Çîrok

Zarav mêran dikujin

-ez ji bo axaftin û zimanê te yê şêrîn dijîm..

-wax..wax, naxwe tu ji min hez nakî?..

-ma çawa ji te hez nakim keçê, te serê min xwarê, mane ji bo te li ser vê xaka zuwa dijîm, yana niha ez ji zû ve terqiyabama.

Comerdê evîndar dixwest ji dilbera xwe Şehnaz re diyar bike ko rola zimanan di dildariyê de heye, her wisa di axaftin û têgihiştinê de jî heye. Wan bi dizî hevûdu li ser çemê Ceqceq, li bind ara tuwê li taxa Alaya ya ko dikeve rojhilatî Qamişlo dîtibûn., jixwe wê rojê hevûdu bi ramûsanan şewitandin, rû li hevûdu sor kirin. Zarokin ereban li wir şivantî dikirin, yekî ji wan jêre gotibû; jina te gelekî xweşike, yekî din gotibû; ma ne avise?. Her duwan li hevûdu nerîn û keniyabûn wek ko ji hev re bêjin xwezî em jin û mêr biwana. Şehnazê serê xwe danîbû ser sînga wî û lê guhdarî dikir. Comerd jî wek zimanzanekî daxêvî û jêre digot ko di dema berê de merov bi çav û destan bi hevûdu re daxêvîn, evîndar jî bi çav û destan bi hevûdu re daxêvîn û ji axaftinê bêtir ji hev têdighajtin, wek çilo niha ez û tu bi çavan bi hev re daxêvin. Wî jî nizanîbû çilo û li ku ziman cara yekem peyda bûn, wî ji dilbera xwe re diyar kir ko merov ji pênc melyon sal de dijîn lê kesek dîroka zimanan nizane. Şehnaz jê fam nekir çima ew vê mijarê didomîne û dubare dike, dibe ko berî niha di derbarê vê mijarê de bi dilbera xwe re neaxivîbe, yan jî dibe ko pirtûkek di derbarê zimanan de xwendibe, îca ji dilbera xwe re şirove dike. Jixwe hingî axivî serê wê êşya û ji bo ko mijara li ser zimanan birawestîne gotina wî birî û pirs kir û got:

-tu dikarî pêkenokekê bêjî ji vê axaftina zuwa bi sûdtire?.

Ew di mebesta wê de gihaşt, dixwest jêre bêje ko hun jin ne dixwînin û ne jî sebr û arama we heye ko hun li merovan guhdarî bikin, lê wî jêre ne got, tirsiya ko bitengire û nema ramûsanan bidê. Jixwe Comerd pêkenokan zane, bûyîna wî pêkenokeke, ew bixwe pêkenokeke, ew pêkenokan diafirîne û çî wî ji pêkenokan pêve heye. Dibêjin carekê sê kurd, yek ji Ingilistanê, yek ji Ferensayê û yê din ji Elmanyayê çûn Yonanistanê ba dostekî, dostê wan bi ziman nizanîbû û ji bo ko hezkirina xwe ji wan re diyar bike ew vexwendî ser goştê berxan li xwaringehê kirin, ê ji Ingilistanê got zimanê Ingilîzî li her derê mîna zimanê fermîye ezê goştê berxan ji xwe û we re bixwazim, lê gerson tiştek jê fam nekir, ê ji Ferensayê rabû û got ko zimanê Ferensawî zimanê duyemîne li dunyayê gerek gerson ji min fam bike, lê ji wî jî fam nekir, her wisa ê ji Elmanya bi poz bilindî rabû û ji gerson goştê berxan xwest, lê ji wî jî tiştek fam nekir, dostê wan ê bi zimanan nizane rabû ji wan re got ko zimanên we hemû bê sûde ne, de îca li min temaşe bikin û bû meee-meee û mirçi-mirça devê wî, ê gerson yekser çû goştê berxan ji wan re anî.

-ha ha ha….. ko tu ji min hez dikî tê pêkenokeke din bêjî.

-ma mazad e, evîna xwe ne de ber bazaran. Dibêjin li Elmanyayê serê merovekî sehek heye, yê hinan dido ne, yekî kurd jî bi tiştekî xwe ne wek merovan bû, rabû berxekî piçûk anî û di malê de xwedî kir, hin pê xortaniya xwe ya li welat dema li gund dijî li bîra xwe anî û hin jî sebra xwe pê dianî. Carekê baran ji erd û asman dibariya, dike ko bi postê ji Essen here Bochum, berxê xwe jî bi xwe re dibe, yê ajovan nahêle berx bixe postê û wan vedigerîne ber baranê, ew jî li ber deryê postê diraweste bi hêviya ko dilê ajovan bi berx bişewite û wan derbaske, dît ko jinek hat û zire sehek wek keftarekî pêre û borî postê, mêrek hat û du seh pêre û borî postê, kî hat û sehek jixwe ê hinan du seh bi wan re û ketin postê û ajovan qet napirse hun ê bi ku de biçin, ê kurd jî hingî tengirî hat ba ajovan û bi hêrs jêre got:

– warum ew ew ja me me nein ( bi Elmanî; çima seh erê û berx na). Bû tiq tiqa Şehnaz ta ko reş û şîn bû.

-kuro wele..bile..tile..bi semawele ji te hez dikim.

-nan û avên min ji vî welatî hilatin.

Dema Comerd wisa ji nişkê ve got pêre-pêre Şehnaz reş û şîn bû û di cê xwe de sar ma, ji guhê xwe bawer nekir.

-te çi got?

-min got ji bo ko hezkirina min ji te re zendî bimîne ezê ji vî welatî barkim.

Welatê ko evîn têde qedexe be jiyan lê nabe, ko bira keda bira bixwe jiyan bê wate dibe. Di bûyereke tirafîkî de dê û bavên wî berî heft salan jiyana xwe ji dest dabûn, birayê wî xuşka çarde salî dabû mêr û di mala ji sê odeyan û hewşeke fireh de asê bûbû, ji Comerd re gotibû; tu dikarî li ber sîka dîwaran bi cih bibî, ew ji mafê te yî an jî tu dikarî çadirekê di hewşê de vegrî û têde bi cih bibî, ko tu kêm dibînî bila jora malê ta bi asman ji te re bî. Ma Comerd dê çi ji jora xaniyê axînî ta bi asmanan bike. Cînarekî wî jî wisa bi jin û du zarokên xwe kiribû, roja jina diduwan anî bera jin û du kurên xwe ji malê da û telaqê wê bi tifekê û sê zixuran xistibû dest. Comerdê ko li ba terziyekî bi nan û zikê kar dikir, gelek merovan bi serê wî sûnd dixwarin, hin ji ber xwîn û zimanê wî yê xweş û şêrîn, û hin ji ber têkiliya wî ya xweş û vekirî. Comerd merovekî rast bû, qet derew nedkir, her wisa dilxweşkirina bi derewî li ba tune bû, lê bi şêweyekî digot dihişt merov jê hez bike. Li gel di çadirê de dijî mêvanên wî ji siyasetmedar û nivîskaran tim hebûn, di şazde saliya xwe de fêrî nivîsandin û xwendina bi kurdî bû bû û car caran berî ko çîrokan binivîse helbest dinivîsandin, di dawiya şevan de û piştî vexwarina meyê helbestxwendin pê xweş dibû, li mejî û sawêran dixist, her wisa sawêr şiyar dikir, îca heval û dostên wî jê hêvî dikirin ko hin helbestan bixwîne, wî yekser helbesta pêşî xwend;

Li ber lempeya lerizî.

pûtekî sernixûz im.

Ji te re tiliyên xwe dikolim

Dikim kortik, dikim paşîv û li ber te datînim,

de jiyana min bixwe.

Ez afesaneya te ya dawî me..

diranan dihûnim..dirêsim..dirizînim..,

xewna vekirî û ne mîna kavilê ji laşan

Di xewnan de şûr simbêlên min nabirin.

Mêrantî ew e ko tu bi sênga dilbera xwe şa bibî.

Lêvên xwe di bin guhan de biçînî,

Bila tu mûm bî, bila ez wek perwaneya dîn bişewitim.

Her kes wek xwe dike û wek xwe dijî û wek xwe dişke

Lê ez wek jîn û xewna hişk dişkim

Ez evîndarekî dawerivî me. Ez baran im.

givaleyên mişext bê sûde dijmêrim.

Ez stêrk im di işqa banê dilbera rih şêrîn de.

Ji bo te bûm berxê qurbanê lê te kêra ko da ser jiyana min û te oxira dawî bê xatirxwestin kir.

Yazdeh salan te ez dagîr kirim

Ma nebese, te ez kirim devê şûşe.

Wek libên tizbiyê te sal bera ser salan dan

Û tovê min hişk û zuwa kir.

Ezê çi ji bênderên ramûsanan bikim

li gel ko kêferata diljêkirinê dikim

ez kirim qirşek û qurifandim, lê

Hîn jê hez dikim

Hîn bi dû siha xwe dikevim

Ji hemû partiyan dibûn mêvanê wî û li dîtin û bîr û boçûnên wî guhdarî dikirin, her kesî jê hez dikir, ew jî endamê partiyekê bû, lê xwe wek endamekî di hemû partiyan de didît, wî tim diyar dikir ko em hemû bi hev in û em hemû ji bo yek dozê dijîn û kurdayetî ne li ba kesekî û diduwa ne, belê li ba me hemiya ne. Carekê endamê partiyekê jê xwestibû ko partiyekê bixwe çê bike dako bibe serokê wê û biryar li ba wî be û ew jî dê dev ji partiya xwe berde û bibe endamê wê, wî gotibû partiya wî heye û mezntirîn partiye, mebesta wî hemû partî yên wî ne. Comerdê ko her kesî jê hez dikir biryara qedera xwe daye lê hîna Şehnaz nizane, qedera ko ne li ser vê xakê bimre, xaka ko her kes ji bilî birayê wî jê hez bike, û tumayî merovan bixwe, merov merovan bi gotinan dixwin. Her kes ji min hez dike ji ber ko min rexne li wan nekirye, li kar û xebata wan ya di ber kurdayetiyê de nekirye, her kes dibêje ez û ne kesî din, ji ber vê jî pêşeroja me nediyar e. Ko ne ji van zimanên ko ez bi wan dizanim biwa dibe ko ji bilî endamên partiya min kesî silava xwedê jî li min nekirbiwa, her yekê bê ba min pelek di destan deye û piştî dilxweşkirinê dibêje; tu dikarî vê daxuyaniyê wergerînî kurdî, Rûsî, Ingilîzî, Firensawî.

Comerdê ko çarşema bê soza wî li bin dara Tuwê, li ber çemê Ceqceq bi dilbera wî Şehnaz re ye, dê nere ser soza xwe, Şehnaz jî dê çi ji xwe bike, hîna ne diyar e. Ewê nameyekê li başûrî darê bi yazde gavan û di şûşeyekî de, di bin axê de bihêle û beta weta bibe. Dema Şehnaz bê û wî nebîne, dê bibe kutkuta nava wê, dê yekser bi dîtina wî bê hêvî bibe, ji ber tim ew berî wê li wir bû, dê zû bi zû neyê bîra wê ko nameyek jêre hiştiye, piştî hêl têde nemîne dê di bin darê de rûnê û wî bîne ber çavên xwe, gotin û pêkenokên wî dê li bîra xwe bîne, hinekî dê bibeşişe lê zû dîsa madê wê tê guhertin, dema name bê bîra wê dê yazde gavan bi yek e û bê hişê xwe bixwîne;

Ko rojekê ji rojan zendî vegerim, ji bo te vedigerim, ko vegerim jî dê di bîst û pêncê meha yazdan debe, bi xatirê te.

Ji te hez dikim

Comerd

05/03/2006

Piştî du sal û neh mehan Şehnaza dil şikestî dê ji cînarê xwe Remo nûçeyên dildarê xwe guhdarî bike, ew niha li başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê nûnerîtiya partiya xwe dike, tu dikarî bêje wek balyozekî ji rojava re li wir kar dike, her wisa navenda Şehnaz boyî wergerandina zimana birêve dibe, hin caran jî ji serokê Kurdistanê re wergerandina Firansawî dike. Bêhna Şehnaz vedibe, madê wê geş dibe, wê rojê bi kêf û xweşî serê xwe dideyne û radizê. Lê nizanîbû ko piştî çend rojan dê bernameya stranan ji nişkave rawste û nûçeyeke bi lez ragihîne;

Îro katjimêr çarê pişt nîvro li ser dema kurdistanê wergerê serokê Kurdistanê Comerdê Xelo di geliyê Elî beg de fetisî, emê di nûçeyên katjimêr şeş de bi ber firehî agahdariyan bidin.

Piştî lêkolînan diyar dibe ko dema Comerd dikeve avê çend malbatên Soranî bi seyranî li wir bûn, dema dike bifetise hawarî wan dike û alîkariyê dixwaze, lê ji ber ko ji wî têdnaghêjin kesek pêve naçe ta ko bin av dibe.

Şehnaz jî li Qamişlo qîr pêdikeve, bi çolan dikeve, porê xwe dikşîne û bang dike; hefteya bê semawenda min û Comerd e, hatin û amadebûna we şahya dilê meye.

11/07/2006