Qado Şêrîn
08/07/2015
………………………..
Rewşa Kurdistana Sûriyê çawa dinerxînî?
Ji bo bersivdayîna evê pirsê, û jer ku rewşa me ya giştî girêdayî partiyên siyasî ye, bese mirov li rewşa partiyên kurd ên siyasî binere, wê mirov rewşa Kurdistana Rojava baş fam bike. Çar sal in partiyên me bi çareserkirina pirsgirêkên navxweyî ve mijûl in û çareser nebûne, û xuyaye wê çareser jî nebin, çimkî wek hev nafikirin, hevdu qebûl nakin û li hev guhdarî nakin. Mixabin her partiyek texmîn dike ku ew rast e û yên din şaş in û divê wek wan bê kirin, êdî nakokî û pirsgirêk bêtir dibin û berdewam dikin.
Ji ber evan nakokî û pirsgirêkên navxweyî, hin ên di nav ENKS de û hin jî di nav ENKS û Tev-Demê de û ne yekkirina helwest û gotara kurdan bûne egera bêhîvîbûna xelkê, windabûna riya baş û rast boyî bidestxistina mafan û ji dest berdana derfeta zêrîn a ku belkû sed salên din dubare nebe.
Di encama wan nakokî û pirsgirêkan de, û ji ber serhişkiya Pyd û asayişên wê, êdî kurd xaka xwe dihêlin û koçber û penaber dibin. Nimûne; leşkeriya neçarî û standina bacan.
Komkujiya kobanî te çawa dît?
li pêşî rastexo yan jî xwarexo desthilata Pyd wek desthilat tawanbar dikim, çimkî Parastina xelkê û serkeftinan zortir û pêwistire ji rizgarkirinê.
Bi texmîna min terorîstên Daişê ji Kobaniya qaşo rizgarkirî qet derneketibûn, taku carek din di şeva xedrê de êrîş bikin, êdî wexta şervanên YPG bajar li paş xwe hiştin û çûn Girê Spî û Til Îsa rizgar bikin, terorîstên Daişê derfet dîtin ku êrîşî xelkên sivîl bikin.
Eger xiyanet li Kobanî nebûba, wê ewqase xelk nehatina kuştin, çimkî êrîşkeran cilên Ypg li xwe kiribûn û bi kurdî û bi şêweyên Ypg bi xelkê re diaxivîn.
Dr. Ebdilcebar Şahîn ku ji xelkê Kobanî ye, di postek xwe de Heval Hemze(Êrîş) tawanbar dike. Heval Hemze serbazekî Ypg bû, bi biryara wî li xwepêşandanên aştiyane gule hatin barandin û di encamê de Welat Hisî hate kuştin. Her wiha tê tawanbarkirin ku bi alîkariya wî Daişên di zindanên Kantona Kobanî de hatine berdan, êdî Pyd mecbûr ma wî biqewitîne. Ji wê wextê de winda bû, êdî tê texmîn kirin ku wî di şeva xedrê de êrîşî sivîlan kiribe.
Nirxandina te ji şerê Hesekê re?
Lîskeke eşkere ye di navbera her sê hêzên sereke de, rêjîm, Daiş û Pyd de. Çimkî me dît bê çilo hêzên Niştimanî yên bi ser rêjîmê ve tev li Ypg dibin, her wiha hate ragihandin ku rêkeftinek di navbeyna rêjîm û Ypg de çê bûye. Ji xwe ji bo ku herêm ji kurdan vala bibe û demuxrafiya wê bê guhertin, li pêşî Daiş êrîş dike û di dûv re firokeyên rêjîmê lê didin.
Bi texmîna me, rêjîmê xwest ji dûv şerê Hesekê du nameyan ragihîne, ku ew kêmneteweyan diparêze û ji ber wê firoke bi kar anîn û rêkeftin bi Ypg re kir, û ya din ji cîhanê re diyar bike ku şerekî giran li dijî terorê dike.
Tu hêviyan li ser ENKSê piştî kongreya wê datîne?
Enks laşekî nexweş e, êdî derman jî nema dikarin wî laşî saxlem bikin. Ji sala 1957an ve ku yekemîn partî hatibû damezirandin pirsgirêk û nakokiyên navxweyî û perçebûn berdewam in, ji xwe di çar salên dawî de jî perçebûn û nakokî berdewam bûn û ENKS nikarîbû xwe biparêze, her wiha nikarînû bibe hêzeke siyasî û nûnertiya gelê kurd bike. Helwest û gotara ENKS ne azad bû, ne jî serbixwe bû û ne jî di asta hêviyên xelkê de bû, çimkî nikarîbû xwe li ser Tev-Demê ya wek desthilat û rêjîma nû ferz bike, û nikarîbû Tev-Demê mecbûrî qebûlkirinê bike. Ji ber van egeran û eger in din êdî hêvî li ser nayên avakirin. Piştî kongir partiya Pêşverû vekişiya, xortan gazin kirin, biryar nehatin standin, û gelek nimûneyên din.
Behsa derbasbûna Pêşmerge têkirin tu çawa vê yekê dibînî?
Eger Pêşmergeyên Rojava ne bi biryarek navnetewî derbas bibin, wê şaşiyek mezin be, çimkî bi texmîna me wê tûşî gelek şikestin û xedrê bên, wê gelek pirsgirêk bên pêşiya wan, wê Pyd a ku ji xwe pêve tu hêza din a kurdî qebûl nake, wê gelek pirsgirêkan ji wan re derxîne. Jixwe ENKS nikare mirîşkekê xwedî bike û nikare kîsek nan di bin sîwana desthilata Pyd de peyda bike, êdî wê çilo nan û av û çekan ji wan re peyda bike. Her wiha ENKS nizane siyasetê, vêga wê çilo leşkeriyê bike.
Bi texmîna me ku bi biryarek navnetewî derbasbûn jî, wê Emerîka gelek şert û mercan li ser wan deyne, nimûne; wê nehêle şerê rêjîmê bikin.
Eger PYDê nehişt tu ji bo vê yekê çi dibêjî?
Eger kurdayetî be wê bihêle, lê bi texmîna me taku rêjîm neçe, wê Pyd nehêle pêşmerge derbas bibin, ji ber rêjîm naxwaze, naxwe çima Sotoro û hêzên Mihemed Faris qebûl dike?
Ma Rojavayê Kurdistanê samanê dê û bavê Pyd ye, ma bi morîkên diya xwe kiriye…? di dûv re ji rêjîmê pêve kesekî maf nedaye Pyd ku bibe desthilat li Rojavayê Kurdistanê, êdî ne ji mafê wê ye wê biryarê bistîne, lê biryara wê ne serbixwe û azad e, hin rêjîm û hin Qendîl û Îran di biryara wê de beşdar û bi bandor in.
PYDê bi tena xwe dikare parastina deverên Kurdî bike?
Helbet nikare, komkujiya Kobanî baştirîn nimûne ye.
Wekû rewşenbîr çi di vê demê de ji we tê xwestin?
Mixabin partiyên me fêr nebûne li rewşenbîran guhdarî bikin, û ji ber wê ewqase nakokî û pirsgirêkên navxweyî derdikevin. Eger guhdarî bikirna helbet wê rewşa me baştir ba. Li tevaya cîhanê rewşenbîr wek şêwirmendên siyasetvanan in û şîret û pêşniyarên baş li ber wan datînin. Ji bo standina biryarên baş şêwra rewşenbîran tê kirin, her wiha ji bo helwest û gotara baş jî.
Li ba me rewşenbîr bûne du beş, beşê serbixwe ku ne xwediyên biryaran e, gelek caran li wan nayê guhdarî kirin, belkû ji qestî tên piştguhkirin, û rewşenbîrên partiyan yên bê bandor, tenê ji bo erê kirina biryarên partiyê tên bikaranîn û kêfxweşkirina serok in, kesayetiya xwe wek rewşenbîr winda kirine, wek welatparêz dibin endamên partiyan û erkê xwe yên rewşenbîrane pêknaynin, belkû ne ji mafê wan e.
Bi giştî erkê rewşenbîr ew e ku rêyên baş, pêşniyarên baş, gotara baş, yekgirtina baş li pêş xelkê deyne, û çanda hezkirin û hevdu qebûlkirin û li hevdu guhdarî kirinê di nav xelkê de biçîne, her wiha berjewendiyên giştî di helwest û gotarên xwe de biparêze, wek parastina hestê neteweyî û ziman û xak, û xelkê ber bi azadî û demuqratiyê ve bibe.
Qado Şêrîn
08/07/2015