Ez wer bi bîr û bawer im kû , mirov bi xwe zehmetî jênenîgarî (otobiyografiya) ya xwe dikare binivîse. Ji ber wê yeke min teşeyek li jêr nivisand û çend pirs amade kir. Ji we re nebe zehmet hûn bersivan bidin baş dibe. (ji bo vê pêşniyarê lêborîna xwe dixwaz im.)
Silav û rêz
Sedatê Qutê (Sedat Eroglu)
Facebook: https://www.facebook.com/eroglu.sedat
Ji bo Projeya Ferhenga Niviskarên Kurdistanê
- Navê cenabê we çi ye? (Navên we yê fermî, navê we yê di nivîsên xwe de bikartînin çiye? Hûn bi kîjan navê xwe tên naskirin..
Du navên me yên fermî hene, lê em bêtir bi navê Qado Şêrîn tên nas kirin, çimkî em bi vî navî dinivîsin û tên naskirin.
- Hûn kîjan salê û li kûderê hatine dinyayê /jidayik bûne/: (gund,şaredar,herêm)
Ez li gundê Nehroz, li herêma Qamişlo hatime jiyanê, ne ez ne dê û ne jî bav û malbata min dizanin bê di çi roj û meh û salê de hatime dinê, lê di nasnameya min de 05ê adara 1967an hatiye tomarkirin, çiqasî rast e kesek nizane.
- Navê dê û bavê we çiye?
(Bîr û baweriya min eve, ku dê û bavê me em anîne dinyayê û em ji dayika xwe fêrî zimanê xwe bûne. Pêwîste ku em dê û bavê xwe jibîr nekin û di rûpela jiyanê de her dem wanbibîr bînin.. –Sedat-)
Navê bavê min Isma’îl e, navê diya min jî Şêrîn e(jixwe min paşnavê nivîsandinê ji navê diya xwe girtiye). Em ji malbata Bîjo ne, malbata me li herêma Qamişlo niştecî ye.
- Aniha jiyana xwe li kû berdewam dikin? (Ger ji welêt dûrketine sedema wê çibû?)
Ana li Hollenda dijîm. Ez jî nizanim çima ji welêt koçber bûme, lê ku di sala 1995an de ji welêt derneketima jî, ezê di sal in din de koçber bibûma, û li giyanê xwe yê windayî bigeriyama. Belkû sedem têkçûna evînê bû, û guhertin û endîşeya di nava min de bû.
- We xwendina xwe li kû destpê kir û li kû qedandiye:
Me xwendina xwe ya seretayî li gundê bûyînê Nehroz qedandiye, em ji Nehroz diçûn gundê Kabaka dibistana seretayî, piştî me xwendina seretayî li wir qedand û bi dawî anî, em koçî Qamişlo bûn, daku xwendina xwe berdewam bikim. Min ta bi bakalorya(dersxana 12an) li Qamişlo xwend, di dûv re çûme bajarê DêraZorê û min matematîkê(bîrkarî) xwendiye.
- We çi deme dest bi nivîskariyê kiriye? (Nivîsê we yekem car li ku hate weşandin? Kowar,rojname, rupela înternet hwd.)
Baş tê bîra min, ez hema hema 15 salî bûm, min hîn alfabeya kurdî nas nekiribû, dest bi nivîsandina helbestê kiribû, min gelek helbest nivîsandin, wê wextê min bi tîpên erebî dinivisand, lê min zû xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi kurdî kir. Min bi riya alfabeya nemir Osman Sebrî xwe bê alîkariya kesî fêr kir, belkû temenê min wê wextê 16 sal bûn.
li pêşî min helbest û nivîsên xwe di belavokên partiyan de weşand, çimkî ji wan pêve tune bûn. Di dûv re wek tê bîra min û ji bo yekemîn car min di kovara GURZEK GUL(1991-1992) de ya ku her du rêzdaran Konê Reş û Abdilbaqî Huseynê derdixistin, di dûv re kovara Zanîn ji aliyê Abdilbaqî Huseynî û Ferhadê Çelebî ve derdiket(1991-1997), min bi fermî û hema hema ji bo her jimarê Qilçixek(şêweyekî nû di navbera gotar û çîrokê deye) di kovarê de belav dikir. Lê min di wan salan de dev ji helbestê berdabû û dest bi nivîsandina çîrokê kiribû, ta ana bi nivîsandina çîrokê ve mijûl im, û qet nema helbestan dinvîsim.
Ana sernivîseriya rojnama /Pênûsa Nû/ dikim, hin di rojnamê de, û hin jî di malpera xwe ya taybet www.qadoserin.com , û di malper in din de wek Welateme.com, rizgari.com, avstakurd.net û gelekên din de dinivîsim.
- Di destpêk nivîskariyê de hûn di bin bandora kê de bûn? Kê/ çi bador li we kir?
Min bi riya rehmetiyê bavê xwe Melayê Cizîrî nas kir û helbestên wî xwendin û gelek ezber kirin, bandorek gelekî mezin li min kir, her wiha ez fêrî kurdayetiyê kirim. Min wan salan Ehmedê Xanî jî xwend, bêtir wî ez ber bi hezkirina kurdayetiyê û peydakirina pirsên bê bersiv ve birim, êdî min dest bi nivîsandina helbestan kir û xwe bi riya helbestê derbirî, daku kêferata di nava xwe de derînim der û bersiva wan pirsan bidim.
Piştî sê-çar salan, min dest bi xwendina helbestên Cigerxwîn kir, hema hema min hemû dîwanên wî xwendin, wî jî gelek bandora xwe li helbesta min kir. Lê min nivîsandina helbestê berdewam nekir, bêtir di nava min de çîrok hebûn, bêtir min dikarîbû bi riya çîrokê nava xwe ya tije vala bikim, û xwe derbibirim, min dest bi xwendina çîrokan kir, min hemû çîrokên kevnetorî yên di Zargotina Kurdan a Celîlê Celîl de xwendin, her wiha min ji devê diya xwe gelek çîrokên kevnetorî ezber kirin. Di wan wextan de min ji çîrokê hez kir. Wexta min dest bi nivîsandina çîrokê kir, şêweyekî taybet bi min tune bû, lê piştî min Ezîz Nesin û gelek nivîskarên din ên ku çîroka tinazî(mîzahî) dinivisandin, xwend, êdî min şêweyê xwe yê nivîsandina çîrokê hilbijart, çimkî ew şêweyê herî nêzî derûniya min bû, û ji ber min berdewam kir û xelat jî wergirtin.
- Hûn nivîsên xwe bi piranî bi kîjan zimanî dinivîsînin?
Tenê bi kurdî, me ji kurdî pêve bi tu zimanên din nenivisandiye.
- Zimanê dayikê bo we tê çi wateyê ?
-Kurdê ji bo dolaran bi zimanê xelkê dinivîse, û bi zimanê dayika xwe du tîpan nizane, pêşî xiyanetê bi diya xwe re dike, di dûv re bi xwe re dike, û li dawî bi gelê xwe re dike…
-Cudahiya di navbera insan û heywanan de ziman e, ji ber ziman encama ramangeriyê ye.
Nehûm Tişoviskî dibêje: ziman şêweyê ramangeriyê li ser insanan ferz dike.
Nimûne: eger kurd bi zimanê xwe neramiyana, wê ne helbestvanên wan ên kilasîk hebana û ne jî zargotina folklorî hebaya…
-Ziman jî stûna neteweyan in…xwe bi riya ziman biparêzin, daku hûn hebûna xwe biparêzin.
Tenê rojekê xwedî li zimanê xwe derkevin û giyanê xwe bi kurdî derbibirin…
– Em dizanin zimanê kurdî nan nade. Eger nan bida wê gelekan xwe bavêtina ber lingên wî….
– Mirovê ji zimanê dayikê dûr dikeve, pê neaxive, nenivîse û nexwîne, li pêşî xiyanetê bi dayika xwe re dike, çimkî gotinên pêşî ji dayika xwe fêr dibe, bi riya zimanê dayikê tev li civak û cîhanê dibe, kesayetiya xwe ava dike, hişmendiya xwe bi riya zimanê dayikê azad û perwerde dike.
- Ji bilî niviskarîyê hûn bi çi karî debara jiyana xwe dikin ?
Ez sernivîseriya rojnama /Pênûsa Nû/ dikim, lê bê pere.
Min ji sala 2001-2006an sernivîserî û birêvebiriya malpera TÎRÊJ a çandî û wêjeyî kir, lê dîsa bê pere.
Em tenê bi kurdî dinivîsin, li gel ku nivîsandina bi kurdî debara jiyana mirov a rojane nake. Em ne ji bo ji dûv bijîn bi kurdî dinivîsin, lê wê baştir be ku nivîskar ji dû nivîsandinên xwe yên bi kurdî bijî, wê bêtir hişmendiya wî ya bi kurdî azad bike, lê mixabin ta ana kurd negihane wê astê ku nivîskarên xwe ji dû berhemên wan xwedî bikin û xwedî li wan derkevin.
- Di malbata we de niviskar hene ?
Rojnamevan hene, ew jî xuşka min Gula Şêrîn e.
- Heta niha çend berhemên we çap bûne ? (Navê berhem, cûreyê wî , navê weşanxaneyê, sala çap bûye, kîjan bajarê çap bûye)
Ta ana sê pirtûkên me hene,
A-Stranên Mihemed Şêxo, danhev û berhevkirina min û Beha Şêxo ye(birayê hunermend Mihemed Şêxo), me hemû gotin û helbestên stranên hunermendê nemir û navdar Mihemed Şêxo di ewê pirtûkê de çap kirine. Pirtûk li Sûriyê di sala 1994an ji aliyê kovara Aso ve, ya ku wê wextê bi alîkariya nivîskar Siyamend Ibrahîm hate çap kirin, derket.
B-Serok û Merok, çîrok
Ji 24 çîrokan û 120 rûpelan çap bûye, hemû çîrokên tinazî nin, ji weşanên SEMA ye, di sala 2009an de li DUBEY çap bûye.
C-ISMAîL EMO, Bîr û boçûnên we. Danhev û Amadekirin Qado Şêrîn.
Pirtûk du beş in, kurdî û erebî, min pêşgotin nivîsandiye, min hemû gotarên bi kurdî û erebî ku piştî wefata nemir û kesayetiya kurd a naskirî Ismaîl Emo, yên li ser wî hatibûn nivîsandin berhev kirin, paqij kirin û bi riya Dezgeha Ismaîl Emo ya xêrxwaziyê, li Berlin, li çapxaneya Han, di sala 2011an de da çap kirin. Pirtûk li dora 700 rûpela ne.
- Derheqê cenabê we de gotar, berhem û nivîs hene yan na? (Ger hebin li kû hatiye weşandin? )
Belê hene, çîrokên me di antolociyan de belav bûne, her wiha me xelata yekemîn a pêşbirka kovara ZEVÎ(2003) ya ji bo çîrokê wergirtiye. Li ser pirtûka me /Serok û Merok/ jî bi kurdî û erebî gotar û rexne hatine nivîsandin, li kovar û malperên Internetê belav bûne.
- Hûn endamê kîjan komeleyan e?
Ana endamê komîta birêvebir a Hevgirtina Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî me. Her wiha sernivîseriya rojnama rêxistinê ya bi kurdî dikim.
- We qet xelat wergirin in? (Ger girti be, kîjan salê, ji bo çi, li kûderê )
Belê, me xelata yekemîn a pêşbirka çîrokan li Rojavayê Kurdistanê ya ku kovara ZEVÎ di sala 2003an de li Qamişlo saz kiribû, wergirt. Wê wextê em li Hollenda bûn, me çîroka xwe ya di bin navê /Serokkirîn/ ji komîta pişbirkê re(ji kovarê re) şand, piştî 3-4 mehan me mizgîniya wergirtina xelata yekemîn ji helbestvan Ferhadê Içmo bihîst, û di dûv re bi merasîm in fermî me xelat ji komîta birêvebir û xwedî û berpirsyarên Kovarê wergirt.
- Hûn dikarin wêneyek xwe ji me re bişînin?
- Hûn dikarin çend nivisên xwe ji bo mînak ji me re bişînin? (ji bilî wê lêkolînê “antolojîya helbest û çîrokan çêdikim ji bo antolojîyê pêwîst e –Sedat-)
Qilçix, nimûne,
Şêrîn Remo; partiya linghildanê
ji bo rêzgarkirina Kurdistanê
damezirand
Daxuyanî û nûçeya damezirandina Partiya Şêrîn Remo ya Demuqrat a Kurd li Sûrî ji bo yekkirin û rêzgarkirina Kurdistanê hate ragihandin.
Navê partiyê hîna demikîye, di pêşerojê de û piştî yekkirina tevgerê li rojavayê Kurdistanê dê bibe; Partiya Şêrîn Remo ya Demuqrat a Kurdistanê, sedema vê yekê jî diyar kiriye, li cihekî nivîsandiye; ezê di kaniya di navbera her du çiyan de her çar perçeyên Kurdistanê bi yekkim.
Lingên Şêrîn Remo wek aleke serfiraz tim bilind in.
Di daxuyaniya damezirandina partiya xwe de, Şêrîn Remo diyar dike ko wê ji bo yekkirina tevgera kurd partiya xwe damezirandiye. Jixwe ew diyar dike ku ew ê bi şêweyê xwe yê taybet tevgerê bike yek, di hevokekê de nivîsandiye: eger tu jineke xweşik û spehî bî, tu dikarî her tiştî bikî, ne tenê tu dikarî tevgera kurd li rojavayê Kurdistanê bikî yek, belê di nav lingan de miletê kurd hemû dibe yek, li ser textê razanê ne tenê partî û helwest dibin yek, belê Kurdistan jî rêzgar dibe. Helwest bi pişthatina serok û zimandirêjan re li ser sênga min a gewr û spehî şaşo maşo dibin. Di navbera her du memikên min de helwest gêjomêjo û bê nirx dibin.
Dema ling bilind dibin, gurkan û şoreş zîz dibin.
Şêrîn Remo li dawiya daxuyaniya xwe diyar dike, çilo ew ê bikaribe tevgera kurd li rojavayê kurdistanê bi yek e, wê nivîsandiye: berî ku pişta qaşo serok û rêberên partiyan bê ez laşê xwe yê şayîk ji bin wan dikşînim, girêz bi devê wan dikeve, dikin hewar û gazî, tenê vê carê, ji bo xwedê, ez kûçkê te me, tenê vê carê, dibin seh, dibin wek zarokekî piçûk, wê çaxê ez soza berdana serokatiyê ji wan dixwazim û distînim, yê ku soz dide dîsa ez dikevim bin û nava wî hênik dikim, û yê ku sozê nede ez wek sehekî û bi sê tifan wî diqewitînim. Carekê min yek şilfî tazî wek ku ji diya xwe re bûbû qewitand, min cilên wî veşartibûn. Ku ne wisa be partiyên me nabin yek û nêzîkî hevûdu nabin.
Şêrîn Remo li cihekî din diyar dike, ku niha partiyên herêmî têne damezirandin, serê herêmekê partiyek û qet nabe ji herêmên din kesek bibe endam, li vir nimûneyekê di derbarê malperên kurdan de tîne, wek; malpera Qamişlo.com, qamişlo.de, amude.com, amude.info, tirbespi.com, serekanye.com, kobani.com, efrin.net, derkahemko.com, derik.com. ma ev tê çi wateyê ku her êlek jî malperekê bi navê êla xwe veke, wek; mersini.com. gabara.com. bublani.com, heverka.com, berazi.com, û bila wêneyên axayên xwe bixin rûpela sereke de. Di demeke nêzîk de dê di rûpela sereke de di malperan de bê nivîsandin: yê ku ne ji bajarê me be, ne ji êla me be bila nekeve malpera me, jixwe berê tiştekî wisa heye, Efrînî pêşî dikevin Efrin.net, Qamişlokî dikevin qamislo.com, Amûdî dikevin amude.com..htd. jixwe hemiyan malpera bajarê xwe kirine rûpela destpêkê.
Her wisa Şêrîn Remo di daxuyaniya xwe de sedeman diyar dike, çima û ji bo çi wê navê xwe li partiya xwe kirye, di rêza sî û sisiyan de dibêje: li gor ku ez dizanim niha çil û şeş partî li rojavayê Kurdistanê hene, û her partiyekê navek li xwe kirye, ewqas nav ji ku anîne ez jî nizanim, nav nemane û li xwe nekirine, nav nehiştine û li xwe nekirne, mirov di nav wan de şaşo maşo dibe, ku tu navê serok nebêjî ne partî tê nas kirin û ne jî mebesta te tê ragihandin. Min ev yek baş lêkolîn kir, daku navekî wek hemû navên ku xweda ji bo partiyan dane li partiya xwe bikim, mixabin min nedît. Ma partiyan nav hiştine û li xwe nekirne, êdî ez mecbûr mam navê xwe li partiya xwe bikim; Partiya Şêrîn Remo ya Demuqrat a Kurd li Sûrî.
Şêrîn Remo bi tenha xwe partiyeke.
Wê nivisandiye ku ew endaman napejirîne, bi tenha xwe dikare bi rola partiyekê rabe, belê dikare bi rola yazde partiyan jî rabe, ewê nivîsandiye ku ne ji bo berjewendiya kurd û kurdistanê ba ewê ev karê giran nedikir, ewê lingên xwe ji kesîre bilind nedikir, helwesta serokan li ser sênga xwe zelal nedikir, li ser sêng û di nav lingên xwe de nedikir yek.
Ez dizanim kurd di pişt min re çi li ser min dibêjin; Şêrîn qehpe..Şêrîn şermûte..Şêrîn qûndeye..Şêrîn bê şeref û bê namûse, xwedyê wê nîn in, ku bav û birayê wê hebana wê poz û guhê wê jêkirna, daku biba ibret ji bo her şermûtê. Lê gelo ma karê ez dikim bê şerefî û bê namûsîye?. Ma her jin dikare bike? ma ez ji bo kê dikim?, ez ji bo berjewendiya gelê kurd lingê xwe ji serokan re hildidim, ta niha min şeş partî di zeviya sênga xwe ya boz û di nav lingên xwe de kirine yek, ma ev hindike, ku ne bi vî şêweyî ba nedibûn yek, îca kî ji me şermûte ez yan ew ên ku ji ber rêzefilmên bi zimanê serdestan ranabin û ev nav li min kirne û li mala xwe rûniştîne, û tiştekî ji kurdayetiyê re nakin. Helwesta min ji ya gelek serokan zelal û pîroztire..jixwe gelek serok hene bê helwest in, helwesta min di linghildanê deye, û ev hevraziya mêrantiyê ye, ez ji bo neteweya xwe lingên xwe bilind dikim, ji bo rêzgarkirina welatê xwe lingên xwe bilind dikim, ji bo yekkirina tevgerê lingên xwe bilind dikim, ma ev çi ye?, ma ev ne helwest e?, ji bo kurd û Kurdistanê ev yek ji 11 000 daxuyanî bi sûd û çêtire. Lê ew ên din ji bo kê lingên xwe bilind dikin, mebesta min ne jinên seroka ne, jixwe jinên serokan ji çêkirina xwarnê û rûniştina li ber ekranên rêzefilmên serdestan pêve tiştekî nizanin û nakin.
Di derbarê vê yekê de Simkoyê Qado lêkolîn kir, di encamê de diyar bû ku ji nav jinên çil û şeş serokên partiyan, tenê dido xwendin û nivîsandina bi kurdî diqerqitînin. Li mala bavê siwaran be, weyla hûn bi qurbana min bin û hew. Şêrîn dide diyar kirin ku serok û rêberên van partiyan nikarin jinên xwe ji xwendina nûçeyên di derbarê Nansî Ecrem de û rûniştina li ber ekranên rêzefilmên televizyonên serdestan rêzgar bikin, îca çilo dê welatekî rêzgar bikin, ez jî nizanim.
Çi dema Kurdistan rêzgar kirin, ezê jî lingên xwe wek aleke rizyayî daxînim.
Ku carekê ji caran Kurdistan rêzgar bû, wê rewşa min çi be gelo, dê kesek bîra min bibe, nizanim, destê min li ser dilê min e, evqas linghildan, evqas karê pîroz û giran ji kurd û kurdistanê re dikim û pêşeroja xwe nizanim, ez bi tirsim piştguh bibim, de bila Kurdistanê rêzgar bikin, wê wextê ezê jî lingên xwe wek ala leşkerekî şikestî daxînin û xwe rihet bikim. “Hesp dike siwar dixwe”. “Hinek dikin hinek dixwin”.
12/07/2006
……………..
Çîrok, nimûne,
Roja namûsê
Qado Şêrîn
Dibêjin wextekê afatî hat serê herêma Biznokan a ku dikeve bakurî welêt û hema hema kesek ji wê nexweşiya dijwar û nenas nefilitî.
Giloverên sor li ser laşê xelkên wê herêmê derbibûn û dişewitîn, çiqasî mirov bixuranda ewqasî xwînê ji wan giloverên sor dida der, eger rihet bibana û ji laş winda bibûna jî, te dît li deverek din ji laş dan der û ji ya berê bêtir dişewitîn û dixuriyan.
Xelkên herêmê yên ku ji her karî bêtir bazirganî dikirin, ji ber şêweyê karê xwe her wextê li welatekî bûn, dîrok baş dizanîn, digotin: me hîna bi nexweşiyek wiha dijwar nebihîstiye, ji ber wê dê peydakirina dermanan jêre zor û zehmet be.
Aqilmendên herêmê jî ji hev re digotin: me çi qebhet kiribû taku xwedê ev afatî anî serê me, em ji roja roj de di bin sîwana xwedayê dilovan de ne û rojekê li dijî wî derneketine, ta bi ajel û dewarên me rojê sê caran berzûrê xwedayê dilovan dibin û alîkariyê jê dixwazin.
Di wan wextan de, di wexta ku hîna hesin tune bû, her ji demekê xwedayê dilovan nûnerekî xwe dişand ser mirovan û şeref û namûs li wan belav dikir.
Wî nûnerî şeref û namûs wek hev li her kesî belav dikir, di dûv re şeref û namûsa wan mirovan kêm dibû. Çiqasî mirovan guneh û şaşî bikirna ewqasî şeref û namûsa wan kêm dibû, taku bibûna bê şeref û bê namûs.
Dibêjin, piştî wê afata giloverên sor xwedê xwestiye nûnerê xwe bişîne herêma Biznokan û şeref û namûsê li wan belav bike.
Di roja ku şev û roj dibin wek hev, nûnerê xwedê ji asmanan dadikeve ser herêma Biznokan daku şeref û namûsê li xelkê belav bike, lê kesekî ji Aldaxûz pêve nabîne.
Nûnerê xwedê matmayî dimîne, ji Aldaxûz dipirse: ka xelkên din Aldaxûz?
Aldaxûz dibêje: ji xwedayê dilovan bipirse, ez tiştekî nizanim, lê ez dizanim ku hemû xelkên herêmê dizanin û agahdar in ku tê îro bê û şeref û namûsê belav bikî.
Nûnerê xwedê radibe hemû şeref û namûsa di tûrikê xwe de anîbû, dide Aldaxûz û bilez diçe ba xwedayê xwe û jêre dibêje: ji mirovekî pêve nehatibû, rabû min hemû şeref û namûsa bi xwe re da wî.
Xwedê wek ku bawer neke, di ber xwe de got: naxwe wê li wê herêmê gelek guneh û sûcdarî bên kirin, wê kuştin, dizî û talanî pir bibin.
Danasîna Aldaxûz jî piştî wê rojê tê guhertin, dibe Alnamûs yê bi şeref û namûs, lê hin kes carinan şaş dibûn û digotin Alnamûs yê bê şeref û namûs.
12.12.12
…………………………………..
Çîroka: Qado Şêrîn
Kenê miriyan
Ez vekirî û eşkere dibêjim, ez ji ber vê biryara xwe jî şerm nakim, min bi dehên caran gotiye; ez nayêm, ez nema têm şîna miriyan, ez nema dikarim ji wilo bêtir xwe bihetikînim, ez bûme qajik û ketime devê baş û nebaşan.
Dîsa jî li ku yek bimre yekser telefona min vedikin, û ji min dixwazin bi wan re biçim şîna miriyan. Ji bo ku neçim her carê derew û mehneyekê derdixim, hin caran xwe li mirnê datînim û xwe dixim nav livînan, hin caran hevjîna xwe li ber zanê û li ber deriyê nexweşxanê datînim. Her carê tiştekî diafirînim, eger li mal bim jî dibêjim: ez hezarên kîlometran dûrî malê me. Piştî wê bihaneyê divê sê rojan bersiva telefona malê nedim û ji malê dernekevim. Her carê mehneyekê derdixim, lê diyare hemû fen û fût û mehneyên min vala diçin û dost û heval agahdar bûne û zextê li min dikin, dako bi wan re biçim û reva min ji ber wan tune.
Ez hunerên ku di şîna miriyan de hatine serê min tînim bîra wan û dubare dikim, her wextê ezê bînim bîra wan; ma nayê bîra we bê çi di şîna bavê Hesen de hat serê min. Sêzde sal derbas bûn û hîna jî nav min û wî xweş nebûye, û xweş nabe jî eger wisa berdewam bike.
Berê ez ne wisa bûm, berê ku diçûm şîna miriyam, mîna latekî rûdiniştim, min jî madê xwe wek ê hemiyan tirş û tahl dikir, ma ku min wisa nekirba min ê çawa diyar bikra ku kes wek min li ber ê mirî neketiye.
Carekê li ser gora Simko yê hevalê xwe, ji mirovên wî bêtir digiriyam, min li xwe dixist, min xwîn ji xwe anî, qêrîna min di asmanê heftan re derdiket, tako dê û bavê wî li ber min geriyan, ez bi germayî hemêz kirim û bi xwe re birim malê. Ana îca li ser miriyan dikenim, kî dibe bila bibe ku diçim şîna miriyan ken siya xwe digre ser min û min bernade, min dagîr dike, taku li wir bim dikenim, dev lêvên xwe dikim nakim vala ye, miriyên xwe tînim bîra xwe vala ye, Helbçe û Nagazakî tînim bîra xwe valaye, her û her dikenim. Gelek caran xwediyên miriyan bera min didin, gelek caran ez dame xatirê bavê min, gelek caran bi xeyd û girî vegeriyame malê. Hema ku ji bin konê şîniyê derdikevim, her tişt vedigere wek berê.
Berî du salan min sûndek giran xwar, belkî bi axa welêt bû, min soza mêrên berê da û dest danî ser simbêlan ku, êdî nema biçim şîna miriyan. Kî dimre bila bimre lê ez naçim, kî bixeyide jî bila bixeyide, baştire ez bihetikim. Eger dê û bavê min mirin bila ew jî neyên serdana min, yek bi yekê.
Gelekî kêfxweş dibim dema mirovek dimre û dibe nûçe û bi nûçeyê re xwediyên mirî E-mail û telefona xwe ji bo pêşkêşkirina sersaxiyan diweşînin, yekser radibim nameyek tije hestên xemgîn û germ dinivîsim û dişînim. Bi nivîsandina nameyê re jî dikenim, lê wisa baştire, kes min nabîne û li pêş sed mêrî min naqewitînin, min rezîl nakin, û nahetikim.
Du caram dostekî min ji dêvla min ve telefona malbata miriyan kir, carekê naskirin ku ne ez im, di wê carê de hevalê min ê ku dengê min û wî qaşo wek heve du sixêf û tifek xwaribû, deng hat min digot: eger tu ne wek wî ba te ji ber wî ve telefon venedikir.
Cara dawî ku çûbûm şîna miriyan di hefteya borî debû. Diya dostekî min miribû( xwedê wê bi dilovaniya xwe şa bike), diya wî hîna ciwan bû, ez hatim agahdarkirin ku gelekî li ber diya xwe dikeve, bîst û çar saetan digrî û li xwe dixe, vêca nas û xerîb diçin serdana wî tako li ber dilê wî bigrin, min jî dixwest wek her kesî biçim, lê min nikarîbû. Dostekî bi xemgînî telefona min vekir, kela girî di qirkê debû, got: diya Azad miriye divê tu zû bê, daku em biçin serdana wî, kenekî ez girtim û bernedam, taku hêsran di çavên min re avêtin, min telefona vekirî danî û nema rakir. Piştî kêlîkekê yekî din telefon vekir û gazin kir; yaho kes nema te li şîna miriyan dibîne, her kes pirsa te dike, diya Azad miriye, rê jê venagere, gerek tu bêyî em bi hev re biçin, hîna ez li ser telefona malê bûm bû girgira telefona bêrîkan, mijar dîsa mirina diya Azad bû. Min derew kirin nekirin neketin serên wan, reva min nema.
Dema em ketin hindurê malê hîna Azad digiriya, bi rastî dilê min gelekî pê şewitî û kela girî ket qirka min, cara pêşî bû ku wisa bi min re çê dibe, her yekî ji me bi şêweyê xwe li ber dilê wî dida, min tenê du gotin jêre gotin; bê mirin nabe, mirin tune ba meyê hev bixwara, mirin jiyana veşartî ye. Min zanîbû Azad di nava xwe de bersiva min dabû; ma gerek bû diya min a ciwan ana bimra!.
Xemgîniya min gelekî berdewam nekir, min li kê dinerî kenê min dihat, ji bo ku kenê xwe bifetisînim, min li Azad dinerî, wî baş alîkariya min dikir tako qerpînî ji ber derî hat, mîna qerpîniya hesin li ser keviran bû. Mêrek derbas bû te fedî dikir lê binêre, bi taxim û girafêt, bi simbêl û berçavk, dema ket hindur û Azad hembêz kir çavên min çûn ser sola wî, sola gogapê ya bi burxe ji marka adîdas di lingan debû, hîna wî Azad hembêz dikir pirqînî bi min ket, kenekî ne normal ez girtim û bernedam, û her çavên min li ser sola wî bûn, min di nava xwe de digot; yaho wele û bile hin kes meymûn in û şerm nakin, kî be û li ku be dê bi wan bikene. Her ku çavên min bi sola wî diketin dengê kenê min jî bilindtir dibû, taku du mirov rabûn ser pêyan û ji min re gotin; bi rastî tu şerm nakî, eger tu kenê xwe yê kirêt nerawestînî rabe derkeve. Yekî din bi hêrs rabû bi çeplên min girt û ez avêtim derve. Dîsa bi madekî tirş û tahl û bi dilekî xemgîn vegeriyam malê, û her min ji xwe re digot; tobe ku careke din biçim şîna miriyan.
11/11/2008
………………………………….
Nîşe:
- Ji bo vê lêkolînê hêviya pêşniyar û rexneyên we me.
- Ji bo vê lêkolînê bo me bibin çavkanî, nivîskarên we yên nas hene? Ger hebin, navên wan çine? Hûn dikarin pêwendiyên me ligel wan bikin?
- Derheqê nivîskarên me de gotar, berhem û nivîsên we hene yan na? Ger hebin li kû hatiye weşandin.
- Ji we re nebe zehmet bersîva xwe, bi rêya emaîlê ji min re bişînin. Emaîla min sedateroglu@yahoo.com
(Ji bo Projeya Ferhenga Niviskarên Kurdistanê, Sedatê Qutê ev hevpeyvîn bi min re kir)