Azadî –1
Tenê li ber deng û mûzîka Xoşnav Têlo dîn û har dibû, devê wî nediket hev, hêrs dibû, ta ko deng û mûzîka Xoşnav Têlo lidarba çîv çîva wî bû.
Carekê û di wê rewşê de Memo, kurê min yê biçûk deriyê qefesê vekir, çûk firek da xwe û cardî vegeriya qefesê, di cara duduyan de du fir dan xwe û vegeriya, di ya din de çar fir dan xwe û vegeriya, di ya dawî de di pencera vekirî re sînorên malê û derî û penceran derbas kir, û nema diyar bû.!!!
Piştî sê rojan ji nebedîbûna wî Memo giriya û got:
-min bêriya çîve çîv û dînîtiya wî kiriye…
-Weleh min jî kurê min, ma ka ez karim çi bikim, erê ko min Xoşnav didanî pê re distira..hevalekî baş bû..
di wê rewşa bêzar û reşbînî de, çûk westayî kete malê û di qefesa xwe de bê deng ma, û ta bi zelqa xwe xwar.
Azadî –2
Ez bi tenha xwe li mal bûm, xewn û xeyalên qîzaniyê ez kûr û dûr biribûm. Ji nişkan de çûk dîn û har bû û ez ji xweşiya xewn û xeyalan vegerandim, tebat û hedan neket canê wî. Hate bîra min ko strana Siba te bixêr kurdistana min ya Xoşnav Têlo jê re deynim, pêre pêre çûk rawesta weke tu derziyeke bencê lêxî û nema deng jê hat, ji qefesa xwe ya vekirî firya û çû balkonê, li ser têla cilan danî ta ko stran bi dawî bû.
-eeeeeeeeeeeeeeeeeeew min çuqasî bêriya wî kiriye…
Azadî –3
Çîv çîvekê ji der ve, çîve çîva çukê me bêhtir kir, har û dîn kir. Berî wê sar û bê dengbû. Ev demeke ko bi me re dijî, cara yekemîn e ko ez wî wisa har û dîn û bi hêrs dibînim. Carnan û dema min stranên Xoşnav Têlo didanîn, ew har û dîn dibû lê har û dînîtiyeke şêrîn bû wek ji xwe re dîlanê bike. Lê dema ew çîve çîva ko ji der ve hatê kete rewşeke xerab de.
Ji ber ko debara me nema ji ber çîve çîva wî ya bi hêrs bû, min deriyê qefesê lê vekir, bi vekirina deriyê qefesê re firî û bi hemû hêza xwe, weke korekî xwe li cama pencerê da, weke kevirekî ji jor de hate xwar, dema li erdê ket tepînî jê hat, te digot ne îro miriye ji berî yazdeh rojan de miriye.
Min di nava xwe de got:
-xwezî min bizanîba bê wî bê xwedî mayê ha çi jê re got.. Holenda, 2003