Folklor

Qula Elo


Dibêjin ku: Xulamê mîr û yê mamoste, li ser Siûdê û êqil, ketne di zîqa hev û du de.
Yê pêşî got : malê insên hebê, aqilê wî nebê jî, tiştekî wî heye. Yê dîtir got: aqilê insên nebê , malê wî hebê jî, tiştekî wî nîne.   Vêce, hingî Elo xulam bû, feqîr bû, tiştekî wî jî nebû. Ew ji Xwe re li sûkê digereha. Navê jina wî Hilo bû.
Rojekê ji rojan, Mîr gotiyê de: Lawo! Va  buxçekekî min heye, ka tu ji min re hilnakî?
Elo rabû bi rê ket, çû nav buxçe, hinga giha wir, cotê xwe gireda û dest bi cot kir.Xet û metin di nav buxçe re birin û anîn, li kevîkeke ji wan, gêsnê wî li tiştekî weke çembilê beroşekê  herbilî, halo nihêrt ku çi bibînê: mixazeke dagirtî dir û yaqût û zêr.
Elo ji xwe re got: ezê hinek ji van miherkan ji Hilo re bibim. Rabû cotê xwe bedewam kir. Dûvre, tûrikê xwe tijî kir miherk û da xwe vegereha mal. Gelek keyfa Hilo bi wan miherkan hat. Elo jê re got: ku ew yaqût li çolê dîtine.
Demek di wê navê re çû, îde hew sebra Elo dûrî mixazê hat. Ew û jina xwe rabûn hatin çiyayê Gundik(1) li cem mixazê  ji xwe re qulek kulan , navê we bû (Qula Elo)(2) Hingî dibejin: Xudê Teala siûd kire serê  Elo de.
 Herdu mêr û jin mane di qulê de , heke ji xwe re nêçirek girtin kirne firavîn, tistek kirne şîv, rojên wan bi wî awayî derbas dibûn.
Vêce, carekê ji caran: siltên emir derxist; ku karwanekî ji Stembolê rêbikin Bexadayê. Bi rê de, karwanvaniyan nêzikî (Qula Elo) konên xwe vendan, qene rehetiya xwe li wir bistênin.
Hilo dengê xint – xintekê kir. Rabû ji Elo pirsî. Go: gelo, ma ji bilî me pêve mirov li vir hene?
Elo gotiyê de: min tu kes li vir ne dîtiye.
Karwan Başî(3) Elo ji dûr ve dît. Rabû ji xulamên xwe re got: ka hûn bi xêra me , hinek xwarin ji vî perîşanê ha  re nabin?
Elo ji dêla wê xwarinê, textek diyarî ji wan re şiyand.
Gava text gihandin cem çadira Karwan başî, ew jê matamayî ma. Rabû ji xulaman pirsî. Go: ma we ev textê ha, ji kû derê peydakirîye?
Jê re gotin: ku wî zilamê reben, ew text jê re diyarî rêkiriye, û hê gelekî wilo li nik wî hene.
Karwan Başî rabû yekser berê karwên vergande Stembolê, qene wê diyariya hêja ji padîşahê xwe re bibe.
Keça siltên bihîst ku karwan vegerehaya mal. Dilê wê quseha ku muxlaciyan bi rê de karwan talan kiribê? çiku nîvê karwên yê wê bû.
Hinga Karwan Başî giha , keçikê pirsa sedema vegera karwên jê kir.
Mêrik gotyê de: me ticareta kir û em hatin.
Keçikê pirsî. Go: we çawa, ew ticareta mezin, wilo zû pêk aniye?
Yê Karwan  Başî got : me ev textê ha ji bavê te re diyarî aniye û em vegrehane.
Xulam rabûn text ji zelq û melqan paqij kirin , heta ku wan miherkên pêve çirisandin. Dûvre, rahiştnê birin li qesra Paşê danîn.
Gava çavên Siltên li têxt ketin, ew ji zêr û miherik û neqşên pêve matmayî ma. Ewî textên ji wî rengî nedîtibûn. Rabû ji Karwan Başî pirsî. Go: ma we ev textê giranbiha ji kîderê peydakirîye?!
Yê Karwan Başî lê vegerand. Go: ev textê ha, Elî Paşa ji te re diyarî  şiyandiye.
Siltên got: bavo! li vî welatî, ji min pêve siltan nînin, yê (Paşa) ezim?!
Yê Karwan Başî got: oooh bavo! malê wî, eskerê wî, miltê wî sed carî li yê tene. Vêce ji cem xwe zêdkir.
Siltên got: bi xudê kim, ku malê Stembolê hemûçkî bidmêde, heqê vî textî naderxê! Vê carê, ezê çi bikim? çi diyarîyê ji Elî Paşa re rêbikim?
Da dêhna xwe, ji keça wî pêve, tiştek ne hate bîrê. Rabû got: ezê keça xwe jê re diyarî  bişiyênim.
Dest bi haziriya wê kirin- rabûn cil û milên bûkê kirin sindoqan de.Paşê, erebe hatin ber qersa Siltên sekinîn. Bûk kirne yekê ji wan de. Bû tilîliya pîrekan. Çavên keçikê tijî hêstir bûn. Destên wê ji dê û bavan  nedibûn. Lê ma vêce, çi bi destên wê tê? firman ya Siltêna.
Karwan Başî berê xwe da (Qula Elo). Wextê gihane (Gêra-Gundik)(4) nêzîkî (Qula Elo) keçik li wir danî û gotiyê: wê ha mêrê te ye. Ev der jî mala teye. De here cem Elî Paşa.
Karwan Başî bi xwe, vegereha Stembolê, ma ew keçika reben. Vêce wê çi bike?
Mal nîne, esker nîne,  ji çoleke berdayî pêve tiştek nîne.
Elo gotiyê de: keça qenc! tu ji kû ve hatiyî?
Keçikê lê vegerand. Go: ez bi xwe: keça Siltênim, wî ez ji te re diyarî  şiyandime.
Elo got: min temayî li te nîne. Ma ezê çi bi te bikim?
Demek di wê navê re çû, Hilo emrê xudê kir, ma Elo.  Keçikê rabû got : ev zilamekî bêaqile, ku ez vegerim, wê  siltan min ji serî bike? Ku ez nevergerim jî, şixul xirabe? Vêce ezê çi bikim?!
Keçik rabû bi hîlan kete bin de – ji Elo re got: tu niha nayî em ji vî çiyayê rip û rût derkevin, xwe bidne erdeke rast û paqij, bikevne têde?
Elo gotiyê: keça qenc! ma emê bi kû ve herin?!
Keçikê got: emê xwe berdne vê beriya rast; ji xwe re xanîkî çekin, bikevne têde. Divêt ku em ji nav van hêrkan, ji vî çiyayî derkevin. Hinekê me li vir kujin. Kurro! dehbe yê me li vir bixun.
Elo gotiyê de:dile teye, tu bi kû ve herî, ezê bi tere werim, ne kesî min li vê dinyayê ne maye.
Herdu hatin ketin girê (Gir şîranê)(5) de. Keçikê rabû dest bi kar kir- hin pez û mezin kirîn, şivanin kirne berde. Li vê derê, cotek ji yekî re girêda. Li dera dîtir wilo, heta ku esker li qayî yê bavê xwe çêkir. Elo yek car ne lê dinihêre û ne zane çi heye û çi nîne. Li dora girê (Gir Şîranê) kirne weke cinnetê- hemû kire buxçe û dehil û dar. De ne xuya ye: keça Siltêna, dîtiye çawa xelkê  şixul kiriye- weke bavê xwe kir.
Keçik bi Elo ve dimîne. Dibêjiyê de: Elo! were ser livîna xwe. Ez pîreka te me. Ez keça Siltênim. Siltanê dînê islamê ye. Kurro karê te bixuê!
Elo go: oooh, de here lê, ma xwene Siltan dikare çi bike? Ti dibê qey serekî zêdê pêve heye?! Ew jî yekî weke mine.
Keçikê qesrek ava kir, du qatan kêmî ya bavê xwe. Herwesa, wê esker girt, cotarî girtin, şivan girtin. Ji (Qula Elo) heta girê (Gir şîranê) ava bû- yanî wilo kirin; heta ku dewlet mukemel bû.
Diya keçikê gote mêrê xwe: agir kete xaniyê te de. Te keça min da wî welatî, heke wî Siltanî, ka wî paşyî. Ne min Zavayê xwe dît, ne ez zanim îşê keça min çiye? Bi ehid û eman; tu ilmekî ji keça min tînî tînî. Tu neynî? min jin û  mêrîtî bi tere nekir.
Siltên got: hermet! distûrê bide min, van her sê çar rojan, ezê kara xwe bikim.
Siltên bakire Karwan Başî. Go: Zû erdê keça min lê? divê ti min bighênyê de!
Siltan rabû du hêz esker bi xwe re rakirin. Ew û pîreka xwe ketne Mekera(6) xwe de û berê xwe dane (Qula Elo)
Yê Karwan  Başî kete Pey wan de. Kezeba bazirganê reben ji tirsa qetehaye. Ser û binê wî ji tirsa dilerizin. De ne wextê Elo dîtî, bi çi ­halî û ­karî  dîtiye, û  wê bi ser çi de here?!
Hatin gihane (Gêra xûniyan), gihane (çiyayê Gundik). Heçî   xûnî bana, xwe lê digirit. Karwan Başî got: ku ez xwe xilas nekim, wê  min ji serî bike?
Karwan Başî dagereha, nihêrt ku kerîk pez li wir diçêre, şivanekê li bere. Go: yabo! ev çi peze? pezê kê ye?
Şivên got: de here looo, ti dibê qey kore?! qey tu ne ji vî welatî yî? Bavo pezê Elî paşa ye.
Karwan Başî got: kurro! Elî paşa kiye? Li kû derê ye?
Şivên gotyê de: mala te ne ava,  ma ti ji esker dikarî bigihiyê de?! He wê haye li Serê girê (Gir Şiranê ye), qesra wî diçe ezmanan.
Karwan Başî çû giha yê esker wilo, giha yê dîtir wilo. Go bi heqê Xudê kim tiştek çêbiwe. Ji wir vegereha cem siltên. Gotiyê de: Paşa yê min! heraket bike.
Siltan meşî. Vêce, şivanan xeber da keçikê, gavanan xeber dayê de, cotaryan xeber dayê de, hoste û sineetkaran xeber dayê de, esker xeber dayê de. Gotin: Tiştekî halo hebû- zilamek hatiye pirsa te dike.
Keçikê got: ji bavê min pêve, tu kes nîne. Rabû kara xwe kir- esker rakir deqene herne pêşiyê. Gote mêrik: Tu dizanî çiye Elo? Xeberke min bi te re heye, tu ji wê gotinê pêve nakî. Dinyaye bavê min ji te pirsî, tu ye bibêjî: min bê izna te tiştek nekiriye, qene siyaneta me li nik wî çêbibê, û bavê min jî bizanibe ku tu Paşyî.
Hinga Paşayê mezin û pîreka xwe gihan, keçik çû pêşiya wan. Dest û riwên bavê xwe û diya xwe maçkirin, û pirsa hev û du kirin. Yê Paşa, pirsa zavayê xwe kir. Keçikê gotiyê: Wê ha li banî li hêviya te ye.
Li hindrû, Paşê dît ku: Elo riwê xwe nade keçikê. Rabû jê pirsî Go: çima Elî Paşa riwê xwe ji te diguhere?!
Keçikê go: ew dizane yabo.
Elo got: Paşa yê min! bê izna te, ezê çilo riwê xwe bidmêde?! Ma ez dînim?
Vêce, Paşê rabû riwê wî maçkir û herdu li hevdu mehirkirin. Hingî dibêjin: aqil kete Serê Elo de.

Daneheva: Zinar Mistefa