Folklor

Rêwî û gûyê zarokê

Rojekê zilamekî rêwî, li gundekî dibe mêvanê malekê. Mazûrvan şîvê jê re çêdikin, şîva xwe dixwin û şevbêrka xwe dikin. Dibe wextê razanê, cihê wî jî datînin û dibên: „Heyran tu ji rê de hatiye û tu westiya ye, keremke ser cihê xwe razê“.
Herkes diçin ser cihê xwe radizên. Nîvê şevê mêvan ji êşa zikê xwe ji xew şiyar dibe, dibîne ku qurqura nava wî ye. Hema radibe ser xwe û berê xwe dide deryê derve ku here destavê.

Dema derî bi hêdîka vedike ku derkeve, dibîne ku kûçikek weke keftarekî li devê derî mexel e. Ji tirsa kûçik qidûmên wî dişkin, hema dîsa bi hêdî derî digre û paşde vedigere. Mêrik dike nake çarê nabîne, navê zorî dayêyê, nema zane wê çi bike. Li hundir digere, dibîne zaroka malê di dergûşê de ye. Hema paçkê zarokê vedike, di nav paçkê zarokê de gû dike, dîsa paçik girê dide û tê ser cihê xwe radizê.

Sibê zû bi dengê pîreka malê şiyar dibe. Pîrek dibê:“Peppûk, peppûk, pepûk!  Mêrko mêrko, ka rabe hele binêre îro gûyê zaroka me ne weke her rojê ye kuro, bi xwedê zaroka me nerihet e. Rabe emê wê bibin ser hekîmekî bavo“.

Mêvan hema ji  ser cihê xwe radibe û ji pîrekê re dibê:“ Yadê bi xwedê tu zaroka xwe bibe ser deh hekîman jî xêr nake. Heta ku kûçikê we ev kûçik be û li devê deryê we be, wê gûyê zaroka we jî her ev gû be“.

Îcar siyaset, ziman, qedr û rêzgirtina piraniya Kurdên me yên îro jî bûye wek mesela mêvan û gûyê zarokê gelî xwendevanan. Hêz û rêxistinên me dixwazin qaşo bibin alternatîf, lê ji tirsa kûçikê ber devê derî newêrin derkevin der, newêrin kevirekî bavêjin kûçik û bedelê bidin. Yan wê bi xwe de birîn û yan jî wê serê hev bixwin. Ji alîyê din nifşên nûhatî jî ne qedir hiştine, ne ziman û ne jî nirxên Kurdewarî. Hema kê û çi dibînin êrîşî wan dikin û wek sêva ku nava wê xerabe be li dikan û bazaran tên firotin.

Îcar nizanim, hema em bûne wek şorba nîskê û hûn sax…

29.01.2010