Xwendevano,
Nivîskarno,
Hezker, piştgir û dostên malperê,
Bi xatirê we, belê bi xatirê we..
Bi rondikan re xatir ji dilê we yê mezin dixwazim, ev xatirxwestin û dûrketina min ne Qilçixek ji Qilçixên min e, ev ne dûmahiya Qilçixa “ez nêzîk dimrim, ez nêzîk dirim nav lepên xweda bi xatirê we”” ye. Belê ev xatirxwestina rawestana min î ji malperê ye.
Ji 01/12/2002an de rojane em bi hevûdu re bûn, mexabin ji niha û bi şûn ve hun ê nema bikaribin bibin mêvanê min î rojane, rojane hun mêvan in hesan, şêrîn, xweşik û nazik bûn û em bi hevûdu re bi germî li dora berteva çand, wêje û hunera kurdî diciviyan, me bi germî çîrok, gotar, kevnetor, rexne, lêkolîn, keskesor û tiştin din ji hevûdu re dixwendin…oooh çiqasî xweş bû, ez bawer im emê bêrya hevûdu bikim. Lê em ê hevûdu li ser sînor in dîtir bibînin, li bin siya dareke din û Tîrêjeke din hevûdu hembêz bikin û dilê xwe ji hevûdu re vekin.
Ji niha û bi şûn de ezê roja îna li pêş malpera we nû nekim, û çar-pênc katjimêran ji dema xwe nedim we û malpera we, bibor in, vê carê ezê dev ji malpera xwe û we berdim, û hun ê çîrok û Qilçixên min di malperê de nexwînin û wêneyên min î sûkûsûkû nebibînin.
Ji 01/12/2002an de ez ji we re bûm, min ji çax û dema xwe gelek da we, û hun hêjayî vê yekê bûn, hun hêja bûn ez ji bo we bijîm, min ji bo we gelek gelek caran kêf û xweşiya xwe nîvco û qetqeto dikir û dizîvirîm malê dako malpera we nû bikim.
Ji 01/12/2002an de min dikarîbû xwendevan û mêvan in taybet li dora malperê çê bikim, taybet ji ber ko malper û wek hun dizanin taybetmendiyeke xwe hebû, çandî û wêjeyî bû, tenê xwendevanên edebiyata kurdî û ji her çar perçeyên Kurdistanê mêvanê me bûn. Jixwe Tîrêj ji malperên sereke bû ko tenê û xurû ji bo çand û wêjeya kurdî bû, bi kêmanî di nav malperên rojavayê kurdistanê de( li gel ko ji dema serhildana Qamişlo de malper li Sûriyê qedexeye û ta niha jî venabe). Tîrêj dikarîbû nivîs û berhemên nifşekî mezin ji nivîskarên her çar perçeyên Kurdistanê belav bike. Û carekê ji caran tev li xirecir û serêşanan nebû.
Ez bawer im biryara rawestana min dê ji hêla gelekan ve neyê pejirandin û bawerkirin, belê dê cihê bêzarî û xemgîniyê be, ji ber tenê ew dizanin bê min çiqase ked daye malperê, her wisa dê ji bo hinekan û ew hinek hindikin dê cihê kêfxweşî û şahiyê be.
Mîna dayika dev ji zaroka xwe berde, ez dev ji malpera we berdidim, biborin, û ev biryara min e, sedemên du alî bi dûde nînin, tenê bi rihetiya can û jiyana taybet ve girêdayîye. Li gel ko ev biryar û dûrketina ji we min diêşîne, bi mirna min e, min dişkîne, lê biborin nema dikarim.
Li destpêka vekirina malperê, min li gelek deveran diyar kir û digot ko ev karê ez di malperê de dikim ne karê min e, ne karê merovekî nivîskar e, nivîskariya min jî bibû sedema ko gelek nivîskaran di malperê de nedinivîsandin, hinan ji tirsa serastkirinê û hinan jî ji nehezkirinê û jixwe gelekên wisa li çand û wêjeya me bûne bela û roj bi roj mexabin pirtir dibin, naxwe tê çi wateyê ko hin nivîskar(qaşo) nivîs û berhemên xwe ji malperinan re bişînin, birêvebirên wan malperan ne bi kurdî dizanin bixwînin û ne jî dizanin binivîsin. Nivîsên min jî li hin deveran hatine serastkirin, ew ne şerme, belê ya rast ew e, çimkî ez ne ziman zanim û min rojekê ji rojan jî qet wisa negotiye.
Xweda nede wan ew ên ko bi bêbextî, bi telaqreşî û bi zikreşî şerê malperê dikirin, ew ên digotin; bimrin hun boyî ew biserkevin. Serkeftin ne boyî wan
Ez wek sernivîserê beşê kurdî dirawestim, û ji niha û bi şûn ve li derveyî malperê me, ne berpirsyarim diber malperê de û ne jî sernivîserê beşê kurdî me, bi hêviya ko malper bi sernivîserekî din re bikaribe berdewam bibe. Hêjayî gotinê ye ko hin kes ji dû malperê biserketin.
Li dawî,
Sipas ji boyî her nivîskarê bi nivîs û berhemên xwe beşdarî malperê bû. Serkeftin boyî we..
Sipas boyî hemû xwendevanên hêja û delal. Serkeftin boyî we…
Sipas ji boyî piştgir û hezkerên malperê. Serkeftin boyî we..
Bi xatirê we …
Qado Şêrîn
Sernivîserê beşê kurdî
Holenda
22/09/2006