Çi hebû çi tunebû, di malekê de heft bira hebune. Bavê wan rokê dimire, wana ji xizanî terin xabatê. Wana kû herin xabatê, dîya wana bi ducana bûye. Bi dîya xwe ra dibên:
– Dayê, kû darguşê te bû lawik ala kesk, kû bû keçik, ala sor bi dadake, Bû keçik em ê verin mal. Na kû bu lawik em nênî mal. Dayîka wan rokê derguşake xwe dibe. Darguşa wê keçik dibe. Dayik pir kêf xwaş dibe. Ji kêfa ra xwe şaş dike. Ji ber ala sor, ala kesk datîne. Bira rokê li mala xwe mêzedikin ku ala kesk li darda ye, dibên birakî me yî dîn bûye. Ew jî ji bu vê nêne mal. Pir sal derbas dibin. Va keçika mezin dibe. Rojekê keçik bi hevalên xwe re, li bin sîya darê rûdinin. Teşîyê lê dikin. Ji va keçikna yekê ba bibertikeve. Gîştik bi hev ra tikenin. Îcar bi pîstî hevdu tikevin, kê ba biberket. Herkes sond tûxe, ku min nakir. Kî bi bave xwe, kî jî bi birayê xwe sond tûxe. Va keçka jî:
– Golkî mey qun bi rix bimre min nekir. Ji hevalan jî yek bi hêrs ji ra dibê: – Ez te bi qurbanê heft bira kim. Tu çima bi heft birayên xwe sond naxî. Tu bi serê golik sond tûxî. Va keçika bi girî tere ba dîya xwe.
– Te heta niha çima ji min re negot, heft birayên min hene. Min li nav hevalên xwe bi serê golkî me sond xwar. Çima min jî bi birayên xwe sond nexwar. Dîya keçikê meselê ji pêşîye de jê ra tebê. Keçik tigrî aş nabe. Dixwaze birayên xwe biwîne. Dîya keçikê, ji keçike re:
– Çarek heye. Tu wana binî cîh tu ê birayên xwe bibînî. Ez ê ji te re kerekê bi xweliyê çêkîm. Tim jê re bê ço ço. Mebê çuş. Tere bi rê tikeve. Îcar di rê de morîkê dibîne. Ji kerê re tibê çuş û ker tixele. Keçik bi şuva tê mal, bi girî: – Mindi rê de morîk dî. Ji kerê re min got çuş û ker xeliya. Dîya keçikê jê re kerêkî din bi xweliyê çêdike. Îcar keçik li vî kerî siyar tibe. Tim jê re tebê ço. Wuqas morî, zer û zîv li rîya xwe tebîne nabê çoş. Pir tihere hendik tihere, ker tê li malekê disekine. Keçik peya tibe. Tikeve hundir, ku kesik li hundir tune. Di hundir de heft cîh hene. Keçik bi xwe xwe tebê va mala birayên min e. Xênî paqiş dike, şîvê çê dike û xwe vedişîre. Êvarê bira tên mal. Ku çi biwînîn. Mala wan paqişkiriye, şîva van hazir e. Heft bira rutinin, nizanin va çi ye. Ji tirsa re jî şîvê jî naxin. Tebên lek axû têdaye. Jibo vê pariyek şîvê bi piskê tam kirin tidin. Ku tişt bi piskê nê, êdî ew jî şîvê tuxin. Pişt xwarinê ji hevdu tipirsin va çî ye, kî ye? Yek ji van tebê:
– Yek ji me xwe li mal veşêre ka va kî ye. Berê bira yê mezin li mal timê yên din tiherin xebatê. Pir zeman derbas tibe. Birayê mezin tikeve xewê û keçik derdikeve paqişî van tike, şîvê van çetike. Keçik dîsa xwe veşartine. Birayên din ten mal ku biraye mezin tiştek nedîye. Pi vî ziravî her birak li banda time tiştekî nabîne. Heta biraye piçuk. Birayê biçûk bi derawa xwe li xewê tine. Keçik dertikeve dor baniya berav tike. Şîva van çêtike. Û bira ji par re raytene gulîyen we. Jê re:
– Tu în î, tu cin î?
– Ez na în îm na jî cin im. Ez xwanga we me. Bira jê re: – Ti xwanga me tune ye. Xwang:
– Wexta ku ez hatime dûnê dîya min bi heycanê re, xwe şaş kiriye ala kesk bi darda kiriye. Êvarê birayên din jî tên mal. Ew jî pê tihesin. Xwangê xwe hemêz tikin û jê heztikin. Birayên wê bi ro tiherin xebatê. Ew jî ji wan re bermaliye tike. Lê, temekê li xwangê xwe tikin.
– Xwangê, piskêke me he ye bê wê tiştîkî mexwe. Ku te çi xwar nevî te nevî we. Ku te ver nekir a bi arî te da mîzke. Arî te dê vemre. Tiştî ku tu pê êr pêxî tune. Roke xwang malê rêş tike. Hewik mûj li erde tiwîne. Ku bavê devî xwe pisik te bîra ve. Bane piske tike. Pisik nê. Pisik jî pi zanebûn nê. Vê ticerbîne. Xwang mûjê tavê devî xwe. Pisik te bi arî vê de mîz tike. Va bê ar time. Ji birayên xwe re şunake şîvê çêke. Tere derve tikeve, ku li dure tê nabera heft çîyanda dumanêk hêl te. Xwe lê digrê tihere. Ku lê wê dere sê jin runiştine. Danîkê tikelnîne. Her sê jin jî jê re:
– Lê lê lê tu hatî çi? Va mala hirçê ye. Tu hatî çi? Hirç ku ware ya te ji xwe re bike jinik. Xwang halî xwe ji wan re tebê. Ew jî bi lez kozîk ar tedîn. Pêşîye we jî henek danî tikên. Berî wê tidin mal. Keçik bi lez tê mal. Li riye tilîyê xwe li kevira tikeve xun tike. Bi gav gav xun ji lingî we tiçilke û ji pişiyê we de jî hewê daniyê, li erdê tikevin. Hirç tê mal, ji jinên xwe re:
– Bîhna însanên xerîb tê. Qat kin, kî hate vir. Ew jî, ji tirsa ra qat dikin. Hirç dilopên xwûnê û hewê daniyan taqîp tike, tê mala vê. Hirç jê ra tebê:
– Derî veke. Keçik venake. Hirç jê re:
– Du tilîya xwe ti qullê dêrî ra derxe, ezê gustirkekê pi tê dim. Keçik tiliyê xwe dirêj tike. Hirç tiliyê wê tike devî xwe û timêje. Bernade heta ku keçik bîrva dice. Hirç cidêle tihere mal. Birayên keçikê tên mal, ku derî girtiye. Yek ti pacê re tikeve hundir. Ku xwang bîrva çûye. Jê tipirsin va halî te çi ye? Xwang her tiştkî ji van re qat tike. Heft bira tiherin mala hirç, ku bikujin. Tiherin digên mala hirç. Hirçê tikujin va sê jinan jî xelas tikin. Va jinana heytinin tên mal. Sê bira va sê jinana li xwe mar tikin. Ro tê van jinana ji xwangê vana tiqarin. Tebên em ê rêkê li vê bikin. Mûyekî hirçê tikin kûzî avê. Xwang ji kûz avê vetuxe. Muyî hirçê xwang ro pi ro tiperçivîne. Va jinana ji mêrê xwe re tebên:
– Xwanga we bi ducan e. Bira ku pêtihesin, tebên emê wê bikûjin. Bira ku xwangê bikûjin, xwang li ber van tigere:
– Min mekûjin, min tiştî neçê nekir. Ez ne ducanî me. Bisekinin heta ku ez zam. Hûn hingê min bikûjin. Ro tê xwang vetirşe ji zikî wê mûyîk dertikeve. Perça zikî wê datê. Bira dizanin ku jinên wan lê îftera kirine. Her sê bira jî jinên xwe bertidin. Gîştêk bi hev re tên ba diya xwe. Jîyana xwe bi hev re derbas tikin.
Berhevkar: Memoste Îrfan Baysal