Dema berê Boxê Birîva ket çiyê, miletê kurd hemû bê mad û bêzar û sernixûz bûbû, ji bilî her yazdeh girtiyên zindanê, yên ku nûnerîtiya komîta navendî ya partya Şoreşger û welatparêzên kurdistanê dikirin, ew di civîneke dîrokî de bûn dema leşkeran girtibûn ser wan, berî ko bêne girtin û di destpêka karê xwe de endamê nemre çar gotibû:
-hema xweda bikî ev civîna dawî be lawo..Weleh em helikîn bi van civînan re, kabokên me sist bûne ji rûniştinên pir û dirêj.
Dema wî endamî wisa ji endamê nemre pênc re got ê ko li kêleka wî a çepê rûniştibû, wî lê vegerand û got:
-yê min qûna min bi tejik ve zeliqiye tew ez nema dikarim rabim.
endamê nemre sisê jî ê li kêleka wî a rastê rûniştibû serê xwe du-sê buhustan dirêj kir û li wan guhdar dikir, dema herdu nema peyivîn wî got:
-hûn dizanin ev civîna çenda ye..?
–na weleh em nizanin..me ne jimartiye..
-ez benî ev bû “”7211”” civîn
-û ta niha jî me tiştek bi ser tiştekî nexistiye.
-ji îro pêde heval ji îro pêde, endamekî wisa got.
Her yazdeh endam matmayî mabûbûn û nema dizanîbûn kî dê kela dilê wan hênik bike û wan bi kurdistaneke serbixwe û azad şa bike, ji ber ko Ferwerên dagîrkerên Kurdistan bi Netweyên yekgirtî re gihaştibûn biryarekê û ji wan re bi rê kiribûn ko “Hîmekî mezin mîna latekî li felan deverê heye ko merovekî kurd bikaribe wî hîmî hilgire ji wê deverê ta devera karibe bighêjê dê ew kurdistaneke serbixwe û azad be, pîroz be li we û em ê jê vekişin”.
Ji ber vê yekê her yazdeh endamên partiyê li serê xwe didan û digotin:
-gepa herî xweş hatiye ber devê me lê em nizanin çilo û çawa bixwin.
hemiyan serê xwe berdabûn ber xwe û diponijîn, çixare ji qûna çixarê pêdixistin, yê vî alî yê wî alî ji dûmanê nedidît, yekî di ber xwe de got:
–aaaax..Rustemê Zal ku tu sax ba..
Endamê nemre şeş meyzand ko li bîra wan kesekî wisa nîne ta ko ne deng ne jî pêjna mirovan ji wan nedihat, wî got:
–Şêro..yê bêvil mîkutî..
tevan serê xwe berjor rakirin û li endamê nemre yek meyzandin dema wî bersiva wî da:
–ew nikare zuxurekî hilgire..
–li ba min merovekî wisa heye..!
bi lez tevan lê nêrîn û pêre pirsîn,
–ew kîye gidî..bi lez bêje..?
–Elîkê Betê .
–Ho..hooo, ma em civiyane ko em tinazan bi hevûdu bikin û bi hevûdu bikenin
-Ew bi fen û fûtan xurte, dikarî fen û fûtan li cinan bike lê ne li keviran.
Endamê nemre yazdeh destê xwe dibin çena xwe vekirbû û ji dil diramiya, qurtek av vexwar û ji nişkan ve got:
-Gelî hevalan kurdistan rêzgar bû, bese ta niha bindestî.
-Bese looo..!!
nizanim kê wisa got, pêre çavên hemiyan beloq bûn û ziq li endamê nemre yazdeh meyzandin û bi hevûdure pirsîn:
-Çawa..kî ye?
-Boxê Birîva ..!!
-Boxê Birîva…!!, hemiyan bi hevûdu re navê wî hildan û gotin.
–wê çi teba be ev yaho.., ji nav koma wan nizanim kê wisa got.
-Hahew..hahew..yê ew ne dîtiye çi ji xwe re dîtiye..
Civîna wan bû kêf û şahî û dîlan, her endamekî tiştek dikir, ê dilîland, ê dîlan dikir û hinan jî bang dikirin û digotin:
– Gelî hevalan ka werin em alê hildin..
–ezê bibim wezîrê karê derve belkî ez têr bigerim û welatan bibînim, bi vê gotinê re destên xwe bi hev dixistin û difirkandin.
-Kuro lawo kurdistan rêzgar bû…kurdistan rêzgar bû.. ezê xwe ji kêfa bikujim, ma kê bahwer dikir ko rojekê ji rojan kurdistan azad bibe.
-Gelî hevalan..gelî hevalan birawestin ta niha tiştek nebûye, de ka wer in em bişînin pey Boxê Birîva bila bê û dest bi meşa afesanî di bin hîm de bike paşê em dikarin kêf û şahiya xwe bikin.
Yek nekirin didu şandin pey Boxê Birîva û her yazdeh endam li dora wî bûn xelek, matmayî lê temaşe dikirin, te digot qey merovên wisa gir û dirêj nedîne, endamê nemre yazdeh got:
-Box..rihê min..kezeba min..çavê min, îro roja te ye, îro miletê kurd hemû çav li te ye ko tu tiştekî jê re bikî.
endamekî gotina wî birî û got:
-Em ê pûtekî mîna çiyayekî li meydana Çar Çira li kêleka Qadî Muhemed ji te re çêbikin.
Box lê zîvirî çimkî li paş wî daniştibû û jê re got:
– min ev tişt hemû navên, ez pir kêfxweşim ko ez dikarim vê yekê ji miletê xwe re bikim.
Endamê nemre deh gotina wî birî û got:
-tu heya bi toto jî neraweste ha..
-ez pir spasiya dê û bavê xwe dikim ko ez wisa hatime dunyê.
hemiyan jê re li çepkan dan û ew li Turumbêleke ser vekirî siwar kirin û berê wî dan hîm ê hêviyê, piştî Turumbêl bin kaş bû Turumbêla leşkeran li ber derî rawestiya û destên her yazdeh endaman xistin qeyd û kelemçan de û berê wan dan hebs û zindanan. Dema Box gihaşt ser kevir gelek kes li wir di çavnêriya wî de bûn, Nûnerên dagîrkerên Kurdistanê û Neteweyên yekgirtî, televezyon û rojnamevan ji hemû welatan li wir bûn, hemiyan rê jêre vekirin ta di ser hîm re rawesta, lê meyzand, li dor çû û hat, destê xwe dibin hîm re hilda û danî, çû ji aliyê din de hilda û dîsa danî, pişta xwe rastkir û li hemiyan nerî, kesên mad tal bala wî kişandin, laşê xwe bi çend bizavan germ kir, nûnerê Neteweyên yekgirtî ber bi wî de çû û jê pirsî:
-Tu amadeyî..?
-Belê…
-De hîm hilgire û ber bi başûr de bimeşe.
Careke din Box di ser hîm re rawesta, li ser kab û nîvekê herdu destên xwe dibin hîm vekirin, hêdî-hêdî ta rabû ser pêyan, pêre hêdî-hêdî destê xwe yê rastê ji bin hîm kişand ta di ser re rawestand û li ser milê xwe yê rastê danî û dest bi meşê kir, Turumbêl bi dû de bûbûn rêz û di ser serê wî re jî balefirên Helîkopter. Rojekê duduyan Box ne rawesta, belê bi mehan ne rawesta, dibin kevir de nan û av dixwar û vedixwar, ne westa ta ko berê wî ket çiyê, hemiyan di nava xwe de digotin aniha dê biweste û dê kevir deyne, lê Box çiya jî derbaskir û ne rawesta, li paş xwe nerî dît ko gelek kes matmayî û çav beloq mane, wê nûnerên Dagîrkerên kurdistanê çibikin ta ko wî bi rawestînin, êdî jê re gotin:
-Bese Boxê Birîva bese..ta vir besî we ye..ma tê dunyê tevî bigrî..??
Box li wan jî ne nerî û her ew dibin hîm de dimeşiya. Nûnerên Dagîrkerên kurdistanê bi gelek awayan kirin dako wî bixapînin û rawestînin lê tiştek bi ser tiştekî nexistin ta mirovek ji xwe rêkirin ba endamên partiyê, wî mirovî ji wan re got:
-ko Box neraweste hun ê di zindanê de bimînin ta û ta.
hemiyan li hevûdu nerîn û ji nişka û bi dengekî bilind gotin:
– bila raweste..bila raweste, em mirin di vê zindana teng û tarî de.. 11/01/1994.Qamişlo