Qilçix

Rexneya kurdî qedexe ye

Eger ne ji nameyên dost û gelacan bana, min ê ne bersiva hêja Ehmedê Huseynî daba û ne jî min ê guman bikra ku nivîsa wî ya dawî li ser min e, çimkî wî ez bi nav nekirime, û ne jî min dixwest dakevin vê asta nizim ji rexneyê, û ne jî serê xwendevanan bêşînim.

Piştî neh mehan diyar dibe ku hîn jî cihê rexneya min qeşmûşk negirtiye, xuyabû giran û tûj bû. Li aliyê din ê xirecirê, min diwêrîbû destê xwe deynim ser birîna rexneyê, û tunebûna wê. Piştî neh mehan diyar dibe ku rexne qedexe û kînkişandin e. Jixwe ne mebesta min bû ku kesekî bêşînim, û qet rojekê ji rojan min hewl nedaye bi mebest mirovekî bêşînim. Mebesta min ji rexneyê ew e ku nivîskar û rewşenbîrên me, mîna rewşenbîrên xelkê di asteke bilind a rewşenbîrane de xwedî helwestên bilind bin. Mîna Aristoteles û Aleksenderê mezin bin. Ne wek Ehmedê Huseynî yê ku gotin û helbest(ziman û helbestên 40-50 milyon kurd) kirin bi qurbana pêlavan, lê mixabin rexne tim xwediyê xwe ceza dike.

Nimûneyek ji nameyan, ku min û E. H wek du bira li hev sor dike.

Van: rojen arjen (evinamem@hotmail.com)
verzonden: woensdag 24 november 2010 18:12:34
Aan: qadoserin@hotmail.com
derbê ciyê xwe girt‏
Ehmedê Huseynî di nivîsa vê heftê de qala te dike Camêro….
Ku te çawa di çar rêzikan de çardeh şaşî kirine.
Ku haya te qet ji rêzimanê tune ye.
Mala min ê, tu li ku Ehmed Huseynî li ku…
Tu nikarî dev bavêjî wî, devê te têrê nake.
Te derba xwe xwar, şorbe xwe jî vexwe û hişşş be.

Bi gumana min taku em mîna xwediyê vê nameyê(Dij-Pişaftin/Asîmilasyon-Amedê-li gor google û facbook),(wek nimûne) bin dê rewşa me kurdan bi giştî kambax û jahr û ziqûm be. Tirkan û hin din hûn hiş kirine, hûn jî tên me hiş dikin, jixwe kurd bi hev karin.

Nameyek din ku bi riya MSN di navbera min û nivîskarekî ji bakur de hat û çû(bi erê ya wî diweşe):

…. zegt: ev sêx ehmed ci ji te dixwaze
Qado Shêrîn zegt: hhhhhhhhhhhhhhhhh

…. zegt: xuwîna wî ketiye cavê wî yao

Qado Shêrîn zegt: hemû bihayê rexneyê ye

… zegt: erê yao , vê rexneyê heval li dor te nehishtin

Qado Shêrîn zegt: erê wele, ez jî wisa difikirim

…. zegt: ji qewla kurdên suwêdê: de tu jî dev ji wan berde keko, ma ci dikeve destê te ji zerarê bêtir.

Qado Shêrîn zegt: raste

… zegt: emrê me ji xwedê re, qey xwedê  rexnegirî nekiriye para milletê me wî

Qado Shêrîn zegt: Emrê me ji diktatorên piçûk re

…. zegt: ma bi zorê ye ..erê welle

Qado Shêrîn zegt: eger Ehmed wisa be, dêmek, Alfatîha li ser can û giyanê çand û wêjeya kurdî.

…. zegt: wa mêrik daye dûv te û dev ji te bernade heta tu nebêjî ez poshmanbûm  û tishtê  te kir layiqî sêxekî mezin e.

Bi gumana min du name wek nimûne bes in, yek ji aliyê baranê û ya din ji aliyê tirsa ji baranê. Jixwe gelek kesên me,  nivîskarên me, siyasetvanên me bi du-sê-çar-şeş rûyan in. Du-sê-çar-şeş rûyî çawa çê dibe?, Eger rewşenbîrekî din ji Berzanî û Talbanî re bigota: ”Bila gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin …..”. dê kurdên aliyê E. Huseynî(ne E.H.) ew bikirna dizê şekala wî, û aliyê Berzanî û Talbanî dê ew bifirandana asmanê heftan, wek ku çawa kurdên aliyê E. H. Ew firandin qata jorîn(vir bitikîn). Mixabin her yek aliyê xwe diparêze, aliyên din şaş û tune dike daku biser keve, û rewşenbîrên me bê helwest in.

Bi gumana min, ku min mirovekî din, ne E. Huseynî rexne kiriba, dê wî jî mîna gelek nivîskar û rewşenbîrên din spasiya min bikra, û dê bigota te qenc û xweş û çê û baş kir, çimkî dema min ew nivîsa tûj di derbarê xwenizimkirin û nandoziya E. Huseynî de nivîsand, gelek name bi rêya E-mail, çi jî bi rêya telefonan gihan min, hemûyan pesnê nivîsê didan û digotin: pêdiviya me bi rexneyeke wisa mêrane û rewşenbîrane heye, jixwe ji ber tunebûna rexneyek wisa çanda me, civaka me, zimanê me, siyaseta me, bindestiya me, perîşaniya me, pepûk û şeşûkiya me, û her tiştê me di rewşeke kambax de mane û bi pêş de naçin. Nimûneyek ji nivîseke Nuri Çelik’’Lê em Kurd dijminê qewmê xwe ne mixabin. Gava kesek hevalê me be em wî difirînin ber perê ezmanan, wî dikin mîr û wezîr. Gava ew kes me rexne bike jî, em wî dikin mît û ajan û tirba wî dikolin. Qey ev jî qedera Kurda ye’’.(vir bitikîn).

Ta bi nivîsandina vê nivîsê jî xwe nivîskar nabînim, wek ku Ehmed Huseynî jî berî çend salan li Holenda di simînereke xwe de gotibû ku ew xwe helbestvan nabîne. Bila xelk û alem bêjin filankes û bêvankes nivîskar û helbestvan in an na. Bi gumana min gelek nivîskarên me wisa diramin, û ev yek rast e.

Bi gumana min nivîskar tune ku di rêziman û nivîsandinê de şaş nabe, çimkî zimanekî me yê standard tune ye, yê ku şaş nabe bila destê xwe bilind bike da em biçin li ber destên wî yên pîroz fêrî ziman bibin. Bi gumana min di dema xwederbirînê de naveroka nivîs û gotaran pêwiste. Em ne gotarek rêzimanî dinvîsin, her wisa ne dersên rêzimanî didin, me ew ji nivîskarên qatên bilind re hiştiye, çimkî dema ji jor bikevin dê gelekî bêşin û dê gelekan bi xwe re bêşînin, lê em nifşên nivîskarên qatên jêrîn dema em bikevin jî em ê gelekî neêşin û kesî bi xwe re neêşînin.

Eger rast be E. Huseynî zikêşê zimanê kurdî ye, û rexneyan li zimanê min dike, êdî çima hemû peyvên ziman, û hemû helbestên wî zimanî dike bi qurbana pêlavan. Bila biçe derûdora xwe paqij bike baştir e. Bila biçe ji yê ku pere jê digirtin û hîn jî digre fêrî zimanê qata bilind bike baştir e. Mane ji bo wan çend qirûşan xwe erzan û nizim kir, taku me jî ew rexne ya tûj wek helwestek rewşenbîrane lê kir. Bila biçe wan kesan fêrî zimanekî xweşik û rindik û findik bike baştir e, bila şîretekê li wan bike ku bi zarokên xwe re ne bi tirkî lê bi kurdî biaxivin, çimkî bandora wan bi gelekî ji ya min bêtir e. Bila di vê mijarê de xwedî helwest be, mêr be, bila helwesta xwe ya rewşenbîrane, ji bo dîrokê, nivîskî eşkere bike, eger ku ne derew û berjewendiyên xwe yên kesane diparêze. Bila mirov bi wijdan û helwest be. Kurd dibêjin: ‘’ga dimre çerm dimîne, insan dimre nav dimîne’’.

Piştî neh mehan diyar dibe ku, eger min ew bi wê rexneya tûj nehetikandiba, wî nivîsa dawî nedinivîsand. Eger mirovekî din rexne bikira me yê bigota weleh rast e, zikêşê ziman e, êdî rexneyan dike. Bila nûnerên milet, parlementerên milet, siyasetvanên milet ên ku du gotinan bi kurdî nizanin û bîst û çar saetan şeldim beldima wan e rexne bike baştir e ku kînê di nava xwe de biçîne.  lê E. Huseynî carekê jî, tenê carekê jî kesekî din rexne nekiriye, ta bi serdestan jî rexne nake, mirov dikare bêje ew bêhelwest e. Tenê dema helbesta Ocalanos nivîsand û di dûv re jî helwesta xwenizimkirin û dîrokî (”Bila gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin Ocalanos”)((mebest qet ne birêz A. Ocalan e, belê helwesta rewşenbîrane ya qaşo rewşenbîrekî kurd e))di tûrikê wî de du helwest çêbûn, jêre bûn mîrat û dîrok û nimûneya xwenizimkirin û helwestfirotinê di dîroka çand û wêjeya kurdî de. Eger E. Huseynî wek rewşenbîr xwedî helwest e, bila yên ku Orhan Mîroglu bi kuştinê tehdîd kirine şermezar bike. Bila mafê rexneyê bide Osman Baydemir(vir bitikîn), mane herduyan helwest, bîr û boçûnên xwe gotine. Wan xincerên jahrkirî di dilê kesî de neçikandine.(vir bitikîn). Jixwe ji tirsa yên mîna E. Huseynî û parêzerên wî kes rexneyan nakin û hemû bêdeng û helwest in.

Piştî helwesta Ehmed”Bila gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin Ocalanos”, me ji zimanzan, nivîskar û dostan pirsîn; gelo di wê hevokê de ‘’pêl-av’’ li şûna pêlav çêdibe. Hemûyan gotin na qet çênabe, rabû me ew nivîsa bi xirecir nivîsand û em ji wê rojê ve dibin armanca kîn û rexneyên tewşomewşo. Jêdera nivîsa me jî ne tenê nûçeya malpera Avesta bû wek ku wî guman kiribû, mixabin wî malper bi çayxane binav kiribû, belê jêdera me rojnameya Azadiya Welat bû.( http://www.welat.org/imaj/erojname/rojev18/album/slides/09.html ) an jî (http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=4954 ).(bitikîn).

Ehmed di nivîsa xwe de bêyî ku min bi nav bike dibêje: ‘’ geh rexnegir e, geh çîroknivîs e, geh qeşmer û tinazkar e, geh bernamevan e, geh helwestbazekî siyasî ye’’.  Bi gumana min bêhnek pîs ji van hevokan difûre, bêhna zikreşiyê, kîn, qamçî û fermanên diktator û parêzerên telaqreş, ji wan difûre. Ew hevok tên wateya ku rewşenbîrek bûbe diktatorekî piçûk. Min di pêşbirka kurteçîrokê de xelata yekemîn girtiye. Rexneyan jî li nivîskarên dolaran dikim, li rewşenbîrên helwestfiroş dikim, li serok û siyasetvanên ku bi kurdî nizanin û kurd kirine kole, dikim. Bernameyên ku ez pêşkêş dikim, alîkarî bi nivîskar û rewşenbîran re ye, çimkî em di MKURD.TV de çalakiyên rewşenbîran, mîna Mehrecana Helbesta Kurdî li derveyî welêt, roja çanda kurdî li Essen, simînerên kurdên rojava yên bêkes û kûs, diweşînin. Eger E. Huseynî nav di xwe bide û çalakiyên wisa biweşîne, ez nema wî karî dikim, lê diyar e ya wî zikreşî ye. Ez bernamevanekî bêpere û ne helwestfiroş im, alîkariyê dikim, lê E. Huseynî….hûn zanin. Gotar û çîrokên min ketine pirtûk û antolojiyan.

Li hevpeyvîna E. Huseynî ku di 2002an de bi min re kiribû, temaşe bikin(http://www.qadoserin.com/hevpeyvin/hevpeyivina-med-tv.htm ), hûn ê bersiva gelek pirsan têde bibînin.

Di nivîsa Ehmed a dawî de metirsiya li ser nexneyê heye, rexne ya kurdî qedexe ye. Eger mirov Ehmed wek nivîskar û rewşenbîr binav bike, çimkî kîn û zikreşî têde heye, jixwe ew kîn tê wê wateyê ku rexne nabe bê kirin, û bîr û boçûn nabe bên gotin, divê mirov mîna koleyan be, devê xwe bigre û veneke, çavên xwe bigre û şaşî û gunehan nebîne û veşêre. Eger hat û te devê xwe vekir û diktatorekî piçûk rexne kir tu dê bibî armanca tîrên jahrkirî.

Kê rexne nivîsandiye ceza bûye, nimûne gelek in, kê rexne nivîsandiye bûye wek marê reş, bi sistematîkî şerê wî tê kirin, û ji ber vê yekê kes rexneyan nanivisîne. Dêmek çand, wêje, serok û merok, siyaset û hemû tişt û miştên din mîna pezê bê şivan û bêxwedî mane, çi dikin bila bikin. Bi gumana min rewşa ku miletê me têde ye encama vê rewşa nenormal e, encama rewşa bê rexne û qaşo rewşenbîr û nivîskarên helwestfiroş û bêdeng û helwest in.

Ez serê xwe bi paçikan mezin nakim, her wisa mîna gelekan reklama xwe nakim, eger min bikra ez ê ji nivîskarên qata bilind bama. Raste rexneyan dinivîsim, lê ne zikreş û bi kîn im, ji her kesî hez dikim, dikarim şaş bibim û lêborînê bixwazim.

Li dawî, çi çaxa serê me, hiş û ramanên me, civak û çanda me, rewşenbîr û nivîskarên me di asta cîhaneke azad e gihan û perwerde bûn, em ê rexneyan bikin û bipejirînin.

02/12/2010

http://www.welat.org/imaj/erojname/rojev18/album/slides/09.html
http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=4954
http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=749&YAZAR=38
http://www.qadoserin.com/qilcix/index.562.e.h.bilapeyv.helbestbiqurbanapelavabin.htm
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=642
http://www.azadibokurdistane.com/z2326.php