Folklor

Dîk û Kîso


Hebû tunebû, carekê ji caran, dîkek û kîsoyek hebûn.
Salekê herduyan biryar dan ku bibin þirîkên hev ên cotkariyê. Haziriya xwe kirin ku wê salê cotê xwe bikin. Tovê xwe peyda kirin û man li hêviya dema cotkirinê. Lê dîko her roj çû hinek ji tovê wê salê xwar. Heta kîso pê hesiya wî nîvê tovî xwar. Kîso hêrs bû, rabû misasek li qorika dîko da. Ba ji ber dîko çû. Dîko jî nikulek li nava çavê kîso da, çavê wî rijand.
Kirin nekirin li hev nehatin, biryar dan ku herin nik qazî doza xwe safî bikin.
Bi hev re dan rê çûn ber þerîeta bûmî.
Kîso berê xwe da bûmî, got:
– Ya bûm!
Bûm got:
– Ew navê min e.
Kîso got:
– Li ser tûm.
Wî got:
– Ew paytextê min e.
Kîso got:
– Em hatine cem te þerîetê.
Bûm got:
– Ew karê min û bavê min e.
Kîso got:
– Ez û dîko em bûne þirîkên hev ên cot.
Bûm got:
– We aqûbetî kir.
Kîso got:
– Dîko nîvê tovî xwar.
Bûm got:
– Wî bênefsî kir.
Kîso got:
– Min misasek li qorikê da.
Bûmî got:
– Te neheqî kir.
Kîso got:
– Ba ji ber çû.
Bûmî got:
– Wî bîhnfirehî kir.
Kîso got:
– Wî nikulek li çavê min da, çavê min rijand.
Bûmî got:
– Wî jî bêhemdî kir.
Bûm rabû ser xwe û got:
– Bi eniya xwe ya pan kim, min ya xwe got; dîk û kîso nabin þirîkên hev ên cot.
Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.