Rojekê mîrê bota bang kire wezîrê xwe û jêre got : ti bixwe zanê ez tiştekî divî welatîde bê şêwrate nakim, ji ber ev bû çend sal tu wezîrê min î û min ji rastiyê pêve li dorî te nedîtiye.
Lê îro ezê bite bişêwirim ne di derbarî kar û xebata meyî welatîde, lê belê ji bonî daxwazeke min î teybet.
Wezîr got xwedê xêrbikê mîrê min, fermoke bêje ez li te guhdarim.
Mîr got : bi rastî hîn dilê min di dinyayêde heye û ez dixwazim jineke dî ji xwe re bênim, ji ber vê yekê ez dixwazim bite bişêwirim ka ez jineke çawa bênim ?
Wezîr got: mîrê min eger tu şêwra min dixwazê, bere jineke qehp û diz be !!!!
Dema mîr ev gotin ji wezîr hiskir, dîn û har bû çavê wî çûne nava serê wî, rabû ser xwe û qilîç * kişand û xwest serê wezîr ji gewdê wî jêkê , lê hate bîra wî xizmet û alîkariya wezîr jêre. Qilîç vegerande cihê wê û jêre got: destê min li te nagerê ez serê te jêkim çawa tu dibê jineke qehp û diz ji xwe re bîne, lê ezê / 24 / se، eta muhletê bidime te, divê tu ji cizîrê barke, lê ez bi aniya mîrkim di peyre ezê serê te jêkim.
Wezîr bawerya xwe anî eger di derbarê /24/ se،eta de ji cizîrê barnekê wê mîr serê wî jêkê. Bilez kar û bara xwe kir û bi tîrêjê rojêre yên pêşî ji axa cizîrê derket û berê xwe da koçberiyê, qederê çend roja meşîn gihane( keliha bûnisra) **, nerîn vaye av heye û dar û şînkayî û dehl û devî û çiyane, gotin ji vir xweştir em nabînin, li wir daketin û wezîr û pîreka xwe û zarokên wî alîkarî bi hev re kirin û ji kevir û dara xanîkî xwe avakirin.
Çend mehê wan li wir qedan, çi kesê diwê herêmê ve derbas dibû û wezîr didît û gotin û zanebûna wî didîtin jêre digotin em dixwazin bibin cîranê te, wilo ta li dora mala wezîr gundek hate avakirin, û wezîr bû mezinê wê êlê.
Piştî wezîr ji cizîra bota barkir û koçber bû, salek dido derbas bûn, serokê eşîra û kesê dijminatiya mîr dikirin dest dane hev û mîr ji mîrîtî xistin, mîr tengezar bû kesek nema hate dîwana wî, nema kesekî lê pirsî, hin ji tirsa serokê eşîrê go dijminatiya mîr dikirin û hinek bixwe ne dilxwazê mîr bûn ji pêşîve.
Mîr wê çaxê tilîkê xwe gez kirin û poşmanî xwe da pêş lê nema fêde dikê . mîr ji xwe re got: min çi mala xwe bi destê xwe xerakir, divê ez li wezîr bigerim û ez careke dî wî vegerênim cizîrê, lê eger wezîr çarekê ji min re nekê ezê wilo bimînim bin destê va zikreşa .
Dem bû êvar mîr bankire berdestîkê xwe û jê xwest sibehê zû herê li wezîr bigerê û jê bixwazê vegerê cizîrê, lê dema bêjê ez venagerim jêre bêje li ser zimanê min, ez lêborîna xwe jê dixwazim eger tu naxwazê vegerê cizîrê hinek şîreta li min bike.
Bi tîrêjê rojê yên pêşîre xulamê mîr li hespê siwar bû û ji cizîrê derket û berê xwe da gund û bajarê derdora cizîrê, li vir li wir, xulam dipirsê ji rêbwariya ji cotyara ji bazirgana, û ji berêve dibêjin ( bi pirsê mirov digihê xursê ). Demeke baş xulm geriya û pirsî ta gihişte gundê wezîr . Xulam berê xwe da mala wezîr, wezîr û zarokê xwe hatine pêşya wî, çûne lep û riwê hev, bihna cizîrê li pozê wezîr xist û welatê wî hate bîra wî hêsirê ziwa ji çavê wî herikîn .
Şîva xwe xwarin, li hal û demê hevdû pirsîn, û ji xwe re li oda wezîr rûniştin ta derengî şevê, gundî yeko yeko ji odê derketin çûne malê xwe, mane wezîr û mêvanê xwe bi tenê .
Xulam berê xwe da wezîr û got : gelek silavê mîr ji tere hene û gelekî bêriya te kiriye, xulam ma sekinî û serê xwe tewand .!?
Wezîr got serê xwe rake û ji min re bêje çi bûyer qewimîne li cizîrê ?
Xulam keserek berda û got : piştî te ji cizîrê barkir dijminê mîr xwe dane hev û mîr ji mîrîtî xistin û vaye mîr ez şiyandime pey te, gelekî poşman bûye û lêborîna xwe ji te dixwazê û dixwazê tu vegerê cizîrê, lê eger tu nexwazê vegerê, mîr dibê ez şîretna jê dixwazim .
Wezîr got : wext dereng bûye çaxê razanê û tu ji rêke dûrve hatiye , here oda xwe raze û sibih xêr pêre tê .
Wezîr çû nav nivîna xwe , destê xwe xistine bin serê xwe û kûr û dûr fikirî, ramanên wî çûne cizîrê wilo ta dixewre çû .
Serê sibehê ji xew rabûn wezîr gote xulam rabe emê herin nav werzê minî go min li binya gund çandiye, emê şebeşekî cemidî bixwin ta bibê dema taştê.
Wezîr û xulam xwe berdane nava werz, xulam ji xwe re li werz meyzand , xwedê avakê her şebeşekî mîna cêrekî tê, carekê ji nişkave wezîr rahişte şebeşekî herî mezin di lemê de û li bin guhê erdê xist, her parçekî bi cîkîve çû !!!!
Wisa bi nav lema ket çi şebeşekî mezin dinav lema de dît jêkir û libin guhê erdê xist, bivî rengî wezîr dinav werz ve meşî ta gihişte dawiya werz, li vegerê çavê xwe li şebeşê biçûk digerand û ax dida dora wa û ber lemê wan xweş dikir, dawî şebeşek jêkir, şikand û qeşart û bankire mêvanê xwe de were kerembike em bixwin !!!!!???
Xulam bixwe matmayî ma û diber xwede digot : çi bi wezîr hatiye şebeşê mezin dişikînê û guh didê yê biçûk .
Şebeşê xwe xwarin û vegerane mal, xanima wezîr taştê danî ber wan, xulam taştiya xwe xwar û kar û bara xwe kir ji bo vegerê cizîrê .
Xulam got : vaye ezê vegerim û ti naxwazê bi min re werê, lê te ne şîretek ne jî qewêtiyek li min kir da ez bigihînim mîr.
Wezîr got : tê gelek silava li mîr bikê û tiştekî ku ez ji tere bêjim nîne bi oxira xwe de here xwedê diber tere bê.
Xulam xatir xwest û berê xwe da axa cizîrê. çavê mîr bûne stêr li devê riya xulam û wezîr lê piştî xulam giha xeber dane mîr û gotin xulam bi tena xwe hatiye. xulam giha û silav da mîr lê mîr li ser agire, rabû ser xwe û got: xwedê xêrkê te wezîr dît yan na? Û eger te ew dîtibê çima bi te re nehat .
Xulam got : mîrê min min ew dît û silavê wî li te hene lê belê min kir û nekir bi min re nehat.
Mîr jê pirsî eger ji gotinekê ji şîretekê, lê xulam got mîrê min ewî tu şîret jî li min nekirin, mîr bihnekê rawesta,fikrû ramanan ew birin û anîn, bankire xulam û got : ji min re bêje çi bitere qewimî ji despêka gihiştina te mala wezîr û ta vegera te axa cizîrê .
Xulam got mîrê min ti bûyer ne qewimîn lê belê tiştekî tenê bala min kişand , mîr bilez got ew jî çibû ? .
Xulam ew dîtina li nav werz ji mîr re got. mîr rûnişt û bihneke kûr û dirêj kişand û keserek berda û di peyre serê xwe hejand .
Qederê çend meha derbas bû mîr dost û hevalê xwe û gelek mêr û siwar peyda kirin û ew di zêr û pera de hiştin .
Rojekê mîr çû odê û ji serokê eşîr û kesê mîrîtî ketiye destê wan de got: ez bixwe kurê vî welatî me û xelkê cizîrê dost û bira û mirov û pismamê mene û mezinê cizîrê jî mezinê me tevane û ji bo vê yekê ez dixwazim we mezin û serokê êl û eşîran li mala xwe bi civînim û em parîk nan bi hev re bixwin .
Teva ji hev re gotin ev kes per û baskê wî hatine jêkirin û tu kes li dora wî nema ye , dibê ku ew gihaye baweriyekê nema çare heye ji bilî ew jî destê xwe bixê destê me û ew jî bikeve bin siha mede.
Soz dane mîr filan rojê em mêvanê tene .
Mîr jî zilamê xwe amadakirine bi çek û silah û ji wan re gotiye dema mêvan tev de derbasbûn odê winê êrîşê berdine ser wana û yekî tenê ji wan neberdin û serê hemiyan jêkin.
Bû roja soza mîr û neyarên wî, her axakî her serokê êlekê xulamê xwe bi xwe re anine. hemû derbasbûne odê, rûniştin .
Zilamê mîr êrîş berdane ser wan, serê teva jêkirin. xwîn herikî sikakan, mîr ferman da û got: ez mîrê bota me, çi kesê serê xwe li ber min rakê wê serê wî herê nav wan serê jêkirî .
Jiwê rojê ve kesekî newêrîbû serê xwe yan xeberekê li ser mîr bêjê. mîr vegera mîna berê, odawî, dîwana wî ji xelkê cizîrê nema vala dibû .
Rojekê mîr bankire xulamê xwe û got : ji min re çend siwara amade bike û tijî bi wan re û kara xwe bikin emê herin wezîr vegerênin cizîrê, ji ber wezîrê min aqil mende û delale û ez qenciya wî û şîreta ku bitere rêkiribû ji bîr nakim.
Xulam matmayî ma û got: mîrê min tiştê ez dizanim wezîr ti şîret bi min re ne şiyandin û ti qewêtî jî li min nekirin ji bo ez bigihînim te !!
Mîr got : çawa, dema win çûne nav werz û ew şebeşê mezin di lema de li erdê dixistin û di pelixandin û şebeşê biçûk ax dida dora wan û ber qurmê lemê wana xweş dikir, ew bixwe nama wezîr bû ji min re têde digot serê mezin û serokê êl û eşîran jêke û kesê gênc bide dora xwe û min bixwe şîreta wî bicî anî û bû dema em herin wezîr vegerînin cizîrê.
Mîr xulamê xwe û çend siwar dane dora xwe û berê xwe dane gundê wezîr, dema çavê wezîr li mîr ket, bezî pêşya wî û hevdû dane ber maça û hembêza hevdû bernedan.li hal û demê hevdû pirsîn,wezîr qedrû qîmetê wan gelekî girt, xanima wezîr jî hinek tûtin ji tûtina cizîrê ku bi xwe re anîbûn û mîr bixwe jê vedixwar li ber wan danîn li gorî jimara wan û heryek destek pelê çixarê jî li ber wan danîn ji bo xwe pê mijûl bikin ta xwarina wan amade bibê.
Mîr çixareke xwe pêça û gulmek kişand, yek didiwe dî kişandin û got : tama vê tûtinê mîna tûtina cizîrê ye, newilo tenê ev bixwe mîna tûtina min bixweye .
Xwarina mêvana amadebû, xanimê berxek ser jêkiribû û birinca cizîrê bixwere anîbû û hilandibû ji rojekê mîna vê rojêre, mîr çend parî xwarin û got : tê bê ev birinc niha ji cizîrê hatiye. Livir wezîr serî rakir û got: mîrê min ew tûtina te vexwarî ya cizîrê bû , xanima min bi xwe re anîbû û gelek cara ez dimame bê tûtin û min ji xanimê dixwest eger hinek li mal hebê, lê ji min re digot nîne, ewê hilanî bû ji rojekê mîna îro re, û ew birinca te xwarî ya cizîrê bû û gelek cara em bê xwarin diman û hesreta me kevçîk birinc bû lê xanimê digot nîne, dîse ewê hilandibû ji rojeke mîna îro re.
Ma nayê bîra te roja te şêwra min xwest ji bo tu jinekê ji xwe re bînê û min ji tere got bere yeke qehp û diz bê!!!
Mebesta min ew bû, bere qehpa mêrê xwe bê û bere dizya mala xwe bikê mîna xanima min bê çawa tûtin û birinc ji malê dizîbû û hilandibû ji rojeke mîna îro,lê belê te te ez koçber kirim.
Mîr aniya wezîr ramûsand û lêborîna xwe jê xwest û jê xwest vegerê cizîrê û soz dayê ew nema tu fermana bidê ta bi wezîr û şêwirdarê xwe ne şêwirê .
Wezîr vegera cizîrê û tevdeka jiyana xwe berdewam kirin û soz dane hev jiyaneke xweş û geş ji miletê xwe re jî peydakin .
*qilîç : “ji xencerê mestire û ji şûr biçûk tire “
**gundeke nêzîkî nisêbînêye .
Dilovan çeto