-rojbaş..
Bi ken Wisa got piştî ji danîşgeha kêleka min rabû û li Nijmegen ji Tirênê peyabû, min ji guhê xwe bawer nekir û ji xwe pirsî: -çilo ev a por zer û çav kesk bi kurdî dizane yahoo?. Ji bo ez xwe razî bikim min bersiva xwe jî da; dêmek hevala yan jî jina kurdekîye, dibe hevûdu berda bin jî, ax ji destê min çû, lê ez mam behetî.
Ez û mêrekî Holendî beramberî hevûdu rûniştîbûn û em daxêvîn, axaftina me jî germ û ne normal bû, mêr dûr be ji van deran Homo bû, li dor min gerya û ne geriya, kir û ne kir ko min bike hevalê xwe, nikarîbû min razî bike, dema ji nepejirandina min bê hêvî bû destê xwe dirêjî bêrîka çakêtê xwe kir û qeflek pereyên €20 derxist û yek ji wan bi hêviya girtinê re dirêjî min kir, dema min jê re diyar kir ko ez van tiştan nakim, madê wî tal bû û xwezya wî di ber de ma. Wek ez dizanim li van welatan kesek ewqase pere di bêrîka xwe de na veşêre û bêrîka xwe nake bankek piçûk, merov di bankan de pereyên xwe hiltînin, dêmek wî ji bo yên weke min bi pereyên xwe bikire, bêrîka xwe kiriye mîna bankekê. Min ji dest wî negirt. Jina Holendî jî di bin çavan re li me temaşe dikir û bi me dikeniya. Mêrê Homo ez vexwendî şahiya bûyîna xuşka xwe kirim, jixwe ew li ser riya çûna ba wê bû, min lêborîn jê xwest û min derew lê kir û got:
– diya min bi tenê li mal e. Dema li Arnhem peyabû bi ken re kerta xwe da min û destê min guvaşt, ta ko Tirên bi rê neket ji ber pencereyê ne liviya, ta ko min ew didît destên wî bilind bûn û carnan bi wateya telefon bike di bir ber guhê xwe. Min li kerta wî temaşe kir û xwend- navê wî Jan ter Horst e, navnîşan û telefona mal û destan jî li ser bûn, ne diyar bû ew çi karî dike, dêmek ji bo nêçîr û van tiştik miştikan ev kert çê kiriye, min bi ken di nava xwe de got:- gelo vî kesî kerta xwe daye çend kesan, ileh carekê tora wî ber bigre..
Wê rojê ez ji Dordrecht vedigeriyam malê, ez li rawestgeha bajêr li benda Tirêna xwe bûn, dema jineke dengxweş bi microfonê bang kir û rêbiwar agahdar kirin ko tirêna biçe Amsterdam dê 15 xulekan dereng bê, û ya ko biçe Roosendaal dê 20 xulekan dereng bê û ya ko biçe Zwole dê 30 xulekî dereng bê, ji xwe ya dawî tirêna min bû, ezê bi wê tirênê ta bi Zutphen biçim û li wir ezê bi tirêneke din ta bi gundê xwe biçim. Min di ber xwe de got: ev çi bela van tirênan e îro?, Jan ter Horst ber bi min ve nêzîk bû û pirs kir: bibore te çi got?, dema ez berî wî li tirênê siwar bûm hat û li beramberî min rûnişt.
Wê demê ez gelek caran diçûm Dordrecht ba hevalekî kevn û tije gotin û qerf, û ba hevala xwe ya ji min bi gelekî dirêjtir, jixwe piştî çend mehan û ji bo qama min î qut dev ji min berda, tim gazin dikir û digot ez dixwazim tu şipya min hemêz û maç bike. Di dûv re min çîroka xwe û Jan ter Horst ji hevalê xwe re got, wî navnîşan nas kir û got ko carekê mêrekî wisa kerta xwe dabû wî jî, piştî min çîrok hemû jê re got, wî bi ken pirsî:
-qûn jî jê û pere jî jê?.
-dêmek qûna wî dixwire.
Ev ne cara pêşîye ko ez rastî kesekî Homo têm, çi di min de bala wan dikşîne nizanim, pirca bi laşê min ve bi meymûnekî ve nîne, werîsek jê çe dibe, tiştekî balkêş di min de nîne, îca çi xwîna min bi wan şêrîn dike ez jî nizanim, ta bi jinan ji min hez nakin tako bi wan re neaxêvim, jixwe jin ne wek mêra ne, li yekî xweşik û spehî û bi pere digerin, her sê şert û merc jî di min de peyda nabin. Li gel ko ez wisa me jî ez qet bê dostik û hevalk nema me, dema ez bi wan re daxêvim ez wan bê hiş dixînim, wek tu derziya bencê li wan bixînî, ez wan gêjo mêjo dikim, carekê hevalekî tiştek ji min re got:
– tiştekî xweşik di te de nîne û dilê jinan ji te dixele, lê hema ko tu bi wan re daxêvî bi te ve dizeliqin, bi te ve dibin benîşt wek gena bi pez bigre.
Dema ez gihaştim malê, kertek ji Dorin di posta min de bû, ez vexwendî şahiya rojbûyîna xwe kiribûm, Dorin dostikek min î kevn bû, ji min pir hez dikir, du sehên wê hebûn, ji ber ko min ji wan hez nedikir dev ji min berda û yekî xwe î din dît. Dema ez gihaştim rawestgeha Apeldoorn keçeke bîst û du salî li benda min bû, hingî xweşik û spehî bû te fedî dikir lê binerî, du sê caran hêzeke dînitî hat min ko dest bavêjim memikên wê, ez bê hiş xistim, min jê pirsî:
-hevalê te heye?
-na û çênabe jî,
-ez karim nas bikim çima?.
-yekemîn car ez bi biyaniyekî re razam, ez gelekî êşandim, wê rojê min biryar da ko ez bes bi mêran re razêm.
Li ber derî min Dorin hembêz kir û sê caran çûm rûyê wê. Şahiya xwe di saloneke piçûk de çêkirbû, peyala Vijnê di destê min debû û di nav mêvanên wê re hêdî hêdî dimeşiyam û min çavê xwe li yeke bi tenê û xweşik digerandin, jinekê peyala xwe li ya min da û pirsî:
-tu li kesekî taybet digerî?.
-na, noş.
Wê jinê anî ziman ko du zarokên wê hene û bavê wan di dawiya şeveke payîzî de ji meyxanê vegerya malê û wê şevê di nav nivîna wê de raneza, piştî lê pirsîbû, wî diyar kiribû ko bûye Homo. Di dema ko ez û wê daxêvîn mêrekî simbêl boq ber bi min ve hat û peyala xwe li ya min da û got:
-noş.
-noş.
-tu mêrekî balkêşî!.
-bibore, ez têde negihaştim.
-ez Homo me, ez bi gelek mêran re razame, ez hest dibim tê ji hemiyan mêrtir û bêtir min kêfxweş bikî, eger tu bixwazî, te çi got?.
-min got ji ba min biqeşit.
-ezê ji bo her carekê hezar Euro bidim te.
-tu melyonekî jî bidî ez van tiştan nakim. Min wisa got û ji ba meşyam û çûm ba Dorin, min jê re got:
-mêvanên te ne normal in?.
-her çûkek bi refê xwe re difire, wisa got û çû di guhê yê Iranî de kir pistepist, ê ko ji nêr û mêraniya wî deng mabû, wekî din te nizanîbû ko mêr e, jixwe dema dimeşya te nizanîbû ev mêr e û ji jinan sêksîtir bû.
Jin û mêrên Homo berevajî hev in, bi kêmanî ji bo min û bi min re, ez hez nakim dilê wan ji xwe bihêlim, lê nikarim tiştekî ji wan re bikim, ne ez karim bazdim ser wan ne jî wan bera ser xwe dim. Jan ter Horst daxêvî û jina Holendî guhdarî dikir, wî digot:
-manen zijn beter dan vrouwen( mêr ji jinan çêtirin).
-neeee, vrouwen zijn de beste voor seks ( naaaa, ji bo sêks jin ji mêran çêtirin).
Her yekî ji me nerîna xwe digot, min wek merovekî xwezayî û ji jinan hez dike û wî wek merovekî nexweş û ji mêran hez dike, ango qûna wî dixwire.
Ez têde nagihêjim çima ewqas merovên ne xwezayî rastî min tên, ev hest bi gulê re jî çê dibe dema mêşên hingiv li dor digerin, lê diyare ew pir bûne. Ez bîst û yek salî bûm û hîna ez diketim çavan, ez hîna dihatim xwarin, min li bajarê Dêra Zorê dixwend, îca ko tu li Dêra Zorê bî gerek car caran tu herî ser çemê Ferat. Li Dêra Zorê û li ser çemê Ferat pira daliqandî heye, bigir hezar mitir heye û taxa Hewîqa bi Cinêne ve girê dide û tenê ji bo çûn û hatina merova ye, berê turumbêl jî di sere diçûn û dihatin, dema turumbêlek diket ser pirê ya din li aliyê din li bende dima. Ber êvarî bû, dinya pir xweş bû, ez jî li ser pirê me, min destên xwe danîne ser hesnên pirê û li ava Ferat temaşe dikim, ji tevaya pirê mêrek kiras spî û bi Igal hat û li kêleka min rawestiya, xwe nêzîkî min kir û destê xwe bi nazikî danî ser destê min û firkand, nava min qetiya, dema min destê xwe kişand, destê xwe kir bêrîka kirasê xwe û qeflek pereyên 500L derxist, mêrantî ne hat min ko tiştekî bibêjim, zimanê min pûç bû, çogên min sist bûn û bi tirs ez ji ba çûm û min rêya malê kir toz, kut kuta nava min bû.
Li Holenda û piştî min ziman tewa kir min xwendineke din ji bo kar xwend, bigir ez tenê mêr di nav pêncî jin î de bûm, ta bi mamosteyan jin bûn ji bilî yekî, hema tu dikarî bêjî ew jî jin bû ji ber ew jî Homo bû, şerê min û wî tim li dar bû, min jê re digot:
-pêdiviya vî welatî bi anîna zarokan heye..
Wî digot:
-zarok guneh in, gerek em wan çê nekin..
-tu li ser wan ditirsî ji bo nebin wek te, ma hevalê te heye?, min pirsî.
-na, lê hene yên bazdin ser min û kurmê min bişkînin..
Dema wisa got li ber çavên min bû wek marê reş, û min nema têkiliya wek merovekî xwezayî pêre kir. Axaftina wî Jan ter Horst anî bîra min, axaftina wî hişk û zuwa bû lê ya Jan ter Horst nazik û birêz bû û qoqê wî kewara bîranînan bû, tiştek ji bîra wî nediçû, li ser zaroktiya xwe ya yek salî daxêvî, di nav axafina xwe de gelek caran gotina”merovan bi ji bîrkirinê kêf kirine’’ tanî ziman, yê wî tiştek ji bîra wî nediçû, dema ji min pirsî:
-waar komt u vandaan ? ( tu ji ku hatiyî?).
-ik kom uit koerdistam. (ez ji kurdistanê hatime).
Wek yekî ji min bawer neke dema min got ez ji kurdistanê hatime. Wî got:
– yekemîn car min kurdek li Chicago dît, sol boyax dikir, min jê pirsî:
-tu ji çi welatî hatiyî?, (Where do you come frome ?).
-ez kurd im (bi ingilîziyek şikestî got),
-navê welatê we çi ye?.
-kurdistan e..
-kurdistan li ku dikeve?.
-li nîvê dunyayê dikeve.
-tu ji wir ta bi vir hatiyî dako tu solan boyax bikî?.
-ev qedera me kurda ye, ta niha em rêncberiya merov û merovantiyê dikin, em Tajî ne.
– tu kurdê duyemînî ko rastî wî têm, gelo mebesta wî ji ‘’ em Tajî ne’’ çi bû?
-ta niha em wek tajiyan ne ji xwe re nêçîrê dikin, di pêşerojê de em dibin xwedyê tajî û tajî dê ji me re nêçîrê bikin.
Hingî min pesnê kurdistanê jê re da soz da nêzîk here bibîne û ji min re diyariyekê bîne eger ez bibim hevalê wî û hefteyê carekê bazdim ser.
Çi cara min merovekî Homo didît, min bi qestî li zikê wî dinerî ta ko ji min dipirsî:
-tu çima ewqasî li zikê min dinerî?. Mamosteyê min û Jan ter Horst ev pirs ji min kirin, bersiva min jî di her du caran de ev bû:
-ma tu ne avisî?. Mamostayê min di şêweyê axaftina xwe de de hişk bû û ji ber vê yekê min jî rêz jê re nedigirt. Carekê û hingî ez tengirand im, min jê re got:
-ez merovê Homo mêr nabînim!. Ez bi sedema vê gotinê di dawiya salê de ceza kirim û li ber navê min danî ’’ zor e tev li civaka Holendî bibe’’. Jixwe ji ber vê hevokê ta niha min ceza dikin û kar nedane min.
Di pêşî de min ev yek bawer nedikir, min bawer nedikir mêr, zilam, bavê zarokan û simbêl boq Homo bin, ta ko min ew di televizyonan de dîtin, mêr û mêr bi hev re dizewicin, gustîlkan dixin tiliyên hev, devê xwe dixin devê hev û lêvên hev dimijin. Ko kalkê min sax biwa û ev yek bidîta dê wî jî wek min bawer nekiribiwa, dê bigota: batil..batil..batil..ev çi bê edeb û bê heya ne yaho..dawya dinyê ye. Dema min ew di televizyonan de didîtin min bi tinazî ji xwe re digot: gelo kîjan ji wan dê avis bibe, dibe ko her du jî avis bibin. Ka zilamên berê û ka yên niha, boqê simbêlan li ser wan e û qûnde ne. Hin ji wan zarokan bera ser xwe didin. Dema ez li welêt bûm dostekî çîroka xwe bi efserê xwe re ji min re got, mûyê serê min rabûn, min bawer nekir, lê wî ev yek piştrast kir dema ji min re got ko ew ji ber vê yekê tê xelatkirin û her heftî ji leşkeryê tê malê. Efserê wî jê xwestibû pêre razê, pêşî wî ev yek red kir, lê efser ew bi tawanbariyeke mezin tirsandibû û jêre gotibû ko ew ê wî bi têkiliya bi Israîl re tawanbar bike, jixwe cezaya vê yekê li gor destûra leşkeriyê kuştin e, êdî ew mecbûr mabû ko bazde ser efserê xwe yê ko niha wezîr e, dostê min jê xwestibû ko bi Kondom bike lê efser nepejirandibû. Berî demekê ji min re hate ragihandin ko dostê min li Keneda ye. Wezîr ji bo serdaneke fermî dostê min jî bi xwe re dibe Keneda, li wir derfetê bi dest dixîne û direve ba polîsan û gilî û gazindên xwe bi wan dike û di derbarê çîroka xwe de ta bi derziyê vedike, yekser mafê rûniştinê werdigre, lê berî du sê rojan ji min re hate gotin ko bavê wî yê kal girtine û kirine zindanê ta ko kurê wî vegere.
Min qet bawer nedikir mêr mêran bera ser xwe din, min bi çavên serê xwe nediye, lê min bi guhên serê xwe guhdarî li wan kiriye, her şev dengê wan dikeve her du qulê guhên min, dema bi hev dikin tu dibê qey şer dikin û ji ber dengê wan xew nakeve çavên min. Min berî du rojan telefona polîsan kir û gilî û gazindên xwe gihandin wan, min got ez ji ber dengê wan nikarim razêm, wî got:
-ji mafê wan e, bibore em nikarin tiştekî ji te re bikin.
-lê min aciz dikin?.
-çênabe tu aciz bibî, ko wisa nekin kêfxweş nabin, ev merov in nexweşin, bibore tenê di vê yekê de em nikarin tiştekî ji te re bikin.
Min bi hêrs bihîstok di rûyê wî de girt û min ji xwe re got:
-destê tu nikaribî pê ramûsîne.
Cîranên min î aliyê din jî du jinên lezbiş in, jixwe ko her du bi hev dikin tax hemû li ser dengê wan şiyar dibe, îca ya baş ez mala xwe ji vir veguhêzim, “ne di nav tirban de razê û ne xewnên pîs bibîne…
Holenda
11/11/2005