Çîrok

Serokê ji heryê

Her yekî ji me zaroktiya xwe bi şêweyekî derbaskiriye, lê zaroktiya min taybetiyeke xwe hebû, ne wek ya tu kesî bû. Helbet ez ê nikaribim hemî ji we re bêjim, lê bi kurtî navê min kiribûn şûmo, ji ber şûmbûn û bêciriya min, tenê bes bû ko tu bêjî şûmo êdî her kesî nas dikir mebest kiye, jixwe her kesî xwe ji min dikirî û xwe ji min diparast.

Mexabin zaroktiya min hemû nayê bîra min, lê niha û piştî ez bûme mêr yek caran ji dê û bavê xwe dipirsim, yek caran jî ji wan zarokên ko bi min re mezin bûn û xwe ji min diparastin, dipirsim, ma zaroktiya min çilo û çawa bû, niha ez bûme mêr û bi jin û zarok, zarokên min qet li min ne hatine, wek latan in, mêş di devê wan de mirar dirin, ka zarokên berê û ka yên niha, zarokên berê çûk bi şev ji qulên dîwaran derdixistin, bê jimar min mar ji qulan derxistine, min diranên wan hildikirin û wek tizbiyan bi wan dilîst, min dûpişk bera hev didan û bi wan dikeniyam. Roja ku diya min bigota: îro xwarin li malê tune, min wê rojê çûk li gund nedihiştin.

Min bê sînor û bê şerm pirs dikirin, pirsên bi rê û bê rê, pirsên fehşo mehşo, carekê min ji jineke avis pirsî: çima û çilo zikê te wisa mezin bûye?, piştî bi min de xeyidî, wê got ku ez wek diya xwe rûşuştîme û got here ji diya xwe ya ku bê deling diber bavê te de radizê, bipirse. Wê şevê xew bi çavên min neketin ta ku min bi çavên serê xwe dît, dê û bavê min çi ji hev û bi hev dikirin, ez heft heşt salîbûm lê bi min xweşbû dema min li wan temaşe dikir. Niha ez dikim û nakim ku karibim wisa bi jina xwe bikim, mexabin ez nikarim şipya bikim, yaho ma wan çilo dikir?. 

Gelek nifir, derew û bêbextî li min dihatin kirin, bi taybetî dema min xwe şûm dikir û gelek gotinên wek: belqityo, sêwlekê hiram, bêjî, layê zinê, çîçkê mekînê, tircal, rojane li dujî min dihatin gotin. Min pisîk, ker û seh bi terî nehiştibûn. Ji tevaya gund ez û Dilber dost bûn, min wisa guman dikir ji ber ku dema ez didîtim dibû wek pisîk û parçak goşt û sisto misto dibû. cara pêşî min ew di nav heryê de dît, te digot qey pûtek ji heryêye, ta niha ji heryê û lîska bi heryê hez dike û tişt miştan pê çêdike. Nava wê ji min diqetiya, min û wê bi xanîka dilîst, min roj lê dikir şev da ez wek bavê xwe bikim, min çi jê dikir wê nedigot na, nizanim ne ji min ditirsiya ne jî pê xweşbû, lê em zarok bûn.

Hingî ku kulm û tep û ji her kesî li min diketin min her şev bi xwe û doşeka xwe de mîz dikir, hinan ji min re gotin ku ew kulm û tep ne li pişta min ketana min bi xwe de mîz nedikir, li gor dîtina wan kesan rovya mîzê sist bibû, êdî min nema dikarîbû ez mîza xwe bigrim û rawestînin, çi çaxî bihata wek cog diherikî, doşeka min rojane li ber tava rokê bû da ku zuha bibe û di şeva li pêş de li ser xew bikim û careke din pêde mîzkim.

Niha ez xweziya xwe bi wan rojan tînim, merov çiqasî mezin dibe huqasî hov û newêrek dibe. Jixwe berpirsyarî pişta merov dişkîne. Ji bo ku jina min li ber min wek pisîk be divê ez wê têr nan û av û ji tiştekî bêpar nehêlim, hun dizanin jinên vî heyamî ziman dirêj û qure û ji bavê xwe şerm nakin, bê neynik û mekyac narin pişt xanî, jixwe hin ji wan bi ser mêrê xwe de radibin û hin li wan dixînin, batil li vê ecêbê, bawer bikin dawya dinyê nêzîk bûye, ma jina berê ji ku diwêrîbû çavên xwe li ber mêrê xwe veke, jinên niha di pentelonên koboy de radizên. Ji bo ku jina te bi germî bi te re razê û ji te hez bike û ne çav li der be divê tu ji her alî de wê têr bikî. Min jî ji bo vê yekê her sibeh berê xwe dida sûk û çarcihan da ku bi karê rojane aboriya mala xwe bikim. Rojane du caran di riya çûn û hatinê de pûtê serok ez dirawestandim, nava min jê diqetiya, wek cendirmekî çav sor ez îfade dikirim, çima te navê kurê xwe kiriye Azad, çima te navê keça xwe kiriye Newroz û te navê sehê xwe kiriye Welîd. Bi tirs min çavên xwe dixistin çavên wî û awir jê vedidan. Di meydana ku bê erêya wê pûtê serok lê hatibû danîn her çavek bi sed çavîbû.

-xwezî min bikarîba ez te bi dû xwe de bikişkişînim malê, min dizanîbû ez çi ji te bikim.

Li gel ku min di wê rojê de karîbû ez jin, keç û kurê xwe Azad kêfxweş û şa bikim, dema min bi keda wê rojê sê kîlo pirtiqal, yek û nîv sêv û du kîlo mozên xerabe bibim, lê ez xemgînbûm, ez gêjo mêjo bûm, ez ne mêrbûm, jin bibû mêr û ez bibûm jin, wê kir û nekir ku min germ û har bike da ku agirê di nava xwe de sar û vemrîne, nikarîbû.

-dev ji min berde, kirina te bê sûdeye… Bi xeyd pişta xwe da min û bû kufe kufa wê, min jê re got:

-ta ku tu pûtekî serok çênekî, tu bi dê û xuha min bî…

            Ku çêbiba dê wê şevê raba û pûtê serok çêkiribaya, ne min ji we re got ku Dilber di zaroktiya xwe de ji heryê hez dikir û tişt û mişt pê çêdikirin, jixwe dema min ev yek jê xwest wek çûkekî ji qefesê bifire, madê wê geş bû û bi kêf serê xwe danî. Ku Maykil Encîlo baya wisa bilez û xweşik û spehî pûtê serok çênedikir, dema çavên min î girtî li ber pût vekirin min ji çavên xwe bawer nekir, min bawer nekir ku wê çêkiribe, te digot qey te serok bixwe di axur de daniye, mabibû ku biaxive û fermanan bide, cara yekemîn bû ku çavên xwe bê tirs dikim çavên wî, min biser de mîz kir û sê tif danê û min got:

-niha Dilberka min li benda min e, sibe tê xwe bibîne.

min got û pirsî:

-keçê ev kê çêkiriye?

-bêhn û cenga laşan!

-ango te çêkiriye?

-niha ez dê û xuha te me yan ez jina te me?.

min ew bi germî hembêz kir, jixwe ez hemî bûm bi herî.

Pûtên serok û xizmetkarên milet û welatan wek ê Napolyon, Nîlson Mandela, Xandî û C. waşington hatin bîra min û çilo miletên wan ew di meydanên bajarên mezin û paytextan de danîne û bejna xwe ji wan re ditewînin û li ser tabloyekê kurte jiyan û çend gotinên pesindariyê nivîsandine, min jî li ser pûtê serokê ji heryê nivîsand: ´´serok miletên xwe ber bi asmanan de tajon te em wek pez ber bi zindanan ajotin. –serok dibistan û zankoyan vedkin te zindan û girtîgeh vekirn´´.

            Di îfada yekemîn de min jê re got:

– niha tu li ba min girtîye, ma wilo xweşe?,, bêje te çend kesên bê guneh di zindanan de û di bin eşkencê de kuştine, lê ez wek te nakim, ez te nakujim, ji ber ez merov im, belê ez ê te bixum, ez ê te daliqînim, na ez wisa nakim, ez te rihet nakim û xwe wek te hov nakim, ez ê te dax bidim, ez ê bi şîşa sor li ser anya te binivîsim´´ ez hov im, ne merov im´´.

Ji ber hêrsa di nava xwe de ez rabûm min bi ser de mîz kir û sê tif danê û li beramberî wî rûniştim.

ez îşev westiyam, em ê sibe berdewam bikin.

Niha hun ji xwe dipirsin ka wê di îfada duyemîn de çi bibe, lê ez ji we re nabêjim min çi kir, hun jî dikarin pûtekî wî peyda bikin û îfada wî bistînin, da ku hun wû kelizê tam bikin, lê ji we bi hêvîme hun wî neêşînin, gunehe.

Di roja din de dema ku ez çûm axurê ku pûtê serok lêbû ji bo îfada wî ya duyem bistînim, min ecêb dîtin, ez ji darkê ketim, min pûtekî şikestî wek termekî li erdê dirêjkirî dît, û misînek av, teşt, şeş heft gaz hîzar, pîlikek sabûn û li ser pelekî ev hevok hatibû nivîsandin”qenciya ku merov bi miriyan bike veşartine”.                                                                                                           11.05.2004