Folklor

MIROVÊ BI XWE DE RÎ

Rojekê li rojan, rêwiyek êvar lê tarî dibe û rêwî neçar dimîne ku li gundê herî nêzik bibe mêvan. Rêwiyê reben hê ku zêde bi derengiyê neketiye xwe digîne gundekî. Û di gund de yekser li deriyê malekê dixîne, camêr dibê: Malê malê, vaye ez li rê mame hûn mêvanan dihewînin? Xwadiyê malê bê şik û guman : Keremke, fermo, çawa em mêvanan nehewînin ! Mevan li hember rûkenî û dilşahiya xwediyê malê gelek bextewar dibe.

Piştî bi xêrhatinê û merhebê, xawdiyê malê li mêvan re xwerinê tînin û hem
xwerina xwe dixwin û hem jî dikevine nav suhbeteke hûr û kûr.
Gelek dem derbasdibe û dema razanê tê. Êdî herkes diçe ser nivînên xwe û dikevin nav xewa şîrîn. Lê mixabin, ji br ku mêvan bi êvar de gelek xwarinên cûda xawribûn, bi şiyar bûna serê sibê re ! Mê van wa mêzedike ku nav nivînan tije kiriye, (yanê bi xwe de riye). Lê mêvan di nava şermiyê de dixeniqe. Û dibêje :êy YÊZDANÊ Dilovan ka ezê çi xwaliyê bi serê xwe bikim ? Ka ezê çawa xwe li vê şermiyê rizgar bikim? Van camêrana ev qas qîmet û rûmet dane min, lê va rûreşiya ku min kirî?

Mêvan, neçar dimîne ku ji xwe rê û çekê bibîne, yanê ji ber ku kanibe xwe
biparêze pêwîste ku ji xwe re setemekê bibîne.
Mêvan dikeve nav ramanên hûr û kûr,da ku ji xwe re çareyekê bibîne. Piştî demeke kurt, mêvan di serê xwe de şanoyekê ava dike. Dema xwarina taştê tê, lê mêvan hîç di nav nivînên xwe de nalive, ji bo rabûnê tu hewldanê
Nîşan nade. Piştî demekê xatûna malê : Dibêjê birayê delal da ka rabe, êdî
dereng bû pêwîste ku em taştê bixwin. Mêvan dibêje : xwîşka delal : Ez jî baş dizanime ku dereg bûye, lê mîm xewneke gellek bi tirs û xof dît û ji tirsan hemû canêmin dileriziye, tu hêz û quwet di çongên min de nemaye ku ez rabim ser xwe. eger ku tu kanibî ji kerema xwe re gazî Mellayê gund bikî û Mella vê xwena min şrove bike, dibeku hêz tê min û ku ez kanibim rabim ser piyan.
Xatûna malê, mat û metal dimîne û hema bi lez û bez diçe gazî Mellayê gund dike. Mella radihêje dûrikê xwe yê pirtûkên pîroz û berê xwe dide cem mêvan. Mella tê cem mêvan û dibê : Bêje mêvan ka ew çawa xwene ku ewqas tu bê hal û mecal hîştiye ? Mêvan dibêje: Mella, min di xewna xwe de tît ku, di nava deryayê de kelheke gelek mezin hebû û di navenda wê kelhê de mînareyek gelek bihlind hebû û li ser lûtkeyê (poz)mînarê hêştirek bi erçar nigan rawestiyabû û li ser milikê hêştirê jî zebeşek hebû û ez jî bi nigên xwesî (bê sol) li ser zebeş sekiniyibûm û li der û dora mînarê jî gil û gîhayê kesk hebû û hêştirê dixwast ku here wî gîhîya yî bixwe. Û di nava deryayêde jî bi dehan tîmsahan devê xwe vekiribûn, dil û cêgerên wan xûya dibûn, didanên wan wek kêr û xençeranbûn û li benda min bû ku ez bikevim û ji ber ku hema min yekser bixwin. Dema ku Melle ev xewna mêvan guhdar kir, Mella got:
-Bese bav û birayê min. Eger ku ez li şûna tebûma bi rastî min ê bi xwe de
biriya.
Mêvan, nivîn li ser xwe rakir û got:
Mella vaye min jî, ji tirsa bi xwe de rîye..

BERHEVKAR: HESENÊ SEMSÛRÎ