Çi hebûye çi tunebûye. Jinek hebûye. Zarokên xwe tûnebûne. Jinik ji boyî vê pir vî ber xwe tiketîyê. Rojekê dîsa li der, li ber malê tigrî. Ti ber malê ra kalek derbas tibe, kal jê ra tewê: -Tu çima tigrî? -Ez çûm çend xoca jî zaroke min nabine. Kal jî lepek nîsik tide jinkê û dibêje: -Va nîskna bi ber balgî xwe de. Çil rojî li ser limêj ke. Rojê çilyeka tûrkî nîska veke. Jinik rojê çilyeka tûrik vetike. Ev nîskana jê ra tebin çilyek zarok. Jinik heftekî-dû heftan pê kêf teda. Va zarokna têr xwarinê nizanin. Jinik tim ji van ra nan lêtexe. Dîsa li nan lêxistine tu nan li ser texte nagen hevdu. Jinik ji hêrsa ra bi doxê li van têxe tikuje. Ji van, Hesen xwe ti bin textî nên da vetişêre. Îcar jinik tike vax tûx min çima Hesen jî kuşt! Hesenî min î rind bû. Bi ser vê şorê de Hesen ji bin textî nên dertikeve û tewê: -Etê ezî va me. Dîya Hesen kêf tide. Nan tide Hesen. tewê: -Vî nanî jî bavî xwe ra bibe, bavê teyî li cot e. Hesen nên heytene tihere ba bavî xwe. Li cot bav nên tuxe. Hesen jî bi ga cot tajo. Ga bi Hesen da rix tikin. Hesen ti bin rixe da time. Bav vir da- wê da li Hesen tigere nabînê. Tebê qe çû mal! Bav tê mal ku Hesen li mal jî tunê. Vana jî bi qaxi tebên Hesen ji me tirsî serê xwe heyna çû. Rix li ser Hesen hîşik tibe û pêda tuniske. Jinikeke pîr li va derna kuşkura berav tike. Kuşkura ku Hesen ti bin da jî heytene tawê tûrkî xwe. Hesen ti nav kuşkura da bang tike, tebê: -Ankê, ankê min ji wi ra derxe. Pîrik li dora xwe mêze tike, kesî nabînê. Îcar turkî xwe valo tike kû Hesen bi kuşkurêkê da nusikîyê. Hesen ji nav kuşkurê dertixe, heytene tihere mal. Hesen li mal ji pîrê ra halî xwe qal tike. Rîya malê xwe jî nizanê. Êdî Hesen li ba pîrê timê. Li ba pîrê mezin tibe. Rojeke pîrik timre. Mala pîrkê ji Hesen ra dimê. Hesen tihere li dê û bavê xwe tigere û vana tibînê. Vana heytene tîne mala xwe, bi hevdûra têjîn. Çîroka min çû katê, rehmet li vê cimatê.
Berhevkar: Mamoste Îrfan Baysal