Merovê li dîroka rêzdar Selah Bedredîn vegere dê bibîne ko ji qazîmazî jî bêtir, ji gumgumokê bêtir rû, çerm, raman, bercewendî, têkilî, dost, dujmin, û helwestên xwe guhertine, Selah Bedredînê ko şerm dike bêje ez bi kurdî nizanim, îca dema hin kes jêre bi kurdî dinvîsin, an jî jêre ji zimanê dujmin û serdestan werdigerînin zimanê diya wî( vegerin daxuyaniya malpera Nefel), zimanê ko pê nizane, bê guman dê hin şaşî derkevin, îca dema nivîskarek wek Zinarê Xamo rastnivîsa wî rexne dike, dîsa Selah Bedreîn li xwe nexweş tîne û bê şert û mercên zanistî û şaristanî bersiva Z. Xamo dide. Dema Z. Xamo rastnivîsa wî ya bi kurdî rexne dike, rêzdar S. Bedredîn tu bersivê ji hevokek rût pêve nabîne ko bersiva Nivîskarekî wek Z. Xamo bide, dema navnîşana bersiva xwe dike; De were vî guhdirêjî di vî borî re derbaske !
merovê ko bersiva wî di derbarê rexengirtinê de ev be tê çi hêviyan jê bike..
Dema li Z. Xamo pirsiye û kesî ne li bakur ne jî li rojava ew nasnekiriye, tê wateya ko Selah Bedredîn di jiyana xwe de bi kurdî nexwendiye, her wisa ew kesên ko ji wan pirsiye jî bi kurdî nexwendine, ma çima ez Zinarê Xamo wek nivîskar nas dikim, li gel ko min û Zinarê Xamo hîna hev nediye, em wek kes û kes hev nasnakin, lê min jêre xwendiye.
Zinarê Xamo di nivîsa xwe de wisa nivîsandiye;
”Ez Selah Bedredîn nas nakim û tu derdekî min jî bi camêr ra tuneye. Dibe ku di hin warên din da gelkî jîr û jêhatî be. Ev mimkûn e û ji xwe mijara min jî ne ev e. Lê ne nivîskar e û tiştên di quncikê xwe da bi nêta ”nivîs”ê dinivîse jî ji dûr û nêzîk va naşibe nivîsê.”
Her wisa nivîsandiye;
”Bêguman wek her kesî, mafê Selah Bedredîn jî heye ku binivîse û heta bibe nivîskar jî. Lê wê demê jî berî her tiştî divê kurdî û rastnivîsînê fêr bibe. Yanî fêrî gramer, îmla û sentaksa kurdî bibe. Dema fêrî vê ABC-ya nivîsandinê nebe divê nebe ”kolumnîst” û xwe li nivîskariyê ranekşîne. Karekî din bike ewê jê ra çêtir be.”
Îca rêzdar Selah Bedredîn rabûye pirsa Zinarê Xamo kirye, ka Z. Xamo kiye?, ma kes wî nas dike yan na?, nivîskarekî mezin û navdar e yan na?, wek bersiva rexneya Z. Xamo ev kiriye, wî di bersivdana rexneya Z. Xamo de nivîsandiye; “Berî demeke kurt babetek li malpera we belavbû di bin navê– Zinar Xamo–de ku li ba min nenaskiriye herwiha min ji gelek dostên bakur û rojava pirsî dîsan nehat naskirin lê dibe ew xelkê bakur be ji ber wisa bala min kişand berî 25 salan dema ku me li libnanê xelkê xwey bakur bi refan pêşwazî dikir jibo perwerdekirina ( ramyarî– leşkerî û yên dîtir…) bihtirên wan kesan têkoşer û dilsoz bûn di nav de jî hebheban navên seyr lixwedikir wek –Baran û Serhed û Dicle Tujo Zinar…-herçend mêvanên me bûn, lê me navên wanî rast nedizanî di katekî de ku hin ji wan wextê derbasî binxetê dibûn berî bighin libnan nav û navnîşanên xwe ji hêzên ewlekariyê yên Sûrî re eşkere dikirin”. Jixwe navnîşana bersiva xwe dike; “De were vî guhdirêjî di vî borî re derbaske ! “.
Kurdan ji berê de gotine; Tirr li ku û das li ku?”. Zinarê Xamo rastnivîs, gramer, imla û kurdiya wî rexne dike, ew dire wek şêweyên muxaberatên Sûriyê lê dipirse, fîşekê jêre çêdike û wî dike guhdirêj, de wer in û kirasê xwe neçirînin, ev şêwe ne şêweyê siyasetvan û nivîskaraye. Berî her tiştî hêjaye ko S. Bedredîn xwe fêrî bersivdana zanistî û şaristanî bike û di dûv re bi kurdî binivîse û bersiva nivîskarekî kurd bide.
Ji salên şêstî de Selah ne tenê rexneyan li her kesî dike, belê şerê wan jî dike û hin caran wan dike paşverû, êlperest û xayîn, nimûne jî gelekin, ji van nimûneyan; ta sala 1989an şerê Barzaniyê nemir kiriye(Di hevpeyivîna ko hêja Dilbixwîn Dara di Tv a Tishk de pêre dike, di derbarê vê yekê de jê dipirse, lê S. Bedredîn bersivê nade), ta do na pêr şerê mam Celal dikir(vegerin kovara Hevgirtin di salên 2000-2001ê), lê dema Z. Xamo ew ji bo şaşiyên wî yên di zimanê kurdî rexnekir, wî li xwe nexweş anî û sixêf kir; De were vî guhdirêjî di vî borî re derbaske ! .
Ez nikarim di vê gotarê de dîroka S. Bedredîn hemûyî diyar bikim, lê merovê ko danê sibehê çep be û danê êvarê rast be û bi şev veşartî an jî li çayxanan be, tê çi hêviyan jê bike.
Di dema ko navbera her du partiyan PDK û YNK nebaş bû, S. Bedredîn xêr nexwestiye, hewl nedaye ko navbera wan xweş û baş bike, lê belê bêhtir benzîn bi ser agir dakirye, piştgiriya aliyekî li dujî aliyê din dikir û mam Celal wek yekê nîsanê û qiragê(balindeyekî reş e, xwaromaro dimeşe-“bi navkirin û şirove ên S. B. in”) bi nav kiriye, her wisa ji bo vê yekê şerê(ez li vir şer û ne rexne bi nav dikim) Hemîdê hecî Derwêş û gelekên din kiriye. Ez naxwazim wê dîroka reş û tarî vegerînim û bi hêviya ko qet û qet dubare nebe, lê mebesta min jê ew e ko rêzdar S. Bedredîn rojekê ji rojan ji xwe pirsî; ka ez çi dikim yaho?, çima ez vê tevliheviyê dikim?, ji dêvla vê yekê ve, çima ez hewl nadim wan li hev bînim?, niha û piştî çend salan, piştî ko navbera her du partiyan maşele pir xweş û baş e(xweda biparêze), gelo S. Bedredîn li ser wê helwesta şaş xwe rexne dike, bi wateyek din, ko nivîskarek wek Z. Xamo rabe û wan nivîs û helwesta şaş rexne bike, gelo dê rêzdar S. Bedredîn vê carê wî bike çi. Ji S. Bedredîn weyê ko nivîs, daxuyanî, dîrok û helwesta wî rexne nabe, lê ko dema wisa birame dêmek merovekî nexweş û qels û nezan e.
Ji 17ê hezîrana 1957 an de, dema ko yekemîn partî li rojavayî Kurdistanê hate damezirandin û ta roja îro Selah Bedredîn merovekî çalak e, ji sala 1965 an de navê wî bi tevgera kurdî re diyar dibe, ji perçebûna yekemîn de navê rêzdar S. Bedredîn diyar dibe, jixwe ko perçebûna partiyan tê gotin navê S. Bedredîn tê bîra merovan, gelo çima Berzaniyê nemir ew piştî kongirê yekbûnê li kurdistanê hişt û destûra wî neda ko bi hevalên xwe re vegere rojavayî kurdistanê?, merovê ko çil salî di tevgerekê de çalak be, dibe ko şaşî û guneh nekiribe?, îca dema ko merovek rabe wan şaşî û gunehan rexne bike, li gor bi navkirina rêzdar S. Bedredîn ew merov dê bibe guhdirêj.
Ji bo min wek ko S. Bedredîn hemû nivîskar, zimanzan û zikêşên zimanê kurdî kirin guhdirêj, ko ne Z. Xamo, belê kî din biwa jî dê ew bikra guhdirêj, ji ber vê yekê binavkirina wî ji Z. Xamo re ji hemû nivîskaran re ye, S. Bedredînê ko hemû gotarên xwe bi zimanê serdestan dinivîse û ne bi zimanê zikmakî, ji ber bi zimanê kurdî nizane binivîse, îca dema ko binivîse helbet dê şaşiyên wî hebin, îca şerm dike bêje ez nizanim, radibe rexnegiran dike guhdirêj. Ko nivîskarî û bersivdan hemû wisa biwana, kesî nedinivîsand, kesî kes nedihişt, xwîn dê birijiya, dê li şûna pênûsan kêr û xinceran bikar bihatana.
Link ên nivîs û jêder
http://www.rizgari.com/modules.php?name=Rizgari_Niviskar&cmd=read&id=994
http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6936
http://www.rizgari.com/modules.php?name=Rizgari_Niviskar&cmd=read&id=1002
http://www.avestakurd.net/Selah_bedredin40deqiqe.htm