Qilçix

Vebûna çi, ziqûma çi!

Helwest û axaftinên Mirad Qaraylan bala mirov dikşînin, ez li ser xwe bêjim, dema ew cuwamêr diaxive yan jî dema helwest û bîr û boçûnên wî dixwînim, hest dibim ku ew cuwamêr cuda û ne bi refê xwe re difire, mirov hest dibe ku ew cuwamêr ji bo kurdayetiya giştî û ji bo pêşeroja me hemiyan tekoşînê dike.

Min tim devikî digot û ana nivîskî belav dikim ku ew cuwamêr di partiya xwe de xwediyê biryarên mezin û ne mezin ba, ezê yekemîn endam bûma di partiya wî de. Jixwe cuwamêrên wek wî me bi hêz ber bi hezkirina pkk ve dikşînin, lê mixabin gelekên din wê hezkirinê dikujin û dikin jahr û ziqûm. Do bû nizanim ne pêr, belkî berî şeş rojan bû min li du hevpeyvînên ku televizyona Al Jazeere û BBC bi birêz Mirad Qaraylan kiribûn, temaşe kir, kurdiya wî ya xweş û şêrîn bala her kesî kişand, xwezî hemû serok û rêberên me wisa biaxivyana û siyaset bi kurdî bikirna, di dûv re dîtin û helwestên wî hîn bêtir balkêş û kurdewarî bûn.

Diyare Tirk naxwazin şer raweste, berjewendiya wan di berdewamiya şer de ye, jixwe Tirk nikarin bê şer bijîn, gelek caran pkk şer ji hêla xwe ve rawestandiye, lê bê encam bû ji ber aliyê din şerxwaze. Mirad Qaraylan di hevpeyvîna xwe de anî ziman ku ew di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de amade ne ku çekan deynin. Bi dîtina min ew helwesta herî bihêze û rastteqîneye, daku netewên yekbûyî bikşînin nav vê pirsgirêka herî mezin di rojhilata navîn de, ji netewên yekbûyî tê xwestin ku xwedî li vê pirsgirêka mezin derkeve, jixwe taku NY tev li vê pirsgirêkê nebe çareser nabe, lê bi gumana min dê Tirk derfetê nedin vê pêşniyara baş û ne jî NY.

Kosovo berî du salan serxwebûna xwe ragihandibû, do dadgeha navnetewî ew biryar erê û rewa nirxand, ên ku li duj derketin gotin ku dê sibe gelek tevgerên rizgarîxwaz(mîna kurdan) serxwebûnê ragihînin. Tirk wek desthilat û wek milet jî ne amade ne kurdan bipejirînin. Bi gumana min ku kurd wek Kosovo bikin jî dê bi ser nekevin, çimkî berjewendiyên welatên mezin hîna jî ne di serxwebûna Kurdistanê dene. Lê Kosovo dibe nimûneyek baş ji bo serxwebûna Kurdistanê(Başûr).

Wek Tirk dixwazin qet nabe, Tirk dixwazin kurd bê deng bin, bê hêz bin, tune bin, pûç û bawî bin, dixwazin kurd hemû bi tirk bin û di dûv re wek dixwazin vebûna kurd pêkbînin, jixwe vebûn ne ji bo kurdaye, belê ji bo razîkirina Europa û Emerîka ye.

Bi min vebûna kurd a ku Erdogan pê bang dike hemû derew û xapandine. Erdogan ne tenê bi rûyê kurdan dikene, belê bi rûyê tevaya dunyayê dikene. Ji dû vebûnê Erdogan dixwaze ji dunyayê re diyar bike û bêje; binerin em dixwazin pirsa kurd çareser bikin, lê kurd derfetê nadin û şer berdewam dikin.

Eger Erdogan raste di vebûnê de, naxwe ew çi dest û poz şikandin in, ew çi zindan û girtîgeh in ku bi dehan zarokên keviran hembêz dike, ew çi dîmena kirêt bû ya ku bi dehan şaredarên kurd kişandin girtîgehên qaşo vebûna kurd, bi dehan Erdogan soz dane herêma kurda, lê yek jî pêk neaniye, li rojnamevan Vedat Kurşun 166 sal ceza hat birîn, girtina DTP, lêdan û pozşikestina Ehmed Turk, êrîşên artêşa tirk li ser başûrê Kurdistanê, û gelek gelek nimûneyên din ku vebûnê piştî salekê beravêtî dikin hene. Ev ne nîşanên vebûnê ne, ne jî nîşanên xêrê nin. Bi min vebûn tenê axaftine, çimkî ne Erdogan ne jî miletê tirk ne amade ne kurdan bipejirînin û pirsa kurd çareser bikin. Vebûnê bi Tv yek ziman şikestî destpêkir û piştî salekê hîç kurdan negotin xwezî bi îro, êdî çi vebûn û çi ziqûm e.

Eger îro pirsa kurd çareser nebe dê sibe yan dusibe çareser bibe, yên ku pirsgirêk û bêtarên îro dispêrin sibe, dixwazin tim şer berdewam be û bêtaran çareser nakin.

Erdoganê sedrûyî Hemas welatperwer û berxwedanker dibîne, lê kurdan terorîst dibîne. Erdogan bi Ereban jî dikene, wan jî dixapîne, tenê berjewendiyên xwe bi ereban re dimeşîne û di eynî demê de dev ji Israîlê jî bernade, bi min hemû lîska berjewendiyên welatan e.

Eger ez bim ji bo mafên kulturî û çandî ewqas sal şer nakim, ji bo aştiya bi tirkan re ku hemû derew û xwe xapandine ewqas şehîd nadim, tenê ew hemû hêjayî wek destpêkê ne.

Bi gumana min eger Tirkiyê serûbinî hev nebe pirsa kurd çareser nabe. Ji xwînê ta bi xwînê, ji xwîna li ser pelikan ta bi xwîna li ser qahfikan.