêr zer nependî kir. Û jê re got: Ey dest bira ez dibînim tu ji spiyo gelek spehîtir û xurtir, zexmtir û eqiltir î rayê min û te dimîne hev. Ma em nikarin xwe biparêzin spiyo zehf dixwe û dixwe û çêre xelas kir. Lê em mane welê. Divê ew ji nav me derkeve da ko xweşî hemî li me bimîne. Sipyo jî kuştin. Piştî çend rojan. Nûka hiş û eqlê zero hatin serî û zanî ko havaltiya şêr ne ji dostanî û hezkirina wî ye jovan bû lê jovanî dest neket. Û bîra hevalên wî hat bîrê û zanî vêca dora kuştina wî ye. Ji lewre zanî tenê nikare şêr. Û tu rê ji bo xelasiya xwe nedît ji destê şêr. Pê lingên xwe ax dikola û serê xwe dikir. Qorî û girî û hundirê wî şewitî. Şê lê nêrît û got: Erê birayê zero ma tu çira diqorî û digrî. Û axê serê xwe de dikî.
Zero got: Giriyê min ji bê tifaqiya min û bêbextiya te, ne dostaniya te ye, roja ko reşo hat kuştin. Ez hatim kuştin û roja sipiyo çû ez çûm. Ez dizanim îro dora min e jî.
Şêr lê zivirî û pencek lê da kulabên xwe gihand ser kezeba wî û got: Dostaniya min digel te û biran ev e zero.
*-Ji ‘’Hawar Cild-1, hejmar 1-23, (1932-1933), Nûdem, R 557. Yan jî Hawar hejmar 18.
*- çawa di Hawarê de hatiye weşandin, tîp bi tîp di malperê de jî belav dibe ((sernivîser))
MISTEFA EHMED BOTÎ*