Qilçix

Serokên wan, merokên me

Mal, malbat, welat, gemî, karwan, kerî û garan û gelek tişt û miştên din bê serok û rêber nabin. Daku kurd wek ereban nebin kolên serokan û bê vîn û biryar nemînin, pêwistî bi rêzgirtin û demuqratiyê heye.

Nelson Mandela 27 salan ji bo demuqratiyê, ji bo wekheviyê di zindanan de raza, û dema azad bû, bû serokê welatê xwe, lê gelekî nema, dev ji serokatiyê berda û cihê xwe da hin din, û bû nimûne ji bo tevaya dunyayê. Tenê ereban ji tecrubeya wî sûd negirtin, û diyare kurdan jî mîna ereban ne sûd jê girtin û ne jî bandora xwe li wan kir.

Serokên xelkê dibin bi qurbana gelên xwe, lê li ba me gel dibe bi qurbana serokan.

Eger serokê xelkê şaş bibin, di hilbijartinan de têk biçin, istîfa dikin, hin ji wan dikişkişin dadgehan û ceza dixwin, lê kes ji serokên partiyên me re kare bêje; siya te xwar e?.

Gelo serokekî kurdan istîfa kiriye?, kî dibe serokê partiyan ta bi mirnê dimîne serok, û hîn jî ji dujminan dixwazin ku demuqrat bin.

Bi gumana min destê kurdan di parçekirin û bindestiya welatê wan de heye. Eger kurdan ji hev hez bikirna, li hev guhdarî bikirna û hevdu bipejirandina dê rewşa wan a ana ne wisa ba. Dê ew jimara pir ji partiyan li rojavayê Kurdistanê nebana, û hin serokên kurdan ji bo bi serkevin û bibin serok hevalên xwe kuştin.

Bi gumana min serokeşîrên berê ji serokên partiyên ana demuqratir bûn.

Serokên me mirovên kurd fêrî hezkirin û koletiya xwe kirine