Berî telefona mamoste, min guman nedikr xerîbî wisan bi merovan vedide û dike, belê min guman dikir ko merov li xerîbiyê mîna qeşa li ber tava germ lê tê, hêdî hêdî didawerive deşta mirinê û diltenikî û nazikiyê. Ma îca xerîbî çi dike û çi nake, merov di nav melyonên sînor û merovan de bi tenha sar dijî, comerdiya merovan dixe tûrokekî naylon û li ber pozê wan datîne, hin caran wî tûrikî bi dû xwe ve dixijiqîne, tako comerdî dikelpite.
Wek noka tu li kevir xî, em kurd li her derê bela bûne, hema şev û roj li ku hebin, kurd li wir dijîn û derd û xeman li ser teşiya jiyanê dirêsin û bi xewnên gulgulî bihuştan ava dikin. Jixwe çî kurdan ji pêvî xewnan heye?!.
Xerîbî rês û gêjkirina teşiya vala ye.
Berî telefona mamoste min guman dikir ko xerîbî merovan diltenik û dilovan dike, hema bi serê pozê merov bê girtin dê giyan ji merov biçe, lê piştî telefonê min nas kir ko hin kes li xerîbiyê dilkevir dibin, dilê wan dibe pola, û dê û bavên xwe didin ber bazara jibîrkirin û qaşo xurtiya xerîbiyê.
Xerîbî beşek, an jî celebek ji mirinê ye, tama bêkesî û mirinê jê tê. Merov ne ji laş, belê ji giyan dimre, vêga xerîbî nebediya laş û koçkirina giyan e. Piştî çarde salan li xerîbiyê wek ko min do terka welatê xwe kiribe, hîna jî xewnan bi dema zaroktî û ciwaniya xwe dibînim, hîna jî dê û bavê xwe, xûşk û birayên xwe, dost û hevalên xwe li dora berteva berê dibînim, hiş û raman, can û giyan li wir dijîn.
Berî telefona mamoste, min guman dikir ko merov çiqasî li xerîbiyê bimîne ewqasî merov ji malbat û welatê xwe hez dike û bêhtir bi wan ve tê girêdan.
Berî çendakî mamoste telefonî min kir, ta bi derzî vekir û serê werîs spart pênûsa min, di dema ta bi derzîvekirinê de kela girî ket qirka min; ma qeşa dikare li ser agir bijî?.
Berî sî û çar salan camêrek ji rojavayî Kurdistanê koçî Elmanya dibe, wê çaxê temenê xûşka wî ya biçûk heft sal bû, ana temenê wê çil û yek sal e, nema biçûk û zarok e, bi hisreta dîtina birayê li xerîbiyê nîv rihî dijî, heft salan li ser dest û dilê wî mezin dibe,
û li dirêjiya sî û çar salan, her rojê sî û çar caran bi hesreta dîtina wî dinale, her rojê sî û çar caran bi nexwaşiyê û mirinê re pev diçe, lê hejêkirina birayê dûr pêdariya wê hêzdar dike, û hêviya hevdîtinekê di dilê wê de xurt dike.
Gava birayê dûr xûşka xwe bi bawerkirin da, ku ew bi bihaneya kirina kar û xebata siyasî û tiştin din di ber kurdayetiyê, nema dikare biçe welêt, hêviyên hevdîtinê di dilê xûşka dilnaz de çilmisîn, û ber bi miçiqînê de serî xwar kirin. Dinya li ber çavên wê reş bû, ken li ser lêvan miçiqî, nema surişta Kurd-daxê, ya ku ciwaniya wê li her çar beşên Kurdistanê deng vedaye, dikaribe kenê wê, yê herheyî bû, vegerîne.
Tenê qoziyek li ber wê mabû, bêhna xwe tê re dikir der. Her ko ditengijî xwe disparte wê qoziyê, û digote xwe: Xebata ji bo miletan karekî bi rûmet û giranbiha ye, divê berdêlên vê xebatê bi giraniya wê bin, di nav endamên nifşê xwe de ez dê bi xebata birayê xwe serbilind bim. Evê baweriyê birînên wê hinekê dikewand, û ew bi jiyanê ve girêdida.
Rojekê ji rojan zîlê telefona wê lêda, bi lez bihîstok da ber guhê xwe, belkî birayê wê be, lê de ne dengê wî, belê yê mirovekî wê bû, silavan li wê û malbata wê dike. Hema bi lez, wek ko merovek bi ava çemekî de diçe û diriyekî li ber xwe dibîne, bê ku bipirse belkî ew diriya wî birîn bike, pê digire, xûşka dilnaz jî weha xwe dispêre bextê wî merovê xwe, da wê bigihîne Elmanya ji bo berî mirinê çavên xwe bi dîdara birayê dûr kil bike.
Mamoste ji bo serdana mehekê xuşka biçûk tîne Elmanya, dako birayê xwe piştî sî û çar salan bibîne, dema xuşka qaşo pêşengê kurd dighê mala mamoste û telefona birayê xwe dike dako hev bibînin, birayê têkoşer û xebatkar dengê wê di qirika wê de ziwa dike, û dibêje: pêdivî nîne ko em hev bibînin. Careke din xûşka bextreş daxwaza hevdîtinê dubare dike, lê li hêla din axiftin tê birrîn, û qeşa li ser qeşê didawerive.
Xuşk bawer nake, bihîstoka telefonê ji destan tê xwarê, wek ko ji destê miriyekî bikeve, laşê wê sar dibe, destê wê pûç dibe, sê roj û sê şevan bi ser hişê xwe ve nayê. Meha wê li Elmanya diqede û bi eynî hisretê vedigere ser û nav bêhna axa welat. Wê dixwest ji birayê xwe re bêje; biner min ji te re firîk û zeytûnên welêt bi xwe re anîne, mexabin birayê wê yê ko xwe pêşengekî kurd li Elmanya dibîne piştî sî û çar salan guh neda xuşka xwe û kelogirî ew vegerand. Xuşka wî ji xwe re dibêje: mirin baştire ji xerîbiyê.
Îca xerîbî ji bo hinan mirin e, ji bo hinan bêexlaqîye, û ji bo hinan danheva pere û tûrikên naylon e, ji bo hinan jî eşkerekirina riya mirinêye. Xerîbî çi be, çilo be, xweziya merovan di qirka merovan de hişk dike, hisretan li dor dil dorpêç dike û di darbestan de bi cih dike, pêre jî dikare rastiya gelek merovan diyar bike. Gelo ew xwediyên galgalên bilind û gotinên mezin xwe didin ber neynikan û pirsan ji xwe dikin?!..
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
* Ev ne çîrokeke xeyalî ye, belê yekeke rast e.
18.01.2009