Hebû, tunebû xêr û xweþî li dê û bavê min û we bû.
Dibêjin, carekê ji caran, rehmet li dê û bavên guhdaran jý xeynî tralên li ber dîwaran: du mirov hebûn, navê yekî Rasto û yê din jî Xwaro bû. Weke ku ji navê wan jî xuya dike, Rasto xwedîyê gotina xwe, ji rastîyê û dirûstîyê hez dikir, hevalên xwe ne dixapand. Lê Xwaro çiqas dubare çewtî û tevlihevî hebûya, wî ya qenc ne dikir, rastî ji qirikê dernediket.
Dibêjin, herdu bûne destbirakê hev û tim ji hev ra digotin: “Rast bi rastîyê de û xwar bi xwarîyê de here”. Herduwa qîma xwe bi hev anîbûn.
Dibêjin rojekê ji rojan Rasto û Xwaro bi hev ra dimeþiyan, herdu destebirak bûbûn rêwî. Rêwîtîya wan gelek dirêj bû. Li deþta bi rê ve çûn, çiya û rûbar li pey xwe hiþtin. Riya wan bi bejayakê ket û hêdî-hêdî çoleke dûr û dirêj kete ber wan.
Demeke dûr û dirêj li kerbelayê meþiyan, ji hal de ketin û zêde tî bûn, zimanê wan erînekê kiþiyan. Li vê çola xalî, ne tu çem, ne tu cobar, ne sarinc û qolîtk, ne gund, ne þênî, ne avayî tunebûn. Pir çûn, hindik çûn, li ber çavên wan reþve dihat û lîyan û rewrewkê digirt, qýrýka wan zuha bûbû, lêvên wan qeþmûþk dýgirt, tav hertim li wan germtir dibû… Ji niþkê ve dîtin ku, sarincek li ber wan e. Li dora sarýncê çûn û hatin, av li kûr e. Ne satil, ne çelt û ne dewl, tiþtek tunebû ku pê avê býkþînýn. Pêwîst e ku yek ji wan, ya Rasto û yan jî Xwaro daketa sarincê avê vexwe û bi kulma xwe yan bi destmala xwe bide hevalê xwe jî.
Xwaro gote Rasto:
– Birako, ka dakeve sarýncê em ji tîna mirin.
Rasto yek ne kir didu daket sarýncê, av bi destmala xwe û bi kulma berê da hevalê xwe û paþê têr vexwar…
Piþtî têr tîna xwe þýkenandýn bêhna wan fireh bû, hiþê wan hate serê wan, Rasto ji binê bîrê ban kir:
-De birako ka destê min bigre, min hilkiþîne…
Xwaro:
-Birako, xwar bi xwarîyê da, rast bi rastîyê de diçe. Ê min bi xatirê te: tu li halê xwe bigrî… û meþya çû. Rasto çýqasî di binê bîrê de ma, nizanim, êvarekê hin deng bihîst.
Rasto guhdarî kîr, ku þêwreke mezin li ser bîrê civiya ye. Gur û sîxur û rovî li hev kom bûne. Her sê bi kêf û henek û bi ken rûniþtine, yarî û tinaziyên xwe dikin. Rasto jî bi bê hêvîtî guhdariya wan dike:
Rovî ji gur pirsî:
-Birakê gur, tu çima hevqasî dikenî, ji kerema xwe bêje ka sebeba vê kêfxweþiya te çiye?…
Gur:
-Ma ez nekenim, wê kî bikene?… Kanîya gundê me çikýya ye. Marekî mezin (zîha) ketiye devê kaniyê, nahêle firek av derkeve. Terþ û talanê gundiyan tev tî ne, ava here nêzîk qonaxa 4-5 saetan dûrî gund e. Pez û dewar, gava diçin ser avê, durêzî hevûdû dibin. fiivan diweste, kûçik tûle dibin, pezên, qelew, dûvberdayî li paþ dimînin. Ez êrîþ dikim, heta þivan kûçikan hay dikin, dikine heytehût, ez meda xwe distînim, bi xweþî nêçîra xwe dibim. Pîrê caran, laþên berx-berindîran li erdê dimîne, ez paþê têm, lê vedîgerîm, têr dixwim.
Rovî ye, ranaweste (nasekine) ji sîxur pirsî:
-Ka birako, ê te tu çima hevqasî dikenî? Va birakê gur a xwe got, ji kerema xwe re tu karibî ji me re bêjî.
Sîxur dest bi a xwe kir:
-Min qîza paþê dîn kiriye. Paþa kurdûnde ye, tenê ew keçýk jê maye. Zana û textorên welêt tev anîne, lê nikarin wê sax bikin. Ger hin av ji ava vê bîrê nebýn, keçik xwe pê neþo, qet rehet (bijûndar) nabe. Her ku bêhna min teng dibe, ez diçim ba qîzikê, pê henekan dikim. A min jî ev e…
Gava sîxur sebeba kêfxweþiya xwe diyar kir, gur û sîxur zîvirîn ser rovî, jê pirsîn:
-De birakê rovî, vaye me yên xwe gotin, ka tu çima hevqas dikenî û kêfxweþî?
Rovî zimanê xwe li dora devê xwe xist û gote wan:
-fiikeftek di berqefê de ye. Di þikeftê de hin zêr û zîv hene, xwedî ez im. Her dema ku bêriya wan dikim, diçim dihejmêrim, pê dilîzim, bêhna xwe bi wan derdixim. Ma ji vî karî xweþtir tiþtek heye?…
Herduwa bi serên xwe bersiv dan rovî jý wî re mohr kýrýn. Ken û yariyên xwe ajotîn. Piþtî kurtepista wan xilas bû, rabûn ser xwe ji hev bela bûn. Rasto qenc guhdariya wan dikir û digot: “ax!… ax, gelo heye ez ji vir xilas bim?”.
Rasto çiqasî di sarincê de ma, nizanim. Dibêjin karwanek hate ser avê. Barên xwe danîn, da ku rojekê-duduwa bêhna xwe derxin. Lewra sarýnca ku Rasto tê de, qonaxa wan deveran ya bî tenê bû, av a vexwarînê li wê çolýstanê bî tenê lî wir hebû.
Karwên destbi çadir û xeybet vekirinê kir. Her kesek ber bi karê xwe ve dibeziya. Yên ardû vedihewîne çûn qirþ û qala bidne hev, yên singa dikutin rahiþtin mîkutan, jinan dest bi hevîr û nanpêtinê (nanpêjanê) kirin, yên ku avê dadigrin çelt û satilên xwe rakirin û hatin ser bîrê. Saqa yê ku avê dýkýþînýn gava satila xwe dahýþt bîrê, Rasto hiþk bi satilê girt. Rebenê xulam tirsiya, werîsê xwe avêt, bazda kire qêrîn û hewar, bazirgan lê civiyan…
Xulêm:
-Tiþtek di bînê bîrê de ye, satila min girt, hindik mabû ez jî bikýþandama ba xwe.
Mêr tev hatin ser devê sarýncê û bang kirin:
-Tu çi tebayî kuro, însanî, perî yî, tu çiyî?…
Rasto:
-Ez jî weke we însan im, ez ketime bextê mêrên çê, ka min ji vir derînin.
Gava Rasto peyivî, rabûn werîsek anîn li newqa mirovekî girêdan û daxistin sarýncê. Rasto û satila xwe derxistin û Rasto birin ba serbazîrgên.
Serbazirgên ji Rasto pirsî:
-Lawo xêr e, çima tu di vê bîrê de yî? Ka mesela xwe bêje.
Û ban peyayên xwe kir:
-Lawo, ka nan û pêxwerinê ji vî camêrî re bînin.
Rasto dest bi serpêhatiya xwe kir û ji civatê re got. Kêfa civatê tevî ji Rasto re hat, xwarin dan ber wî. Rasto têr xwar, hiþê wî hate sêrî, serbazirgên jê pirsî:
-Lawo, em tev hevalên rastîyê ne, ka tu çi daxwazê ji me dikî? Bê þerm bêje, çi tiþtê qenc ku ji destê me bê, em bi paþ de nadin.
Rasto:
-Sipas dikim, we ez ji bîrê derxistim, bes e, mala we hezar carî ava be.
Serbazirgan:
-Baþ bêhna xwe berde, emê hin nan û pêxwerinê têxin tûrkê te, em ê kerîkotekî þûra jî bidin te. Çol e, kerbela ye ji bo tu xwe pê biparêzî. Û çi gava te xwast cihê te li ser seran û ser çavan he ye, de oxira te a xêrê be.
Piþtî bêhna wî baþ hat ber wî, Rasto xatirê xwe xwest, rahiþt þûrê xwe û tûrýkê xwarînê û bi rê ket.
Dibêjin: “Rasto pir çû, hindik çû, gihîþt wî gundê ku gur digot zîha ketiye kaniya wî. Rasto berê xwe sererast da kaniyê, bi þûrê xwe dora kaniyê veda, zîha serê xwe bilind kir, kulora wî ya mezin li hev zîvirî, lê Rasto mefer nedayê.
Rasto bi hemd û hêl þûrê xwe avêt serê zîhê, serê wî jê kir. Gulofîtka wî hêdî-hêdî ji hevûdû vebû, sist bû, wê gavê kanî der bû. Lê xwîn û av bi hev re diherikî.
Saloxê kuþtina zîhê gihîþte gund. fiahî kete nava gund, ku kaniya wan der bûye. Lê Rasto ne hîþt tu kes avê ji kaniyê vexwe, av û xwîna zîhê hê jî diherikî. Heta ku av zelal bû, Rasto jý nû ve destûra gundiyan da. Pez, dewar, însan û terþê gund tev kiþiyan ser kaniyê. Gundî gelek kêfxweþ bûn, baskên wan tunebûn ku pê bifiriyana. Êdî ne ma diçûn ava dûr, gur ne ma terþê wan dixwar, terþê wan ne ma ji tîna telef dibûn û nexweþî nediket nava piçûk û zarokên wan.
Gundî di nava xwe de civiyan ku qenciya vî mirovî dê çawa lê vegerînin, ango xelatekê (diyarî) layiqî vî ciwanmêrî bibînin û bidinê.
Gundiyan piþtî çûn þêwra xwe kirin, rîsipî hatin ba Rasto çavên wî maç kirin, sipasî wî kirin û jê re gotin:
-Xortê hêja, birayê delal, te em û terþên me ji belayeke mezîn xilas kir, em çi bêjin hindik e, em çi bidin te wê hindik be û cihê qenciya te danagire.
Rasto got:
-Na xêr, ev ne tiþtek e, min tenê karê xwe yê merývantiyê kir. Lê ku hûn karibin, ez ji we tiþtina dixwazim. Kerekê, têrekê, kun û dewlekê bidne min, ev ji bo min baþtirîn xelat e.
Gundiyan yek nekir didu, xwestinên wî wê gavê cîh anîn û jê re gotin:
-Dibe ku tu rojekê têkevî tengayê, haya me jê bike, em gundî tev ji bo her alîkariyê amade ne.
Rasto kera xwe da ber xwe û ji gund bi dûr ket. Lê dûr û dereng dengê dahol û zirnê, dengê heytehûta gundiyan dihate guhên wî.
Rasto kera xwe ajot û berê xwe da wê bîra ku ava wê ji bo qîza paþê a dîn, derman e – ew a ku sîxur saloxê wê dabû. Gava ku Rasto gihiþt ser sarýncê, barê kerê danî, bêhna xwe berda, di pey re dewla xwe dahiþte bîrê û kun tijî av kir, kun xiste ferek têrê û fera dî jî kevirek xistê ji bo ku berberî hev bibe, tim bi milekî ve nekeve û xwar nebe.
Rasto bi rê ket û berê xwe da þikefta ku rovî saloxdana wê dida. Pir neçû Rasto gihiþt þikeftê, dît ku, bi rastî di þikeftê de gelek tiþt û miþtên hêja hene. Barê kera xwe danî û dîsa bêhna xwe berda, nan xwar, av vexwar, êm da kera xwe.
Pýþtî bêhnvedanê Rasto ew kevirê ku di hêlek têrê de bû, derxist û avêt, li þûna kevir zîv û zêrên ku di þikeftê de hebûn, xiste guhê têra xwe, li kerê kir û bi rê ket, berê xwe da bajarê paþayê qîza wî dîn bûyî.
Dibêjin Rasto li nava bajêr kolan bi kolan, cî bi cî digerîya û bang dikýr:
-Hê! hê, hê! ez im, ez bêhiþan bi hiþ dikim, dînan bi aqil dikim…
Rasto çend denga bang kir û bêhneke xurt geriya. Saloxê wî li nav bajêr belav bû. Bi kurtepistê, xelkê li hev gerandin ku yekî derwêþ dînan biaqil dike, bêhiþan bi hiþ tîne.
-Lawo ma ev dîn bûye, ê ne niha wê paþe bibihîze. Ma ne qîza paþê bi aqil nebe, wê rebeno bê kuþtin…
Bi vî awayî yek kirin çar, çar kirin çardeh peyv li hev gerandin û berdevka peyv gihandin paþê.
Gava ku paþê bihîst, derhal ferman kir ku ew ê dînan biaqil dike, bigrin û bînin. Nexweþiya kaçikê paþê pir bêhnteng kiribû. Dibêjin du leþgerê paþê bi dû Rasto ketin ew zû dîtin, bê peyv destên Rasto girtin û birin dîwanê. Paþê gote Rasto:
-Xortê hêja, saloxên te ji min re dan ku, tu dînan biaqil dikî, bêhiþan bi hiþ tînî, ma rast e?
Rasto lê vegerand:
-Belê paþayê min, rast e.
Paþê got:
-Xorto, qîza min nexweþ e, tim di hindur de ye, yên ku qîza min di wî halî de bibîne û qîza min sax neke, ez serên wan jê dikim. Min du xanî ji serî û cendekan dagirtine. Qîza min cilên xwe diqetîne û pirê caran tazî ye. Eger tu bi xwe ne bawer bî, ez zorê li te nakim, tu serbest e.
Rasto got:
-Ez qîma xwe pê tînim, paþayê min. Ez ji ewên ku serên wan hatine birîn ne çêtir im. Xwedê temenê te dirêj bike, paþayê min, yan ez ê bi ser þopa yên berê dim, yan jî ez ê qîza paþê sax bikim, fermanê bide da ku min bibin ba nexweþa min.
Dibêjin paþê ferman kir û leþgeran Rasto birin ba keçikê. Qîza paþê weke hercar kincên li xwe tev zîtol-zîtolî kirî bûn. Laþê wê tev li wê rastê xuya dikir, dilê meriv bi halê wê diþewitî. Gava ku Rasto kete hindur, keçikê êrîþî Rasto kir. Rasto tasa ava xwe berî ku here hindur amade kiribû, bi êrîþa keçikê re Rasto tasa avê bi ser ser û laþê keçikê de reþand. Gava peþkên avê gihiþte keçikê, lerizî, çavên wê fireh bûn, xwe da hev û cardin êriþî Rasto kir. Rasto tasa avê ya diduyan jî reþand ser û cara sisiyan keçik ji nû ve li hal û perîþaniya xwe hay bû, qêrîn pê ket û xwe avêt erdê û got:
-Ez ketim bextê mêrên çê, ez ketim bextê te, sitarekê bavêje ser min, min biparêze…
Keçik bêhiþ ket, Rasto ew nixumand û mizgîn þand ji paþê re ku keça wî sax bû…
Gava mizgîn çû ji paþa re, paþê ferman kir ku herkes ji bo þahiyê serbest be, kî çi dixweze bike, ji dest neyê girtin û alîkarî pê re bê kirin.
Dibêjin ku kêf û þahî di nav bajêr û tevaya welêt de, belav bû. Bê jimar pez û dewar hatin serjêkirin, govend hatin gerandin, þahýyê bî xwarin û vexwarin heta çil roj û çil þevan dom kir.
Rasto di van rojan de mêvanê herî dilovan bû (ezîz bû) û li kêleka paþê rûniþtibû. Daxwaza wî bê guman pêk dihat. Piþtî kêf û þahiyê, paþê ji Rasto pirsî:
-Xortê hêja, te dilê min yê pîr xweþ kir. Ez heya mirinê dî bin vê qenciya ku te bi min kirî, dernakevim. Ez çi bêjim wê kêm be, ez çi bidim te wê hindik be, ka tu çý jý mýn dixwaze, ez amade me ku ji te re her tiþtî pêk bîným.
Rasto:
-Paþayê min, min qet malê dinyê navê. Ez jîyaneke dirêj û serbýlýndayê ji te re û kêfxweþî û azadýyê ji gel û welêt re dýxwaz im. Min karek ji karê mirovatiyê pêk anîye. Heger paþayê min ferman bike ez ji bo rêwîtiyê azad bibim, daxwazên min tev pêk tên. ..
Dibêjin, paþê gelek dan û sitandin kir, bi þêwrdarên xwe þêwirî. Bi qîza xwe û dayika wê re axivî. Piþtî van bîserhatýyan teva paþê dît ku ji lêmarkirina qîza xwe pê ve tiþtên qenc ku bi Rasto bike tune ye.
Dibêjin ev biryara han ji Rasto re jî gotin û Rasto qîma xwe pê anî, bû zavayê paþê.
Ji Rasto re qesrek ava kirin, mal û zînet ji dest ne girtin. Lê Rasto, bi kar û barên xwe yên durist, baweriya gel û dewletê bi xwe anî. Ji Rasto gelek hate hezkirin. Ji ber ku kurên paþê tunebûn, bi çavên lawê paþê li Rasto hate nerîn.
Paþa bi nav salan de çûbû, roj bi roj ji hêz de diket û ne ma karibû serokatiya welêt bike. Di saxiya xwe da paþê ferman kir û got:
“Gava ez bimrim, Rasto dîkare darê min bigre”. Piþtî demekê, roja paþê hat û ew çû ser heqiya xwe. Rasto li þûna paþê rûniþt, bû paþa, bi rast û ronî karê xwe meþand.
Gava Rasto darê gerandýna dewletê girt destên xwe, hevalê xwe Xwero ji bîr ne kir. Rasto nîþaneke ku hevalê xwe pê nas dike û hevalê wî pê wî nas dike, li dergehên bajêr daliqand û dergevan pê serwext kirin ku “kî hat li van nîþana nerî û keser kiþand, wî bigrin û bînin dîwana paþê”.
Çend roj, meh, sal derbas bûn ez nizanim, dibêjin rojekê ji rojan dergevana bi situkura yekî girtin anîn dîwana paþê û gotin:
-Vî kesê ha li nîþana paþê me nihêrt û keser kiþand, weke ku paþa ferman kiriye, me jî ew girt û anî…
Cilên Xwaro zîval-zîvalî bûbûn, rû û simbêlê wî hatibûn û di halekî gelek pejmûrde û perîþan de ma bû. Rasto dîsa ew nas kir, lê belê Xwaro, Rasto nas ne kir.
Paþê (Rasto) ferman kir:
-Zû wî bînin avgermê, pak û delal biþon, ez bawer im ku birçîye jî, xwarinê bidinê, kincên paqij û nû lêkin û paþê wî bînin vir.
Dibêjin piþtî fermana paþê pêk hat, Xwaro anîn ba paþê. Lê Xwaro ne ma zane ku çi bûye, devê wî ji hev çûye û li der-dora xwe bi tirs dinêre. Di tevaya jiyana xwe de Xwaro guhdaneke bi vî awayî qet ne dîtibû.
Xwaro dane rûniþtandin. Paþê jê pirsî:
-Birako, ma te ez nas kirim?
-Na ez benî, ma ez rebenê Xwedê ji ku cenabê te nas dikim.
Rasto:
-Ez im, ez birakê te Rasto me.
Hate bîra Xwaro ku Rasto di sarýncê de hiþtibû, ji nû ve tirsiya û lerizî. Rabû ser xwe, xwe avêt dawa paþê û bi hêvî û lava got:
Ez ketim bextê te, min di te kir, tu bi min meke. Min nebaþî kir ez poþman im, li min bibore…
Rasto got:
-Xwaro, min destbirakitiya xwe ji bîra ne kiriye, ez ji te ne xeyidî me. Ji ber ku em hevdu nas dikin, min qîma xwe bi te aniye û ez te dîsa baþ nas dýkým.
Xwaro dît ku hate azad kirin, ji nû ve hiþê wî hate serî, dîsa li dora xwe nerî. Erêêêê… nas kir ku hevalê wî, destbirakê wî Rasto bûye paþa û ew jî bi zikê têr û bi kincên nû li dîwanê rûniþtiye.
Xwaro ji Rasto pirsî:
-Birayê min ê hêja, ez karim bipirsim; tu bi çi awayî gihaþt vir?
Rasto:
-Belê. Gava ez di wê bîrê de bûm…
Û Rasto serpêhatiya xwe bi dirêjî ji Xwaro re got heta ku Xwaro anîn dîwanê. Piþtî serpêhatiya xwe tev, ta bî derzýyê vekýr, Rasto ji Xwaro re got:
-Birakê min, ez te ne ma berdidim. Ezê qesrekê ji te re li vir ava bikim. Ez zanim, tu bi serê xwe li ku be, tu yê tim di nava kêmasî û xirabiyê de be, lê em karin hevdu ragirin…
Xwaro dengê xwe ne kir, lê tim û tim dida ber çavên xwe ku çawa hevalê wî ji sarýncê derketiye û gihiþtiye vê dewrana han.
Xwaro diket nava xewn û xiyalan da ku rojekê biçe û ew jî têkeve wê bîrê, belkî ew jî bigihîje tiþtekî. Bi van xeyalan û bi hêviya dewlemendbûnê, Xwaro rojekê bê deng rabû bi rê ket. Berê xwe da wê sarýncê û çû.
Pir çû, ne çû Xwaro gihiþt wê sarýncê, dakete bînê wê û tê de ma.
Xwaro di sarýncê de ma. Rojekê dîsa gur û sîxur û rovî hatin ser sarýncê, þêwra xwe lý dar xýstýn. Lê belê hersê jî bê kêf bûn. Hersiya dest bi gazînên xwe kirin.
Rovî:
-Hûn zanin! Hin kesan çûne ew mal û zêrên þikefta min tev birine. Ez nizanim hinan li me guhdar kirin, an we yekî ji devê xwe revandiye ku ev tiþt bi serê min hat?
Gur:
-Bi Xwedê, hin kesan çûne ew zîhayê kaniya gund jî kuþtine. Ez ne ma wêrim bi rexê keriyan kevim. fiivan kûçikên xwe hay min didin. Ez li zenga diranan mame, newqên min gihiþtine hev.
Sîxur:
-Hûn zanin ku qîza paþê jî sax bûye? Ez bawer im hinekan li me guhdarî kiriye.
Hersiyan bi hev re li hindurê sarýncê nerîn, dîtin ku du çav tê de dî zuýrînýn. Bi hev re gotin:
-Waaaa! Va ye, yê li me guhdarî kiriye, dîsa di sarýncê de ye. De werin em ser wî bi keviran dagrin.
Û dibêjin hersiyan çiqas kevir û berên wan dora hebûn tev anîn û avêtin sarýncê. Ser devê sarýncê qûç kirin û Xwaro di bin keviran de ma.
Rast bi rastiyê de, xwar bi xwariyê de. Çîroka min çû diyara, kêfxweþî û azadî ji bo xwendevan û guhdara…
Ji ……rojname.com
HEMID KILICASLAN