Demjimêr yazdehê sibeha şemiyê bû, min û xanima xwe diber dengê Şeyda re qehweya sibehê vedixwar, geh em dikeniyan û geh jî ji nişkande min êrîş dibir rû û lêvên wê û geh ew bi germî maç dikir û geh jî gez dikir, di wê kêlîkê de min guman dikir ko em tenê li dunyaya mezin dijîn. Me her tişt germ û xweş û şêrîn kiribû. Ji nişkande telefona malê lêda, min hîna ya destan venekirbû, berî bersivê bidim, min ji xanima xwe re got:
-kêfxweşî tim diqurmiçe, xwedê xêr bike..
-Simko, rojbaş
-ez Welîdê Efrînî me, tu çawayî Simko?
-spas Welîd, tu çawayî?, xweda xêr bike vê sibehê,
-xwe amade bike ji niha û çarîkekê li ba te me.
-xêre yaho?, te nava min qetand.
-xwe amade bike emê biçin balafirxaneya Frankfort.
-wê diya te, xesûya te, wê kî bê?
-ne ev û ne ew, xwe amade bike ez hatim.
Di rê de Welîd ji min re got, ko destgirtiya hevalekî wî ji welêt tê, hal, mal, dost, heval û merovên wî ez im, û ne xweşike ko tenê li balafirxaneyê pêşwaziya wê bike, min jî wek piştgirî jêre diyar kir ko cara pêşîye û raste nexweşike.
Li balafirxaneya Frankfort Welîd ez û dostê xwe bi hevûdu dan nasîn. Xwezya min di ber min de ma, çogên min sist bûn û kirî ji qam de biketama, min xwest tiştekî di guhê Welîd de bêjim lê dostê wî baqek gulên sor da dest û ew mijûl kir, her wisa kamîra jî da dest min û bi ken got:
-tu xweşik bikşînî ha.
Min serê xwe bi wateya erê hejand û berê kamîra xist deriyê ko dê destgirtiya wî jê diyar bibe, dema ji derî derket yekser berê xwe da Welîd û destê silavê jêre dirêj kir, Welîd ji şerma sor û şîn bû, xweziya wî diber de ma û bihecandin got:
-n e.. e z i m.. e w e..
Dema li destgirtiyê xwe nêrî qîrek bi şewat veda, û ji qam de hat xwarê:
-yadêêêêêêêêêêêê rebenê, li min pepûkê, li min şeşûkê, li min qirikê, li min bextreşê…min vegerînin, ez nema mêran dikim, ez poşman bûm, hawarê..hawarê.
Ji şerma min kamîra danî û bi dizî fiskiland, jixwe ewqse merovên li wir bi çav in matmayî lê dinêrîn û polis yekser hatin û lêkolîn kirin. Di eynî rojê de jî keçik vegerandin welatê wê, û em jî bi xemgînî vegeriyan mala xwe.
Dema xanima min ez bê mad dîtim, pirs kir û got:
-xêre Simko, çima tu xemgînî?
Ji bo ko wê jî xemgîn nekim û kêfa wê lê neşkînim, min bersiva wê neda û nexwest jêre bêjim. Min yekser televizyon pêxist, ez li çi binerim, min ji çavên xwe bawer nekir, ko destgirtiya hevalê Welîd porê xwe dikşîne û bêhnçikyayî dike qîr û hawar, dema xanima min ez di televizyonê de dîtim, bi hêrs pirsî:
-çi heye Simko, çima tu nabêjî, ma ez ne jina te me?, weleh û bileh û tileh ko tu nebêjî tu îşev neket nav nivîna min û bi min re raneza.
Rabû min jêre ta bi derzî vekir û got: hevalê Welîd ê şêst û şeş salî, ji bo ko bizewice wêneyê xwe yê berî bîst û du salan ji keçkêre dişîne..
Xanima min gotina min birrî û got:
-bese, ez têdgihaştim, birastî hin ji dê û bavê xwe şerm nakin, ma hîna lê radibe?
-ko paçik û pîşo rabûn dê li wî jî rabe, berî bîst û du salan lê ranebû îca niha dê lê rabe, li mala bavê siwaran be..
Min devê xwe bir bin guhê xanima xwe û jêr e got:
-de me çi ji wan e lê…
14/10/2006