Helîm Yûsif ê şikestinan, kul, derd, şahî û têkçûnên Amûdê ye. Amûdê jî welatekî piçûk e, nimûneya herî rasteqîneye ji bo Kurdistanê. Helîm zimanê Amûdê ye, na belê pênûsa ku Amûdê li ser rûpelan nîgar dike. Helîm Yûsif bixwînin hûn ê Amûdê nas bikin, hûn ê civak û rewşa kurdistanê nas bikin, hûn ê bibînin bi çi şêweyî evîndarî têk diçe, û hûn ê xwe wek nişteciyekî ji Amûdê bibînin. Kî dizane ku Helîm ne ji Amûdê ba dibû ku Mêrê Avis û Sobarto nenivîsandiba. Ta astekê merov dikare bêje ku Helîm ne ji Amûdê ba nedibû nivîskar. Tu kîjan çîroka wî dixwînî tu keçeke şewitî, evîneke têkçûyî, pûtekî sernixûz têde dibînî ku Amûdê bixwe ye, ta bi Romana Sobarto ku tecrubeya nivîskar ya kesaneye, her wisa kesayetiyê Helîm di hemû çîrokan de diyar in, jixwe nivîsandin û afirandin tecrubeya kesayetî ya nivîskar e, Helîm di hevpeyivîneke xwe de bi Salihê Kevirbirî re dibêje: Çîrok ji bo min tiştekî zatî ye, encama şewata ruh e. Şewata dil e, şewata hestan e. Çîrok gelekî girêdahî dil û hinavê mirov e. Her wiha girêdahiyê tecrûbeya wî/ê ya şexsî ye. Çîrok ji bo min berhema şewateke ferdî ye… .((.tirej.net/hevpeyvin.htm)).
Dema tu wek zarokekî di civakeke şikestî û ji her tiştî bêpar mezin bibî û tu nikaribî tiştekî bikî, tu nikaribî guhertinan bikî, tu nikaribî kenekî piçûk li ser lêvên zarokekî biçînî, tu nikaribî şekirekî bidestxîne û ta ku tu şî nebî tu cugrafiya laşê jinê nebînî tê bibî çi, tê bi çi şêweyî vê civaka çewt biguherînî ku tu ne nivîskar bî. Helîm dibêje: Nivisandin hewildaneke ji hewildanên tolhildanê. Dêmek nivîsandin hewildaneke ji bo tolhildan û guhertina civakê ye. Û ev yek di pirtûka “Mêrê Avis“ û Romana “Sobarto“ de diyar e. Bandora hin nivîskarên cîhanî wek G.G. Markîz li Helîm bûye wek ku wî di hevpeyivîneke xwe de diyar kiriye. G. G. Markîz nivîsandinê wek geş û xweşkirina dil û can li dujî rewş û civaka wêran dibîne. Dema Mêrê Avis belavbû rihê Helîm rihet bû, wek çûkekî azad ji kêfan re firiya, ji ber gelek xirecir û axaftin li ser bû, ew tolhildanek ji tolhildanan bû. Her wisa Sobarto jî. Tolhildan jî berdewam in. Nivîskar dema ku berhemekê dinivîse têde hewildana guhertinan dike û nerazîbûna xwe ji rewşa heyî re diyar dike, tivinga nivîskar pênûsa wî ye, meydana şer jî rûpel in, encam û kuştî jî xwendevan in ew ên ku nivîskar bandora xwe li wan dike.
Dema min pirtûka Jinên Qatên Bilind û bi taybetî çîroka ‘’ÇÎROKA KU NIVÎSAKRÊ XWE KUŞT’’, xwend, min li şûna A. Xanî Helîm Yûsif danî, dema ku min dixwend yekser tecrubeya kesane hate bîra min, Helîm A. Xanî wek nimûne aniye lê wî ew çîrok li ser xwe û tecrubeya xwe ya kesane nivîsandiye, dema Mêrê Avis derket hinan gotin divê Helîm bê kuştin wek çilo di vê çîrokê de hin kes hewil didin ku A. Xanî bikujin, û çîroknivîsîn ev bixwe ye, dema Mêrê Avis hate bîra min. Dema tu berhemekê binivîsînî û ew nivîs bandora xwe li xwendevan neke, wan nekenîne, wan negirîne, ew berhem têkçûyî û beravêtî ye, bê wate ye, û Helîm di her pirtûka xwe de wisa kiriye, axaftin, xirecir û bahoz rakiriye, ev yek jî bi şêwe û naveroka berhaman ve girêdayî ye, naxwe Helîm dizane çi dike.
Gelo ku Helîm ne kurd ba, mebesta min Emrîkî, Elman yan Firensawî ba, wê cih û navekî wî di wêjeya cîhanî de heba an na?.
Di Jinên Qatên Bilind e Helîm Yûsif tiştekî eşkere û vekirî naxîne destên xwendevanên xwe, wî dikişkişîne ta dawiya çîrokê û wî di nav guman û raman û sawêran de digevizîne, xwendevan hevok li pey hevokê dixwîne daku bighêje encamekê û naveroka çîrokê fam bike, li dawî xwendevan her tiştî tazî dibîne ku ji simbolên Helîm fam bike. Helîm di vê pirtûkê de şêweyê simbolîk pêktîne. Jixwe dema min dixwend Servantis di DON KÎŞOT de hate bîra min. Di çîroka Hezkirina Qafkurmî de; kurm, Qaf, hezkirin û jinê wek simbol bikartîne, çîrok li ser welatekî ku ji duhezar û şeşsed salî ve miriye hatiye nivîsandin. ‘’Hezkirin Jineke bi serê xeynî xwe difikire’’ bi wateyeke din tu dikarî bêje jiyan welateke li gor berjewendiya welat in din birêve dire, jixwe ji ber berjewendiyên welatên mezin ji duhezar û şeşsed salî ve ev laş miriye. ‘’ Diya min jî ji bo ku ez lê vegerim şekir li zarokên cîranan belav dikir. Dayê…ezê çawa vegerim? Û ji bilî kumek hestiyên li erdê avêtî tiştek di min de nemaye. Wê rojê çar mêrên biyanî rahiştin hestiyên min, pevçûneke germ di nav wan de peyda bû. Encam…serkeftina hemûyan bû û di nav piyên wan de hestiyên min tar û mar bûn. Ji bo serkeftinê, hemûyan bi hev re şahiyek li dar xistin. Di nehê sibehê de diya min bi melkesekî piçûçik bermayiyên min rêj kirin’’. (R15). Di kîta dawî de nivîskar her tiştî eşkere û tazî dike, lê dîsa bi şêweyekî simbolîkî, jixwe bi vê yekê ew xwendevanê xwe gotin bi gotin û hevok bi hevok ta bi dawiya çîrokê dikişkişîne. Xwendina çîrokê ji bal xwendevan ve balkêş dibe û dev ji xwendina çîrokê bernade ta dawî, û ev serkeftine ji bo nivîskar û çîrokê. Çîroka te bi xwe ve girê nede, wek zaroka bê rih ji diya xwe re bibe.
Nivîskar çîrokê ta bi dawî bi şêweyekî simbolîkî bi dawî tîne. ‘’Laşê min î ku ji berî duhezar û şeşsed salî de li welatê min û mala min avêtiye û tu kes nabîne hat bîra min’’.(R 16). Mal û welat weke cugrafiya pêkaniye, dêmek laş weke rih û milet pêk aniye, jixwe vê yekê ji dema Imperatoriya Mîdya de tîne ziman ku duhezar û şeşsed sal di sere derbas bûye û ev rih, ev can, ev milet û ev laş miriye ji ber ku bê xakeke neteweyî ye, bê welat e, nivîskar dixwaze bêje; ku tu bê welat bî kes te nabîne, nivîskar bi şêweyê xwe dixwaze bêjê ku zulm û zordariya li vî laşî dibe kes nabîne û li gor berjewendiyên welatan çav li ser têne girtin, “ Hezkirin jinek e bi serê xeynî xwe difikire”(R14), jiyana welatan li gor berjewendiya welatên mezin dimeşe. Jin û hezkirin wek simbol bi kar tîne. Dibe ku her xwendevanek li gor xwe van simbolan şirove bike, lê her û her encam yek e di dema ku çîrok tê afirandin.
Di eynî pirtûkê de û di çîroka duyemîn BIDARVEKIRINA POZEKÎ de, poz bi wateya şeref û namûsê pêktîne, di vê çîrokê de lehengê çîrokê bi çandina dar û şînahiyê tê tawanbar kirin”Tawanbariya Kerîmê Mîdî ew bû ku dara yekemîn di dîroka cîhana me ya zer de biçanda”(R28), ev yek ola Zeradeşt tîne bîra merov û jê hatiye girtin, jixwe mebesta nivîskar jî ev e, kurdên ku di dema Mîdya de bawerî bi ola Zeradeşt anîbûn û ola wan ji ya ê ku ew bi çandina daran tawanbar kiribûn, cuda bû. Kerîmê Mîdî ê ku neviyê Mîdya ye, nivîskar wî bi wateya miletê kurd bi kar tîne û her tiştên qalind di dîrokê de tîne ziman; “Hevalên min tune ne. Kêfa min ji min re nayê”(R29). Nivîskar vekirî li vir diyar dike ku heval, dost û pişgirên me kurdan nînin, ku hebana emê ne di vê rewşê de bana, her wisa diyar dike ku em kurd jî ji hevûdu hez nakin, û ev yek rast e, gelek rojhilatnasan jî ev yek anîye ziman. Li devereke din nivîskar xwe li şûna Kerîmê Mîdî dideyne û xwe wek cih û cugrafiya bi kartîne:
Ez kuxikek bi tenê û bê xwedî me
Dîwar herifiye
Ji lingan hatiye xwarin
Çewt e
Qeşmer e
Tijî me. Ji mêşûmar û laşê kuştiyan(R29)
Welat bûye kavil û ji bingehê xwe de wêran e, jixwe ev xak ji cendekê kuştî û şehîdan tije bûye. Her tişt ji bo me qedexeye, ta bi ketina nav ramanan, wek ku nivîskar nivîsandiye. Lê nivîskar yekser tiştekî nade xwendevan daku wî bike nav ramanan, li dawî xwendevanên nivîskar dê biserkevin, ji ber ku sînor ji ramanan re nîn in û wî jî meydana ramanan fireh hiştiye. “Zanîn hêz e û hêz zanîn e”(R33).zanîn jî ji ramanan tê.
Helîm Yûsif
Çîrokên Jinên Qatên Bilind bi yek şêweyî hatine nivîsandin, û ji ber vê yekê nivîskar ew di yek pirtûkê de kom kirine, mebesta min ew şêweyê ku min li jor bi nav kir, ji çîroka pêşî ta bi ya dawî bi eynî şêweyî hatine nivîsandin:
-kalikê min, jina wî pê re xayîn ket. Wî jî ew ajot û strî lê çandin.
-Jina xwe cot kir.
-Erê… Erd jina wî bû.
-Tu hinekan bi min dikî?
-Na… û bavê min bi nexweşiya pûsula ketibû, li aliyekî ne disekinî, tim berê xwe dida bakur. Dujminên wî bi nexweşiya wî hisiyan û piştî birîn vekirin, a ku jê re di xew de çêbû, hemû aliyan pê re dest bi xiniziyê kirin.(R91). Hevoka -Erd jina wî bû- ne gerek bû bê nivîsandin, ji ber şirovekirin qelsiyê dike çîrokê, gotina Erê besbû, çimkî Erd tê ajotin û strî lê tên çandin, û nivîskar ev yek di hevoka berî wê de aniye ziman, wêne bê wê hevokê jî dibe di gel ku gelek ciwan û xweşik e. Merovê kurd ji dema ku welatê wî perçe bûye bi nexweşiya aliyan ketiye, û şoreş li pey şoreşê diçîne daku ji wê nexweşiyê rihet bibe.
Ji bo ku merov bikaribe li ser tecrubeya Helîm Yûsif binivîse û mafê wî wek nivîskar winda neke, gereke merovekî rexnegir û lêkolîner hemû pirtûkên wî bixwîne lêkolîn bike û li gel wî jî baş biaxive daku merov karibe tecrubeya wî ji xwendevanan re şirove û diyar bike. Helîm Yûsif dibêje: “Tiştê ku ez li ser xwe ango li ser çîroknivîsariya xwe vebêjim, ji min bêhtir karê kesên din e. Bersiva pirsa ‘Helîm Yûsif xwe li ku dera çîroknivîsariyê dibîne?’ heger hebin! karê xwendevan û rexnegiran e”. (.tirej.net/index.868.helim.htm).
Li dawî ez dikrim bibêjim ku H. Yûsif di asmanê çîroka kurdî de hêdî hêdî ber bi stêrkên bilind ve diçe. Û tecrubeya wî nimûneyeke bilind e ji bo nifşên nû, ew ên ku çîrokê dinivîsin. H. Yûsif çîroka kurdî gihandiye asteke bilind ku em kurd pê serbilind in.
20/06/2005
Holenda
– Lêkolîn ji bo kovara W a ku li Amedê derdiçe hate nivîsandin û di jimara 7an de ya ku bi taybetî di derbarê tecrubeya nivîskar Helîm Yûsif de derçû, belav bû.