Çîrok

Sipî bûne serok

Roja pêncşemê 5ê heyva avdarê cejna bûyîna jina wî bû. Min û wî hevûdu li leşkeriyê naskir, piştî leşkeriyê jî dostaniya me berdewamkir û ji ber ku em herdu li bajarekî dijîn ciwanmêr ez jî vexwendî cejna bûyîna jina xwe kirim. Gelek mêr û jin hebûn ji nav hemiyan yekî bala min kişand û çavên min mabûn li ser wî, dema nû kete derî tiliyên wî di nav porê wî de bûn, rûnişt rûnenişt dest bi peyvê kir û got:

-Paqijî navnîşana şaristaniyê ye, ku merov paqij be xelk ji merov hez dikin û merov bi hesanî dikeve dilê yê ku merov dibîne, ku tu ne paqij bî cihê te di civat û cihên wisa de nîne, belê ku merov qirêjî be, merov û Seh weke hev in, paqijî ji bahweriyê ye!!.

Yê ku tiliyên wî di nav porê wî de bûn bigir du katjimêran li ser paqijiyê peyivî, helbet wê hîn jî bipeyivya lê ya ku cejna bûyîna wê bû bi mebestî pêkenokek got da ku wî birawestîne, ya ku cejna bûyîna wê bû ji kuf kufa bi me ketibû nas kir ku em nema dikarin lê guhdar bikin yan jî em ê hemû rabin herin malên xwe û yan jî dê şahiya cejna bûyîna wê bibe şîn û girî. Mêrê ya ku cejna bûyîna wê bû ango dostê min tebatî nediket canê wî, diçû û dihat û biken ji me re digot:

-ez bihêvî me hûn şerm nekin mal mala we ye û ev şahî ji bo we çêbû ye.

min jî bi ken lê vegerand:

– birastî merov di mala te de şerm nake ji me weyê em li mala xwe ne lê ku tu wisa gelekî guh bidî me em dê şerm bikin û em ê rabin herin.

Çi cara zengilê derî lêdiket em ên rûniştî hemû dicefilîn û me hemiyan matmayî li derî dimeyzand, ka dê yê derbasbe, çawa be û dê kî be, ev zik tilêrîye û temenê wî 50 sal e lê ya pê re kî ye gelo?!, di cî de ya ku cejna bûyîna wê bû ji çavên me pirsa me nas dikir da ew û jina wî bi me didan nas kirin, ev yê din jî çuqasî dirêj e û jina wî ji ber wî ve kina-kine, ev yê din jî qut û qelew e û jina wî di meha xwe de ye, didu li gor hev tunebûn û wek hev derbas nebûn û çi yê ku derbas dibû mazûvanê me û jina xwe ya ku ji bo cejna bûyîna wê em hatine civandin bi me didan nas kirin.

Hin bi hin şahî fireh û mezin dibû, ji min pê ve kesek xort û bi serê xwe tunebû, min dizanî mazûvan û mazûvana me niha çi li ser min dibêjin, ji ber ya ku cejna bûyîna wê bû mûm vemirandin û peyalên meyê bilind kirin û li hev xistin û gato jî li hemiyan belav kir, lê yê min ez mîna latekî rûniştîbûm û min geh li yê zik tilêrî û jina wî dimeyzand û geh li yê tiliyên wî di nav porê wî de şîn hatibûn, min di nava xwe de digot û ji xwe dipirsî:

-gelo vê porkura wek kara xezalan çawa û çilo ev yê han kiriye?!. Ne tenê min li wî û li jina wî di meyzand û behetî mabûm belê li yê guh dirêj û bel, li yê simbêl boq, li yê bi lingekî, ne bi xêr ev bûye nexweşî ji min re ez bi kûranî li her tuştî dimeyzînim ta ku diya min gelek caran ji min re digot:

-tu ji biçûkaniya xwe de wisa rûşuştîye.

Bi rastî gelek tuştên ne normal hebûn lê çavên min li mirovekî bûn û nema ji ser wî diçûn, tiliyên wî ji nav porê wî dernediketin û her ku tiliyên xwe ji nav porê xwe dikişandin li serê wan dimeyzand ka serê wan ji xurandinê bûne bi xwîn an na û her ku ji nûve tiliyên xwe dixistin nav porê xwe dibin çavan re li me tevan dimeyzand û madê wî pê re pê re zer û tal dibû, dema ku çavên hinan lê bû bilez destê xwe vedikşand, lê bi xwe nikarîbû, serê xwe bi dawiya danîşgehê dixurand yan jî bi dîwar dixist, dema nû ket derî bi dû jina xwe de bû û tiliyên wî di nav porê wî de bûn, wek tu derziyan di laşê min rakî min nema xwe girt, min ji yê li kêleka xwe pirsî:

-çi bela wî yê hane lo?!.

– kîjan..?

– ew ê ku devê xwe xistiye guhê jina xwe ..

– ew ê bi ya sêng mezin re ?

– na ..na ew ê jê bi wir de, yê ku tiliyên wî di nav porê wî de..

– êhhhhhhhhh……..çi heye ?

– xuyaye tu ji min fam nakî!!

Hîn ez bi yê kêleka xwe re dipeyivîm ya kêleka min î din rabû ser xwe û bi lez ji şahiyê derket, helbet wê bi zorê xwe gihand tewalêtê çimkî dema rabû bi telkî dimeşiya, min çav da dostê xwe da ku li şûna wê danîşe, min jê pirsî :

-ew ê ku tiliyên wî di nav porê wî de ?

– êhhhhhhhhhh.. çi heye…?

– çawa çi heye..ji gava ku hatiye..tiliyên wî ji nav porê wî derneketine.!!.

– belê..belê min fam kir bê tu çi dixwazî bêjî..ew Sipî di serê wî de hene.!!!!

– Sipîîîîîî….?!! matmayî min wisa got û çavên min gazekê ji hev çûn, di vê demê de Sipî, di vê dema ku xelk gihiştine ser heyvê hîn jî Sipî hene ? di dema “computer û Internet” de, di dema av gihaştiye her mal û deverê, di dema ku bi melyonan celebên şampo û sabûnan hene hîn Sipî li vê dunyê hene..min ev yek zû bi zû bahwer nekir..!. Lê mêrê ya ku cejna bûyîna wê bû ango dostê min hişt ku ez beşdariya kêfxweşiya wî û jina wî û mêvanan bikim dema ji min re got:

-ez dê di dûv re çîroka wî ji te re bêjim…

Ya ko cejna bûyîna wê bû pirogramê şahiyê nivîskî li ser kaxezekê di destê wê de bû, helbet ew dê seroka şahiyê be, ku îşev ji me re bibêje bimrin em ê bimirin, ku bibêje solên xwe ji lingên xwe bikin û bi dara bi binê lingê me keve kesek ji me nabêjî na!! îşev şeva wê ye, dê miradê xwe li me mêran bikî û bi rastî jî gelek tiştên nedîtî bi me mêran kir bê ku nêzîkî jinan bibe, piçkên kaxezan li hev pêçan û avêtin ber me mêran û her mêrekî ji me bilez destê xwe avêt kaxezekê, wê got:

-yê navê çi canewerî jê re derkeve ew dê weke wî bike.

yê min navê mirîşkê ji min re derket û min weke mirîskê kir qid-qid, yê zik tilêrî wek sehan reya û kir ewt ewt û li ser her çaran rawestiya, yê guhbel û dirêj wek keran kir û ziriya û yê bi lingekî wek pisîkan kir, her mêrekî ji me wek canewerekî kir û her ji kurte demekê ya ku cejna bûyîna wê bû peyala meyê bilind dikir û digot:

– noşîcan be…

Me hemiyan peyal pê re bilind dikir û li hevûdu dixistin, wê wisa dikir da ku me mêran serxweş û mest bixe û di dawiya şevê de bi me bikene. Ji ber ku wê erê peyal hildida devê xwe lê hema tu zanî peyal dighand lêvên xwe û jê venedixwar, min jî weke wê dikir ji ber ku ez çêçikê mekînê me, min dizanîbû ew ji bo çi wisa dike û dê çi huneran di dawiya şevê de bîne serê me mêran, û birastî jî wisa bû, di dawiya şevê de hemû mêr ji bilî min serxweş û mest bûn. Bû tiq tiqa wê û jinan bi mêran keniyan, yê ku Sipî di serê wî de bûn nû madê wî geş bibû û bi ser hişê xwe ve hatibû, ji ber ku Sipî jî ji meyê benc û serxweş bibûn û nema serê wî dixurandin û ji ber vê yekê nema tiliyên xwe dixistin nav porê xwe. Hingî ya cejna bûyîna wê bû keniya sê caran verşiya û ya zik li ber dev beravêt dema li lingê min terpilî û jina yê zik tilêrî xwe şilfî tazî kir ji ber ku ew jî ji ser hişê xwe çûbû û yekser mêrê wê ew berda, wê jî her carê peyala xwe hildida û qayîş bi mêran re dikişand. Katjimêr çar ê sibehê zo-zo mêvan di derî re derketin bê ku kesek ji xwediyên malê bi wan re derkeve û ji ber ku mêr serxweşbûn û xwe li ser lingên xwe nedigirtin jinên wan ketibûn bin çengên wan ta ku ew di derî re derdixistin ta ez bi tenha xwe mam, min ji dostê re got:

-de ka çîroka wî bêje..

– Zûde-zûde ji demeke dûr û dirêj de ji dema ku bapîrê wî Emperator bû Sipî ketibûn serê wî, dema çû ba textor, textor celebeke sabûn dayê û jê re got:

-rojê yazdeh caran tu dê serê xwe pê bişo, lê ku wî serê xwe yazdeh caran pê şuşt û di dema serê xwe di dawiya şevê de danî da ku razê Sipî bi hevûdu re peyivîn û ji hevûdu re gotin:

-îşev em dê têr razên, me zûde xwe ne şuştibû.

Bi dengê dîkan re careke din çû ba textor, textor jê re got:

-bikeve dawiya turumbêleke servekirî û bila yê ajovan turumbêlê gelekî-gelekî xurt bajo, helbet Sipî bi serê te ve ne şêrêz kirîne dê ji ber hêza ba ji nav porê te bifirin û tê ji wan rihet bibî.

Paşî ku wî wisa kir bi kêf û eşq serê xwe di dawiya şevê de danî da ku razê lê careke din bû piste-pista Sipîyan bi hevûdu re peyivîn û ji hevûdu re gotin:

-îşev jî emê têr razên, berî mirinekê em derketin sayraneke xweş.

Mêrê ya ku cejna bûyîna wê bû cihê xwe xweşkir çixarek pêxist û di nav çîrokê re got ku wî hêvî dikir ku Sipî bibin mih yan jî çêlek yan jî lîrên zêr, ma ku wisa bibe ne çêtire, wisa dê perên min çêbibin û ez ê ji Sipîyan rihet bibim!!.

Lê careke din çû ba textor û jê re got:

-here sûka serserî û qaçaxçiyan û şerekî giran çêbike lê şerê we divê bi poşanbe, di dema ku bi ya textor kir û xwîn jî bi ser serê xwe xist lê di dawiya şevê de û dema  serê xwe danî ku razê careke din sipî bi hevûdu re peyivîn:

-em îro çûn şer me bîst û neh şehîd danîn lê me sed û bîst û çar ji wan dîl kirin.

Cara çaran berê xwe da textor, vê carê textor kûr di rewşa wî de ramiya û ji xwe razî jê re got :

-Serokê wan bikuj û wisa ew dê hevûdu biqelînin.

Kesek nizanî çawa û çilo gihaşt mal û bi tiliyên herdu destan li Sipiya herî gir û qelew geriya, ew girt û danî ser kevirekî û kevirê din bi hemû hêza xwe bi ser de berda ta ku xwîna wê pijiqî û bi ser kevirê din de herikî. Şeva wê rojê heyvanê xewê bi çavên wî neket, bi bû qîj-qîja Sipîyan, nav wan bi bû şer û ceng û ji hevûdu re digotin:

– ez ê bibim serok, ya din digot na ez ê bibim serok.                                                                                    Qamişlo