Folklor

Keçel

Çi hewû yê, çi tûne wû yê. Li hundekî, lavikekî keçel û hewû yê. Apê wî, bi nanezikê ew bi xwedî dikiri yê. Keçel, yekî ku gu yên xwe rehet nake, dîn û xeyalz wû yê. Rokê keçel, apê wî û palî yên apê zevi ya aşpê dişinî ne. Nîvro bûyê, apê wî hoti Keçel dihere gund. Vi jina apê xwe ra (Amoj) dibê; “Apê min got <Huro palî pirin. Nan bi me nake. Bira gaye me yî sur serjêkin. Ma goşt bikelîne ji me heyne wûne>. “Jina apê bi keçel bawerî ya xwe nake. Keçel dibê: “tu hîna nakî? Apê min kêra xwe ji tera şand ku tu bawer bikî. A ha wa kêra apê mîne.” Û kêra apê dide wê. Ew jî hîna dike û ga yê sur dide herdê û serjêdike. Goşt dikelîne, dide keçel. Keçel nanêpalîya heydine diwe ji wana ra.   Le ser zevi yê apê di dest keçel da wî goşt û nanî diwîne dibe “keçel va goşta giştik şi vê? Te ji ku anî?”   Keçel “apoê mala êwe ga yekî xwe miri yê. Va goşta ji paliyên te ra îandi yê” dibê. Apê keçel, bi wê goinê hîna dike û rûdinin nanê xwe dixwin.   Êvarê vedigerin gund Jina apê, dibê: “kalo, te çima gayê sur bi serjêkirin da?” Kal “Gayê çi yê?”   Jina wî “lê keçel kêra te anî ji min ra, got <apê min goti tê ma ga yî sur serjêke> min ji serjêkri”   Ap nizane çi xweli yê bi serê xwe ke. Radibe ra sere keçel dide. Lê keçel direve xwe xilas dike. Jê ra dibe: “tu yê li min xî. Ezê herim zevi yê bîşevitînin.” Ap bi ser xê da dêv jê berdide.   Dora dine ro yê dîsa diherin zeviyê diçinin. Bi nîvro keçel tê nên bihere. Ji jina apê ra dibe: ” apê min go” bi gaye ku kar nabîn. Bra gaye din jî serjêkin.” Apê wî mêzdike keçel le zevî yê tune. Dizane keçelê tiştekî din wûne serê vî, dikeve rê tê gundê lê ku gayê din jî dest çû yê. Xwe berdide keçel, keçel dîreve dihere ser zevi yê. Ji palî ya ra dibê: “Apê min got; gayê me her du jî mirin. Emê bê ga zevi yê çi bikini? Ma palî zevi yê bişşevitînin werin gund.” Keçel zevi ya kalê jî bişevitandin dide. Dikeve rê û ji gind bi derdikeve.   Pir kihere hendik dihere, raste erebeke hespa tê. Sê jinê li ser erebe wûne. Ji wana ra dibe: “Ezî bê kesim. Li karekî digerime. Huroê yek ji we min bi mîvankin.” jinek ji wana dibê: “gunê, xerîbeke, ma huro li mala min rakeve.” û keçel dibe mala xwe.   Wê jinkê dostekî xwe hewû ye. Her ro ku şev reş bû bidizikî dihat û diçûyê mala wê. Ji bo ku keçel bi wê elm newe, jinik vi keçel ra goti yê tu qe kor nawî? Keçel goti ye: “Te manga belek ji min ra serjêkir goştê wê da min ezê kor bibim. Jinikê jî manga belek serjêkiriye. Goşt jî her ro dide keçel, wî jî xwe bi derva wek kora kiri ye. Dostê jinikê her şevekê dihat û diçûye Şevekê jinike ji dostê xwe ra çuçikekê di rûnda sûr kiri ye. Dostê jinikê her şevekeê qijilî bi gu û qirika dostê wê da vello kiriyê. Û dostê jinikê kûştiyê. Jinik tê ku dostê xwe miriyê ditirse. Dihere ji keçel ra dibê çavê te qe rind nabin. Meyîtek di mala minda heye eza çi bikim? Keçel dibê: “Çuçikekê di rûnda sur bike, ez goştê wê bixwim çave minê biwîninç” Jinik a ku keçel dibê dike. Û goştê çuçikê xwar bi şuva dibê çavê minê diwînine.   Keçel dibê: “Tu ji min ra du kera biwîne.” Jinik jê ra du kera dîne. Keçel meyîtê mêrik diavê ser kerê, qoziyekî bi rûn. Serê wî gezkirî dide dest meyît. Kerê diajo nava zevîyeke gundekî cîran. Xwe di nav zevi yêda vedişşêre xwedi yê zevi yê tê, kerê ço kike ku ji nav zevi ya biderxe. Keçel wê wextê radibe ser xwe û ji mêrik ra dike qîre qîr. Û li jinî ye wxe dixe.   Dibê: “Te çi kir lê te bavê minî kuşt.”   Mêrik dibê: “bavê te berî miri wû.”   Keçel: “Na bavê minî xwaş wû, a ha qoziyê xwe didesta ew dixwar” dibê.   Keçel “Ezê herim hukimtê, gilî yê te bikim û ê te bavên hepisê.”   Mêrik ditirse şaş dibe çi bike. Keçel dibe: “ku te çel barî qanri ya genim û cê da min. Ez narim hukimatê.”   Mêrik ji tirse xwe ra dibê erê. Keçel çel qanri ku barê wana ce û genim. Heydine û dihere ber mala apê xwe dibê: “Ez ji kar tê me.” Wana ji qezenca minin. Ew giştik min ji te ya anin. Dilê apê xwe dike. Ap bi bê yekê xenê dibe. Û keçel ef dike.   Çêroka min çû qatê, rehmet li vê civatê.

Berhevkar: M. Ş. Dağ
Ji kovara Bîrnebûn