Folklor

Lawê hespê

Çi hebu yê çi tunebu yê. Li gundeki mêr û jinek hebuyê. Tu kurikê wan nebune. Toxtor bi toxter digerîne û li ber xwedê digerîne ma kurekî bide wana. Piştî sala bûn xwedî yê kurekî.   Rokê jin di xevna xwe da kalekî rispî dibîne.   Kal jê re dibê:   – Sibê here kêleka behrê, hespekê ji nav behrê stûyê xwe biderxe. Di devê wî de sêvek heyê. Sêvê jê bixwaze û bi mêre xwe re parke. Her yêk ji nîvî sêvê bixwin. Daviyê de xwedê dê lavekekî termi zêrinî bide we:   –Sibê jin radibe û xevna xwe ji mêrê xwe ra kat dike û bi mêrê xwe ve tev diherin behrê. Wek kalê gotî, ji nav behrê hespek stûyê xwe derdixe û di devê wî da sêvek hebû.   Hesp:   – Ezê sêvê bidim we. Hunê bibin xwedî yê lavêkekî termi zêrînî. Lê lavik heft salî bu, hunê ji min ra bînin. Jin û mêr ji bêcarî xwastina hespê qebul dikin. Sêva xwe par dikin û dixwin. Ro diherin û ten. Lavekî wana tê dinê. Lavik mezin dibê heft salên xwe tiji dike. Lê naxwazin lavê xwe bidin hespê. Bevê xwe dibê:   – Em jê re heqivekê dagirin. Ma here ci yêkî ji behrê dur û xelas be. Wer ji dikin. Lawik heqîwa xwe digre, serê xwe heydene û dihere. Pir tere, hendik tere, mêze dike kû li ser rêya wî laşek heye. Li ser lêş; şêrek, gûrek, teyrek û mêriyek heye û ji bo parva kirina lêş her çar bi hev ra şer dikin.   Lawik dibê: – Hun dawestin, ez li we parvakim. hestîyê sîngê para şer, pil û hêfer para gûr, tiştê hûndir bila teyr bixwe. Serê lêşe jî besê mêriye ye   Her çar hêyvan bi wê parkirinê têne ser û ji lêvik re dibêjin: – Te ew rindi ya ji mere kir. Due yên me hene. Em wan duena bi ber texin. Dema kû ser û belan hatin serê te, tu wan duena bixwine em dê werin, te xilaskin. Dueyên xwe bi ber têxin. Lawik xatirê xwe dixwaze û bi rê dikeve.   Pir tere, hindik tere raste gundekî tê. Mala axayê gund dipirse, dihere mala axe, li wir dibe mîvan. Ji axe re dibê:   – Ez li karekî digerim   Axe   – Naxirê me bê gavan e, tu bişadikî here naxirê.   Lawik qabul dike û li wî gundî naxira êxe diçêrîne. Li wî gundî ser deh salan re gavanî yê dike.   Keçeke êxe yê pir rind hebuyê, bi lêvik ve dilê xwe dikevin hevdu. Bi şev, bi dizî hevûdu dibînin. Va cend ro û mehan berdevam dike. Rokê ji merîyên êxe, yek ji êxe ra durima van kat dikê. Axe bane lêvik dike, je re dibê: – Te li kê derê dîyê ku gavan bi keca êxe re zewicine.   Lawik:   – Em ji hevûdu hezdikin, me dil girtîyê.   Keca êxe jî dibê:   – Erê bawo rast e, em hevûdu hezdikin, me bizevicine.   Axe naxwaze dilê keça xwe bişkêne. Lê, bi xwe xwe dibê; ezê bi al wî bikujim. Ji lêvik re dibê: – Du şertên min hene. Te ew anîn şunê, ezê keça xwe bidim te. Lawik qebul dike.   Axa:   – Şerta min ê siftê; xaniyêkî min tiji ce heyê. Lê ce û genim tevûhev bune. Tu yê di şevekê de cê û gênim ji hev bibjerî. Lewik tere xanîyê cê û gênim, dest bi bijartinê dike. Lê mêzedike pir bi qare. Wê demê hêyvanên ser lêşe têne bîrê. Due ya mêriyê dixwîne. Li ser dinê çiqas mêri hene gîştik digên hev û di şevekê de jê re cê û gênim ji hev vedibjêrin. Axe sibê mêzedike ku ce û genim hatîyê bijartinê. Heyret dike û jê re dibê:   – Şarta min a din; paş heft çîya gundek heye. Xwanga min li wir dijî. Qet kes neçûye wira. Pir dûr e. Tu yê herî qelûna min li wir e, tu yê ji min re bînî.   Lawik dikeve rê pir tere, hindik tere diweste. Li bin derekê rûdine û difikire. Wê demê teyra li ser lêşe têbîrê. Dua ya teyrê dixwînê. Li ser dinê çiqas teyr hene berhev dibin tên lêwik dikin perê xwe terin mala xwanga êxe. Qelûna êxe hildînin, tînîn ji êxe re. Axe dibê:   – Te heq kir ezê keça xwe bidim te.   Axa çel ro û çel şevan jê re li dolê têxe. Lavik dibê ezê bûkê bibim mala bavê xwe. Axa destûra wan dide. Bi rêdikevin, ku here gunde xwe, gavak tên kêlaka behrê, hespek ji nava bahrê stûyê xwe derdixe û dibê:   – We ji bîrkir, lê min ji bîrnekir. Dê û bawê te li ser şora xwe danewestiyan. Ez îro te nadim wana. Lawik rûdine, dueyên şer, gûr û teyran dixwîne. Li ser dinê çi şer, gûr û teyr hene gîştîk tên li hespê dicivin. Hesp dikujin û wana xilas dikin. Wana dibin mala bavê wî. Li gundê xwe ji çel ro û çel şevan li dolê dixin. Bi dê û bavên xwe ve digên ber miradê xwe.   Çîroka min çu qatê, rehmet li vê civatê.

M. Şirin Dağ