Folklor

Nebî Silêman û pîreka wî Pelqîze

Hebû Nebî Silêman ku jê re digotin nebîyê Xwedê, ji însan bigir heta cina û heta teyîr û tûra teba û her tîştê ku li ser xaka dinyê û behra da, çi tiştê bi ruh mesûl bû, li himberî Xwedayê xwe.

Dibê rojek ji rojê Xwedê, pîreka Nebî Silêman, Pelqîze jê re got;

– Tu nebîyê Xwedêyî. Îns û cins hemû ji te tê xwestin, tu dikarî hertiştî bikî, lê tu çima nakî?

Nebî Silêman gelek ji xanima xwe Pelqîze hez dikir.

– Ê ka tu ji min çi dixwazî, xanima delal û rind, sebra ber dilê min bêje ji min re, ez dinyayê xerabikim yan avabikim.

Pelqîze ji Nebî Silêman re dibêje,

– Na ne dinyayê xerabike û ne jî avabike, tenê ez ji te tiştekî dixwazim, ew jî ev e: Ez li ber dilê te gelek ezîz im û delal im newilo ye.?

– Belê, ka bêje Pelqîza min.

– Ez li ser vê doşeka ku ji hirya mîha hatîye çêkirin bêzar bûme. Tenê tiştê ku ez ji te dixwazim, ji perîyê teyr û tûra dixwazim ji min re zemberîşa, behlîfa, doşeka û lêhêfa çêkî.

Nebî Silêman yekê nake duda, ji xulama re dibêje,

– Rabin defa fermanê lêxin, hemû teyîr û tûr bila bên vira.

Teyîr û tûr hemû tên, di hizûra Nebîyê Xwedê bi edeb disekinin, ka Nebîyê wan ji wan re wê çi bibêje.

Nebî dike ku ji wan re bibêje pêwîst e ku tiştê ez ji we re bêjim hûn hemû bi ya min bikin, gotina wî di dev daye, dibe pist-pista hinek xulama dibêjin,

– Nebîyê me ji bo Pelqîzê dixwaze ji perîyên me zemberîşa, behlîfa, lihêfa û doşeka çêbike…

Bilaçemik gelek ji Nebî Silêman hezdikir, derhal perîyên xwe ji xwe dike û zelût dibe. Nebî Silêman dest bi axaftina xwe dike,

– Gelî teyîr û tûrno, hûn dizanin min ji bo çi bangî we kirîye, sebeb ev e ku hûn hatine vira. Pelqîze dixwaze ku ji xwe ra ji perîkê we doşeka, lêhêfa, zemberîşa û behlîfa çêke, hûn çi dibêjin?

Kesekî dengê xwe dernexist, tenê kund xwest ku bi axife;

– Birêz Nebîyê Xwedê, tu dikarî dinyayê serobinî hevdû bikî, tu dikarî lehîyê rakî ku em hemû li ber herin, tu dikarî xelayê bînî ser vê xaka dinyayê, ku em hemû bimrin ji birçîna, tu Nebîyê Xwedêyî tu li ber dilê Xwedê şêrînî, gotina ku tu ji Xwedayê mezin ra bibêjî li erdê nakeve, gotina te derbas dibe. Lê ji bo kevnek jina tê çawa, vê belayê bînî serê me.

Wexta ku em xwe biperitînin, emê çawa li ber sermê û germê, zivistana li himberî seqemê û sermayê, havîna çawa emê li ber germê û tavê xwe biparêzin. Ma ev ne zulmeke mezin e.

Nebî Silêman ji kundre got,

– Tu li serê wî yê mezin…

Kund dibêje,

– Serê min hemû aqile.

– Tu li çavên wî yê zer…

Kund dibêje,

– Çavên min hemû nezer e.

– Tu li qilafetê wî yê girover…

Kund dibêje,

– Qilafetê min hemû cewher e.

Nebî Silêman nerî ku kund rast dibêje, li himberî ewqas teyîr û tûra, Nebî wê demê însanekî bi aqil bû. Eger wek xwe bike wê zirarê bibîne, wê teyrên dinê jî li himberî Nebî Silêman serê xwe rakin û wê tevlihevîkî xerab derkeve holê. Ji wê çaxê heta ana li rebenên kund nifir lê hatîye kirin, yê kund bibîne li ser rîya ku meriv pêde diçe, oxira wan ne ya xêrê ye.

Lê Nebî Silêman radibe hemû teyîr û tûra re dibêje,

– Herin min we efû kir.

Tenê rebena Bilaçemkê zirar dît û ê dinê hemû azad bûn.

* * *

Em bêne ser ya xwe, ku çawa dek û dolab li ser serê me kurda çêdibin. Gelek lawê bava li ser vê babetê nivîsîne. Lê meriv çiqas jî binivîse xuyaye ku pêwistî heye. Gelek kes bûne wek mirîda, tu çiqas jî binivîsî valaye, fem nakin serokê wan çi bêje, gotina wî ji kuranê ye, peyvên wî ne şaş in û ne jî xeletîya dike. Lê ji bo canê xwe azad bike, çi dibêje eşet û bilah rast e, xilaf tê de tune, li gor wî jî dibe.

Weke mesela Nebî Silêman û jina wî Pelqîze. Serok li defa hewarê xistîye, pêwîste ku hûn canê min ê pak, nazik û teze xelas bikin, ev eziyeta ku tê serê min. Eger hûn ji min hez dikin, pêwîste ku ez çi bêjim wek min bibe, yan jî hûn ji min hez nakin. Daxwazîya min ji we ev e ku navê xweyî berê “PKKê” ji holê rakin, navê kurdî pêwîste nemîne. Lê na bila navê kurdî bimîne emir. Ku nemîne wê sofî û mirîdê min bi surê kevin, wê tevli hevîyê bikin. Dewletek Kurdistanî ne mumkûn e di rojhilata navîn de, tenê bila demokrasî bê herêmê besî me ye û canê pakî serok azad bibe bes e. Ew j^ di rîya KADEKê re ev derbas dibe, bi bêna fireh, hêdî-hêdî navê kurdî emê rakin ji holê, ev wesîfa min e, erkê min e. Ya Nebî Silêman wî bi xwe ne peritand, Bilaçemkê xwe peritand, ji bona gotina nebîyê xwe pêk bîne. Lê Evdila bi xwe, bi xwe diperitîne gotinên îdara dewletê bi cîh tîne.

Wexta ku ev rêxistin derket holê û bi vir de, şerê hemû rêxistinên kurda kir, ji qadroyên hemû rêxistina însan kuştin. Sala 1984 ku dest bi şerê çekdarî kirin û heta sala 1999an ji serxwebûna Kudistanê pêve tu tiştê dinê qebûl nedikirin, ji dervî serxwebûnê hertiştê dinê teslîmyet e, li gor sîyaseta Evdila û hevalên wî. Lê ana yê ku teslîmyetê bi cîh tîne li ber çevaye, ku kî pêk tîne. Piştî ku ji Sûrî derket, li Îtalya got, ez ji dev her tiştî diqerim, bese mi anî heta vira. Erê ma ewqas şer û pevçûn, wêran kirina Kurdistanê, bi hezaran gund hatin vala kirin, bi milyonan gelê kurd ji ser xaka bav û kalên xwe koç kirin, bi deh hezaran gelê kurd hat kuştin, ka wê kî vî hesabî bide gelê kurd. Lê li Îtalya ne qala serxwebûnê û ne jî qala federasyonê kir, otonomî baş e, kulturel jî baş e. Lê piştî ku li Kenya yê hat girtin û ew anîn Tirkîyê, her tişt li wir xelas bû. “Musedê bidin min ezê di xizmeta we de bim.” Ana jî di xizmeta komara xwîn rij ya kemalîst, ya ku ji wextê komar saz bûye heta ana înkara gelê Kurd dike de ye. “Li gor tê gotin goştê gaye, li ber çava ye”, bê Evdila ji ku hat û ana jî çi dike. Ji wan kesê ku çavê wan dibînin û ne hafizin û ne mirîd û sofînin xuyanî ye.

Ji dema nû.

Salihê Omerî