Çîrok

Çavdan

Nivîskara bi temen piçûk û xweşik û nazik Dilşa, mêvana hevala xwe Behiya xemgîn bû, li ber siya dîwarê mala Ehmed Wetenî rûniştibûn. Çi cara Dilşa ji Behiya re bigota:

-keçê porkurê ka em biçin hindur, şerme em wek parsekan li ber siya dîwêr rûniştine.

Behiya xwe giran dikir û digot:

-ka kêlîkekê biraweste lê, hindur germ e.

Dilşa jî nizanî bû çima Behiya naxwaze biçe hindur, lê nas kir ko Behiya tiştekî jê vedşêre, tako Hisênê Ferho diyar bû, bi diyarkirina wî re madê Behiya xweş û geş bû, xwîn pêve hat û sor bû, dema nêzîkî wan bû, çavên wî û yên Behiya ketin hev, çavê rastê ji Behiya re şikand, Behiya jî çavê rastê wek bersiv jêre şikand û şermok di ber xwe de keniya, Dilşa nû bi finasên Behiya agahdar bû, Behiya ko pirê dema xwe li ber siya dîwaran diborand, tepek lê da û bilez û bez bazda malê, li bayê rê jêre got:

-ne tu ji riya bavê xwe fedî nakî Behokê.

Dilşa ya ko hîn nizanîbû çavdan çiye û tê çi wateyê, çû beramberî neynikê rawestiya, çavê rastê ji yê çepê re şikand, dît ko tiştekî xweş e, rabû çavê çepê ji yê rastê re şikand, dît ko hîn xweştir e, ta bi danê êvarî, li ber rojava li ber neynikê mabû û çav li dû çav dida xwe, dema ji ber neynikê rabû û çû jî hîna çavan çav didan hevûdu, çû ber deriyê hewşê rawestiya, dît ko tiraktor û tirêlake tije blok ji aliyê rojava de tê û merovekî pêncî salî li ser blokan rûniştiye, dema çavên wî û Dilşa ketin hevûdu, Dilşa çavek jêre şikand, mêrê tozgirtî jî ji bo dilxweşkirina wê her du çav jêre şikandin, Dilşa sor û şîn bû, bi şermî bazda hindur, û ji xwe re got:

-li min pepûkê, li min qirikê, li min şeşûkê, min çi kir, weyla Behiya xwedê rihê te bistîne û hew…

û ji wê rojê de çavdan tobe kir..

11/10/2006